09:46 23 Hezîran 2018
Generalê Amerîkayê Jamie Jarrard li Minbicê

Giringiya Minbicê bo YPG Tirkiye û Amerîkayê çi ye?

© AP Photo / Susannah George
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 12

Piştî lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê ku hêzên YPGê ji Minbicê vekişin, çarenûsa bajarî dîsa bû rojev. Gelo girîngiya Minbicê ji bo Tirkiyeyê û hêzên din çi ye? Çima Tirkiye naxwaze, YPGê li herêmê bimîne. Tirkiye ji bo di krîza Sûriyeyê de destê xwe zexm bike û bandora YPGê zêdetir nebe dixwaze wan ji herêmê derxe.

Wezîrên Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlu Çavuşoglu li Washingtona paytexta Amerîkayê li ser nexşereya Minbicê ya di navbera her du welatan de li hev kiribûn û YPGê jî bi fermî ragihand ku şewirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê vekişandine. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bozî ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku dê şêwirmendên leşkerî yên YPGê ji bajêr derkevin û parastina bajêr jî şervanên Meclîsa Leşkerî ku yek ji pêkhateyên HSDê ne pêk bînin.Gelo girîngiya Minbicê çi ye ku evqas nîqaş li ser wê çêdibin?

TIRKIYE DIXWAZE ÎHTÎMALA AVAKIRINA DEWLETA KURDÎ JI HOLÊ RAKE

Girîngiya Minbic ji bo Tirkiyeyê ew e, eger Minbic kontrol bike dê li herêmê nifûza xwe zêdetir bike, bandora kurdan a li herêmê lawaztir bike û rêya di navbera Heleb û Rojhilatê Firatê de ku niha gelek stratejîk e kontrol bike da ku di krîza Sûriyeyê de bihêztir bibe. Herwiha bi vê yekê dixwaze YPGê hêsantir kontrol bike û pêwendiya YPGê bi rojavaya Çemê Firatê re bide qutkirin û nehêle ku kurd xwe bigihînin behrê, ji ber ku Tirkiye hesab dike ku kurd dixwazin li herêmê korîdoreke kurdî ava bikin û xwe bigihînin Deryaya Spî. Herwiha beriya niha Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû ku piştî operasyona Efrînê, armanca wan Minbic e û niyeta wan ew e ku hemû erdên di bin kontrola YPGê de ji wan bistînin û heta sînorê Îranê biçin û ihtîmala avakirina dewleta kurdî ji holê rakin. Gelek şîrovekarên siyasî dibêjin ku Tirkiye bi operasyonên li dijî Efrînê, Cerablûs û El Babê ev plana xwe daye destpêkirin.

GIRÎNGIYA MINBICÊ BO KURDAN ÇI YE?

Girîngiya Minbicê ji bo kurdan çi ye? Dema Minbic di destê kurdan de bimîne, hêzên YPGê bi hêsanî dikarin derbasî rojavayê Çemê Firatê bibin û danûstandina bi hikûmeta Sûriyeyê re bihêztir bike. Ev jî fişarên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û herêmên di bin kontrola kurdan de dê siviktir bike. Niha parastina bendava Tişrînê ji aliyê kurdan ve pêk tê û ji bo vê yekê jî stratejiya Minbicê bo kurdan girîng e. Herwisa ji bo sîstema fedaralî ku kurd bikaribin li bakurê Sûriyeyê bidin qebûlkirin, divê bêtir li herêmê bihêz bibin, ji bo vê jî divê pêwendiya wan bi herêmên din re hebin û ev jî di ser Minbicê re pêkan e.

AMERÎKA JI NÊZÎKBÛNA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ GELEK ACIZ E

Gelo Amerîka çima lihevkirineke di derbarê Minbicê de bi Tirkiyeyê re kir? Kirîna pergala parastina hewayî ya S-400î, avakirina tesîsên nukleerî ji aliyê Rûsyayê ve, di encama hevdîtinên Astanayê de ku Tirkiye bû yek ji aktorên herî girîng ên di krîza Sûriyeyê de. Van tiştan Tirkiye û Rûsyayê bêtir nêzî hev kirin û ji bo çareseriya krîzê bi Rûsyayê re herêmên kêmkirina rageşiyan hatin avakirin. Ji ber van sedeman nêzîktiya Tirkiye û Rûsyayê gelek acizî da Amerîkayê. Amerîka bi awayeke eşkere dibêje ku nabe endameke NATOyê sîstema parastina hewayî ji Rûsyayê bikire û ewqas nêzî Rûsyayê bibe. Amerîka bi vê li hev kirinê dixwaze têkliyên bi Tirkiyeyê re baştir bike û Tirkiye ji Rûsyayê dûr bigire.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd
© Sputnik / Hikmet Durgun

FRANSA ÇIMA HÊZA XWE ŞAND MINBICÊ

Ji ber çi Fransa hêzên xwe şandin Minbicê? Piştî bihêzbûna Brîtanyayê li Iraqê û kontrola Kerkûkê ket destê wan. Fransa ji ber ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê veqetiya û îhtîmala vekişîna Amerîkayê ji Minbicê ku niha Amerîka û Tirkiye nêzî hev bûn, xwest li Rojhilata Navîn herêmêke di bin kontrola wan de bimîne daku bikare siyaseta xwe li hemberî brîtaniyan bide meşandin, hêzên xwe şandin herêmê.

Bi heman mijarî:

Nexşerêya Minbicê, senaryoyên mihtemel û rola YPGê
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji Minbicê venakişin
Berdevkê nû yê hevpeymaniyê: Li Minbicê ti guhertineke operasyonel nîne
Amerîkayê piştrast kir: YPG ji Minbicê vedikişe
Pispor Wilgenburg: Kes nizane bê ev peyman ji bo Minbicê tê çi wateyê
Etîketan:
girîngî, kurd, stratejî, YPG, Sputnik
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de