19:07 23 Hezîran 2018
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nêzîkî li bajar kirine

Xweseriya Demokratîk li ser rêketina Amerîka û Tirkiyê ya li ser Minbecê çi difikire?

© REUTERS / Rodi Said
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)
0 10

Di hevdîtnekê de nûnerê Xweseriya Demokrat a Rojavayê li Herêma Kurdistanê Cawîdan Hesen bersiva pirsyarên Spûtnîkê ya li ser rêketina Amerîka û Tirkiyê li ser devera Minbicê dan.

Wekû Xweseriya Demokrata Rojavayê hun rêketina di nêvbera Amerîka û Tirkiyê ya li ser Minbicê çawa dinirxînin?

‘TIRK RÊKETINA LIGEL AMERÎKAYÊ WEKU PROPOGANDA BI KAR TÎNIN'

Nûnerê Xweseriya Demokrata Rojavayê Cawidan Hesen, "berê li dema Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ketine nava Minbecê li ser daxwaziya xelkê Minbecê û riza nêvdewletî bû, lê piştî Civata Leşkeriya Minbicê hatiye avakirin, Hêzên Parastina Gel (HPG) ji wir vekişiyane, tenê hejmareke şêwirmendên wan li wir mabûn, ew şêwermendên leşkerî jî niha ne li ser daxwaziya Amerîka ji Minbicê vekişiyane. Ji ber ku karê wan bidawî bûye vekişiyan û dema ku Birêveberiya Minbicê alîkariyê ji YPG û HSDê bixwaze ew amade ne alîkariya xelkê Minbecê bikin lê tirk wê rêketina ligel Amerîkayê ji xwe re weku alaveke propagandayê bi kar tînin. Ya rastî Amerîkayê ti xiyanetek li gelê Minbecê nekiriye, ji ber ku ta niha hîç tiştekî wiha ne gotiye û rêketinek hebe, bê haydariya Civata Minbicê nabe û Amerîka wê di vî warî de aliyên peywendîdar haydar bike."

Dr. Cawîdan Kemal Hesen - Nûnerê Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê
© Sputnik / Osman Başqalî
Dr. Cawîdan Kemal Hesen - Nûnerê Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê

‘Gelo metirsiya wê yekê heye ya ku li Efrînê bûye û niha tirk dibêjin li Minbicê jî dê bikin, li devera Rojhelatê Firatê jî dûbare bibe?'

‘TIRKIYE NE TENÊ METIRSIYÊ LI SER BAKÛRÊ SURIYÊ Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ, TIRKIYE LI SER TEVAHIYA CÎHANÊ METIRSÎ YE'

Cawîdan Hesen "Ya rastî eger rê bidin Tirkiyê ya ku li Efrînê kiriye dê li Minbic û Kobanê û Qamşlo jî bike. em bi hêvî ne tenê Amerîka hemû welatên cîhanê rê ji vê siyaseta dijminkariya dewleta tirk li hember gelê kurd bigirin. Tirk dixwazin demografiya Bakûrê Suriyê biguherînin û kurdan koçber bikin. Ji bo ku grubên radîkal û tundkar ku ew piştevaniya wan dikin li cihê kurdan bi cih bikin. Bi rastî Tirkiye ne tenê metirsiyê li ser Bakûrê Suriyê û Rojavayê Kurdistanê; Tirkiye li ser tevahiya cîhanê metirsî ye. Tirk ne tenê dixwaze bikeve Kobanê û Qamşlo, herwiha dixwaze bikeve Hewlêr û Silêmanî jî, ji ber ku projeyekî berfireh di destê wan de heye û dixwazin dengê kurdan kêm bikin û nehêlin kurd bibin xwedî ti mafû destkeftiyê"

‘Hun weku Birêveberiya Xweserî û PYD bawer in ku Amerîka bo her rêketinekê rolekê dide we?'

‘BÊ XELKÊ MINBICÊ Û EW KESÊN KU EW RIZGARKIRIN LI SER MINBICÊ RÊKETINEK NABE'

Nûnerê Rojavayê, "ta niha aliyê Amerîkî tiştek li ser wê rêketinê misoger nekiriye ev yek, ya dûyan jî ji ber ku li Minbecê ji bilî hêzên Amerîkî hêzên Hevpeymaniyê weku Fransa jî hene. Hevpeymaniyê her tim gotiye bê xelkê Minbicê û ew kesên ku ew rizgarkirin li ser Minbicê rêketinek nabe. Divê nêrîna wan jî hebe, Minbic niha devereke aram e û xwedî sîstema xwe ye û ji aliyê xelkê wê deverê ve tê birêvebirin, hîç pirsgirêkek nîn e û ya tirk dibêjin tenê dixwazin vê mijarê mezin bikin ji bo propandeya helbijartnan bikar bînin.

Mijar:
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)

Bi heman mijarî:

'Li Minibcê ji ber koçberiyê metirsî heye ku keraseteke mirovî biqewime'
'Şandeyeke hevpeymaniyê serdana Minbicê kir: Em ê nehêlin komên çekdar têkevin bajarî'
Şervan Derwêş: Em hebûna leşkerî Tirkiyeyê li Minbicê qebûl nakin
Nexşerêya Minbicê, senaryoyên mihtemel û rola YPGê
Etîketan:
Minbic, Osman Başqalî, SPûtnîk Kurdistan, Cawîdan Hesen, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de