22:14 18 Hezîran 2018
Filmê Çîroka Bajarên Wêranbûyî, sînema

Filmekî Rojava li festîvaleke navneteweyî xelata yekem wergirt

© Foto : Sevînaz Evdikê
Nêrîn
Lînkê kurt
0 20

Komîna Sînemayê ya Rojava yekem xelata xwe ya navneteweyî ji bo filmê Çîroka Bajarên Wêranbûyî bi dest xist ku ji aliyê çîroka sê bajaran vedibêje; Kobanî, Şingal û Cezea.

Komîna filman a Rojava li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku filmê wan " çîroka bajarên wêranbûyî" xelata yekem li Festîvala Filman a Meksîkoyê ya Navdewletî wergirtiye.

ÇÎROKA SÊ BAJARAN E; KOBANÎ, ŞINGAL Û CEZEA

Sînemakara kurd Sevînaz Evdikê derbarê filmê de ji Sputnik Kurdistanê re axift û got ku ev film yekem filmê produksyona Komîna Filman a Rojavayê ye ku xelateke navdewletî werdigire û li ser çîroka filmê jî wiha dewam kir: "Film, filmekî dirêj e lê ji sê kurtefilman pêk tê. Sê kurtefilmên ku li sê bajaran pêk tê; Kobanî, Çingal û Cezea ne. Senarîstê wê jî Onder Çakar e û derhênerê wê jî Şêro Hindê ye. Kurtefilmê li Şingalê derbas dibe, behsa hemû rengên ku berê li bajarî hebûn dike lê bajar xera bûye, heman bajar e lê ti kes lê tine. Kobanî jî çîroka sê zarokan e ku li kûçikê xwe digerin û wan piştî şerî ew nedîtiye. Cezea jî çîroka bav û lawekî ne ku bixwe ji Cezeayê ne lê niha Qamişloyê û zarokê wan li Cezeayê şehîd ketiye."

YEKEM FILMÊ KOMÎNA ROJAVA YE KU XELATÊ WERDİGİRE"

Evdikê diyar kir ku ev film produskiyona Komîna Filman a Rojavayê ye û wê him pêş-produkisyon him jî paş-produksiyona wê filmê kiriye û got, "ez nizanim bê ev yekem filma Rojava ye ku xelateke navdewletî distîne yan na lê ev yekem filma Komîna Filman a Rojavayê ye ku xelateke navdewletî distîne."

"ÇÎROKA WAN BAJARAN DIBÊJIN"

Di berdewamiya axiftina xwe de, Sevînaz Evdikê destnîşan kir ku film çîroksazî ye û ne belgefilmî ye û wiha got: "Lîstikvanên filmê hemû ji wan bajaran in ên ku me film li ser wan çêkiriye. Lê mesele ew e ku hemû lîstikvanên (pofesyonel) in lê kesên asayî ne. Lê mesele li Şingalê di dawiyê de şervanek derdikeve, diaxive. Li Kobaniyê jî di dawiyê de bavek derdikeve ku ew bixwe ji Kobaniyê ye û li Cezeayê jî dîsa hevalek derdikeve û diaxive. Ew kes kesên rastî ne û çîroka rast a wan bajaran dibêjin. Anku piştî çîrok diqede, ew derdikevin û çîroka wan bajaran dibêjin bê çawa wêran bûne."

Bi heman mijarî:

Filmên Şwarzenegger di 6 xulekan de
Endamekî DAIŞê yê berê: ‘Naveroka filmên propagandaya DAIŞê hemû derew in'
Li Cenêvê ‘Rojên Filmên Kurdistanê' dest pê dike
Filmên ku wê di Mihrîcana Cannesê cih bigrin diyar bûn
Li Leipzigê Hefteya Rojên Filmên Kurdî dest pê dike
Etîketan:
Cezea, Festîvala Filman a Meksîkoyê ya Navdewletî, Şingal, film, sînema, Kobanî, Komîna filman a Rojava, Sevînaz Evdikê, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de