06:58 22 Hezîran 2018
AKP

Sedema rageşiya navbera AKPiyan a li Amedê çi ye?

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 01

Rageşiya nîşandana namzedên parlamenteriyê yên AKPê ya bajarê Amedê her diçe mezin dibe. Rageşî di nava partiyê de di mitînga Erdogan a li Amedê de bi awayekî eşker rû da. Li gorî îdîayan aligirên Mehdi Eker û Galip Ensarioglu pevçûne. Sedema rageşîyê çîye? Kî ji Ensarioglu aciz e û ew nekirin namzet? Kî destûr neda ku Ensarioglu biçe ba Erdogan?

Li bajarên kurdan di nava Partiya Geşedan û Dadweriyê (AKP) de mijara hilbijartina namzetên parlamenteriyê mezin dibe. Bi taybetî li Amedê ev pirsgirêk dibe sedema rexne û bertekan. Piştî namzetên AKPê yên Amedê hatin eşkerekirin, ewilî di 24ê Gulanê de rageşî bi daxuyaniya endamên Platforma Zazayan dest pê kir. Platforma Zazayan bi gelek endamên xwe di daxuyanîya xwe de gotin "Ev lîste lîsteyeke dûrî bendewariyên derdorên cuda ye. Ji navçeyên ku herî zêde ji AKPê re deng derdikeve namzet nehat nîşandan. Listeyên namzetan li gorî pîvanên bajêr nehatîye amadekirin."

ENSARİOGLU: JI BER KU EZ NE LI GORÎ KONSEPTA TIFAQA MHP Û BBPê BÛN, NEKIRIM NAMZET

Ev pirsgirêk weke nîqaşa di navbera namzetên AKPê ya Amedê û parlamenterê AKPê yê niha Galip Ensarioglu xwe nîşan dide. Aligirên Ensairoglu ji ber ku Ensarioglu namzet ne hat nîşandan bertek nîşan didin. Ensarioglu niha di xebatên hilbijartinê de bi partîya xwe re tevnagere û cuda dixebite. Ensarioglu di daxuyanîyeke xwe de têkildarî mijarê wiha dibêje "Mi ji bo Amedê gelek xizmet kirin. Dibe ku ev xizmet hineka rehetsiz kiribe. Dibe ku ez ne li gorî konsepta tifaqa MHPê û BBPê bim û ji ber wê ez nekirim namzet. Ji mi re tiştek ne gotin. Bi taybetî daxuyaniyên minyên ji bo heremê dibe ku hinekan rehetsiz kiribe. Ev tiştekê normal e ji ber ku mi bi hinceta ez wan rehetsiz bikim axivîm."

TÊ ÎDIAKIRIN KU DI NAVBERA ENSARIOGLU Û SOYLU DE NÎQAŞ DERKETIYE

Ensarioglu di daxuyanîya xwe de nav nabêje lê kulisên AKPê dibêjin ku ew kesê behsa wî dike Wezirê Karê Navxweyî Suleyman Soylu ye. Li gorî îdîayê, Soylu ji daxuyaniyên Ensarioglu yên li ser mijara pirsgirêka kurd de rehetsiz buye û navbera wan ne baş bûye. Li gorî heman çavkanîyan tê îdîakirin ku dema Erdogan li Amedê diçe serdana walitîyê Ensarioglu jî dixwaze biçe wir lê parêzvan destûr nadin ku bikeve hûndir. Sedemek din ya nîqaşê jî weke birayê Ensarioglu tê nîşandan. Li gorî îdîayê birayê Ensarioglu ji gelek kesan boneya wan di şaredariyê de bixe kar pere girtîye û ev yek jî bûye sedama nîqaşê.

DI MITÎNGA ERDOGAN DE NİQAŞ Û REGEŞÎ BI AWAYEK EŞKERE RÛ DA

Di 26ê Gulanê de, di mîtînga danasîna namzetan de ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beşdar bibû, nîqaş û rageşî bi awayekî eşkere rû dan. Ensarioglu di mitîngê de derneket platformê û di nava gel de cih girt. Di mîtîngê de dema yeko yeko navê namzetan hat xwendin, hin namzet hatin protestokirin. Piştî vê yekê Namzedê AKPê ya Amedê ku di rêza yekem de ye Mehdi Eker axaftina xwe dirêj nekir û ji platformê daket. Paşê li qada mîtîngê di navbera alîgirên Eker û kesên ew protestokirin de pevçûn derket. Tê gotin ku ev kes aligirên Ensarioglu ne. Mehdi Eker, dema ji bo axaftinê derket ser dike hin AKPiyan ew ew protesto kirin.

ÎDÎYA BERTILÊ

Têkildarî mijarê de gelek îdîa tên axaftin. Yek ji wan jî îdîaya bertilê ye. Tê îdîakirin ku Mehdi Eker lîsteya namzetiya ji bo parlementeriyê amade kiriye. Li gorî îdiayan namzetê AKPê Erdal Atik ji bo di rêza sêyemîn de bê nîşandan, 5 milyar TL pere daye Eker. Lê belê piştî lîste hat diyarkirin, Atik di rêza 5an de hatiye nîşandan.

Bi heman mijarî:

'Hilbijêrên AKPê di hin mijaran de aciz in'
'Li gor 1ê Mijdarê rêjeya dengê AKPê ketiye'
AKPê pêşniyazî namzedên xwe kir ku tev li merasîmên cenaze û dawetan bibin
Berdevkê AKPê: Artêşa me berbi Qendîlê ve diçe
Avakarê AKPê bangî Erdogan kir: Tirkiye ber bi felaketekê ve diçe
Etîketan:
namzed, pirsgirek, Sputnik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de