20:21 20 Hezîran 2018
hêzên ereb-bakurê Sûriyê

‘Amerîka dixwaze koalîsyona ereban li bakurê Sûriyeyê ava bike'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Nêrîn
Lînkê kurt
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (48)
0 10

Amerîka dixwaze li herêmên di bin kontrola HSDê yên li bakurê Sûriyeyê koalîsyona ereban ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, ava bike. Rayedarê Partiya Demokrata Kurd a Sûriyeyê Gelo Îsa diyar kir, li ser daxwaza Amerîkayê; Urdun, Misir, Mîrektiyên Ereban û Erebistan dixwazin koalîsyona ereban ava bikin, lê ji ber Rûsya, Îran, Tirkiyeyê newêrin.

Hikmet Durgun

Li gorî haydariyên ku hatin bidestxistin demeke berê şandeyeke şewirmendên leşkerî ku ji welatên Erebistana Siûdî, Urdun, Misir û Mîrektiyên Ereban pêk tên bi hêzên ereban re li baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li gundê Xerabişkê ku dikave başûrê Kobanê hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê hêzeke leşkerî ji erebên sunnî were avakirin hat rojevê. Herwiha şandeya ereban bi hêzên YPG û HSDê re jî hevdîtin pêk anîn.

‘EREBISTANA SIÛDÎ SOZA ALÎKARIYÊ DA ME'

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd a Sûriyeyê Azad Berazî derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Wezîrê Berpirsê Karên Kendavê û Balyozê Bexda yê berê ya Erebistana Siûdî Samîr es-Sebhan piştî rizgarkirina Reqayê gelek car bi me re hevdîtin pêk anî û soz ji bo ji nû ve avakirina Reqayê da me û got: "Niha hezêkî leşkerî ku ji dewletên ereban di bin banê koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike de were avakirin di rojevê de ye. Hevdîtinên ji bo avakirina hêzê berdewam e, lê heta niha encameke teqez nehatiye dayîn."

‘AMERÎKA JI WELATÊN EREBAN DAXWAZA ALÎKARIYA ABORÎ DIKE'

Rayedarê Partiya Demokrata Kurd a Sûriyeyê Gelo Îsa jî li ser mijarê ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku şandeyeke Erebistana Siûdî û welatên ereban di bin banê koalîsyona navdewletî de hatin Rojava û got: "Bi taybetî welatên ereban ji bo avakirina Reqayê dixwazin bibin alîkar. Dema welatên Rojava û Amerîka serdana Reqayê dikin bi taybetî nûnerên welatên ereban jî bi xwe re tînin. Amerîka ji bo avakirina bajarê Reqayê alîkariya aborîyê ji welatên ereban dike."

‘WELATÊN EREBAN JI BERTEKÊN RÛSYA TIRKIYE Û ÎRANÊ DITIRSIN'

Îso da zanîn ku Erebistana Siûdî û welatên din ên ereban dixwazin li bakurê Sûriyeyê koalîsyona ereban ava bikin, lê niha ji vê yekê ditirsin û wiha berdewam kir: "Amerîka dixwaze ku koalîsyona ereban bê avakirin. Lê ji vê yekê ditirsin. Lê ji berteka Rûsya, Tirkiye û Îranê ditirsin. Hêj tiştek zelal tine ye. Welatên ereban niha tenê dixwazin alîkariya mirovî bikin. Amerîka bi taybetî Erebistana Siûdî, Qeter û Mîrektiyên Ereban dixwaze bikşîne Sûriyeyê. Di warê leşkerî de dixwaze ew dewlet bên Sûriyeyê û parastina bakurê Sûriyeyê bikin. Amerîka dixwaze herêmên erebên sunnî anjî bakurê Sûriyeyê dide kontrola welatên ereban. Lê welatên ereban niha ji vê yekê ditirsin."

Mijar:
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (48)

Bi heman mijarî:

Koalîsyona Ereban hemû deriyên sînor bo Yemenê girtin
Artêşê li sînor operasyon li dar xist: 6 milîtan hatin kuştin
Çavuşoglu: Çekên ku dan YPGê dê ji wan bên stendin
Filmekî Rojava li festîvaleke navneteweyî xelata yekem wergirt
Îranê plana zêdekirina kapasîteya dewlemendkirina ûranyûmê ji NYyê re ragihand
Birayê Salih Muslim: Divê kurd piştgiriya Erdogan bikin
Etîketan:
YPG, avakirin, ereb, koalîsyon, Sputnik, Azad Berazî, Gelo Îsa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de