01:25 18 Hezîran 2018
Şervanên YPGê

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Dê YPG çekên xwe radestî me bike

© Sputnik / Hikmet Durgun
Nêrîn
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin, YPG piştî vekişandina ji Minbicê dê çekên xwe radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bike. Fermandarê Meclîsa Leşkerî Xelîl Bozî diyar kir ku YPG piştî vekişandina ji bajêr dê çekên xwe radestî me bike. Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk jî li Minbicê bi rayedarên Meclîsa Leşkerî û HSDê re hevdîtin pêk anî.

Hikmet Durgun

Piştî lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê, YPGê bi fermî eşkere kiribû ku şewirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê vekişînin. Hat diyarkirin ku YPG piştî vekişandinê dê çekên xwe radestî rayedarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku yek ji pêkhateyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin.

Li gorî haydariyên ku ji çavkaniyên HSDê hatin wergirtin, Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk bi helîkoptera leşkerî doh çûye bajarê Minbicê û bi rayedarên Meclsa Leşkerî û HSDê re li dora 3 saetan civîn pêk aniye.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bozî li ser mijarê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku şewirmendên leşkerî yên YPGê di nav çend rojan de wê ji bajêr veqetin û got: "YPGê di dema rizgarkirina Minbicê de gelek alîkarî dan me. Piştî rizgarkirina sala 2016an jî hêzên xwe ji bajêr kişandin. Tenê şewirmendên xwe yên leşkerî li bajêr hiştibûn. Hêzeke mezin li bajêr nehiştin. Hejmerek hindik şewirmendên leşkerî yên YPGê li bajêr hene. YPG wê hêza xwe bikşîne û dema hêza xwe kişand jî dê çekên xwe radestî Meclîsa Leşkerî bikin. Niha tenê li bajêr şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hene. Şervanên HSDê û YPGê li bajêr tine ne."

Bi heman mijarî:

Şervan Derwêş: Em hebûna leşkerî Tirkiyeyê li Minbicê qebûl nakin
Giringiya Minbicê bo YPG Tirkiye û Amerîkayê çi ye?
Pentagonê bersiva da îdîaya Çavuşoglu ku modela Minbicê li herêmên din jî were cîbicîkirin
Nexşerêya Minbicê, senaryoyên mihtemel û rola YPGê
YPG: HSDê li Minbicê dimîne
Etîketan:
çek, YPG, Sputnik, Xelîl Bozî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de