21:56 24 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê  û ya Iraqê

Li Herêma Kurdistanê û Bexdayê xwenîşandan li dijî Tirkiyeyê bi rê ve çûn: Êdî bes e

© AFP 2018 / Safin Hamed
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 20

Îro saet 11ê berî nîvrojê hejmarek aktivîstan li himberî nivîsgeha Parlamentoya Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê xwenîşandanek li dijî ketina Artêşa Tirkiyeyê nav xaka Herêma Kurdistanê li dar xist. Herwiha aktîvîstên iraqî jî li Bexdayê li dijî Tirkiyeyê derketin û got, "êdî bes e".

Mihemed Ebdulah Hevserokê Tevgera Azad ku partiyeke nêzîkî PKKê ye, ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku "wan bangî tevahiya xelkê Kurdistanê kiriye da ku beşdarî vê xwenîşandanê bikin da ku peyamekê bidin Tirkiyeyê ku gelê kurd qebûl nake ku Tirkiye xaka Kurdistanê dagir bike".

"TIRKIYE HEWL DIDE MIFAYÊ JI REWŞA HERÊMA KURDISTANÊ BIGIRE"

Herwiha Ebdulahî got ku "mixabim ku Tirkiye herdem siyaseta dagirkeriyê li himberî welatên cîran meşandiye. Niha jî Tirkiye dibîne ku Herêma Kurdistanê ji ber qeyrana aborî, nakokiyên partiyên siyasî û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî hinekî lawaz e, lewra dixwaze mifayê ji vê derfetê bigire û xaka Herêma Kurdistanê dagir bike."

"TIRKIYE GELEKÎ JI PKKÊ DITIRSE Û DIBÊJE DÊ ROJEKÊ KURDISTANA BAKUR AZAD BIKIN"

Li gorî Ebdulahî, Tirkiye gelekî ji şervanên PKKê ditirse û "Tirkiye wiha difikire ku rojek dê were û PKKê dê Kurdistana bakur ji destê dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bikin."

"SEDEMEKE OPERASYONAN EW E KU BIBÊJIN, EM HÎN BI HÊZ IN"

Siyasetmedarê kurd di berdewamiya axiftina xwe de got ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî vê rewşê ji bo çend armancan bi kar tînin û wiha dewam kir: "Yek ji wan hiLbijartin e da ku peymakê bigihînin Tirkiyeyê ku ji raya giştî ya Tirkiyeyê re bibêjin ku ew bihêz in û dikarin li derveyî sînorên xwe şer bikin û bi wî awayî bêtir dengan bi dest bixin."

Herwiha Mihemed Ebdulah diyar kir ku wan yadaştek jî daye parlamenterên Kurdistanê da ku hikûmet û parlamento li himberî operasyonên Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê bêdeng nemînin û wiha got: "Tirkiyeyê nêzîkî 20 kîlometre li herêma Sîdekanê dagir kiriye. Divê hikûmet û parlamento helwesteke ron li himberî vê nîşan bide û peyameke zelal bide Tirkiyeyê da ku hêzên xwe ji we navçeyê vekişîne."

"WELATÊN HERÊMÊ MIFAYÊ JI NAKOKIYÊN PARTIYÊN KURDAN WERDIGIRIN"

Ebdulahî salên 90î bi bîr anîn ku partiyên kurdan şerê hev kiribû û wiha dewam kir: "Her partiyek di destê welatekî herêmê anî nav herêma Kurdistanê. Niha jî ew welat mifayê ji wan nakokiyên nav partiyên siyasî werdigirin û hewl didin bi heman şêweyî û heman siyasetê xaka Kurdistanê dagir bikin."

"AKTÎVÎSTÊN IRAQÎ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ: ÊDÎ BES E"

Ji hêla din ve, îro hejmarek aktîvîstên ereb xwenîşandanek li himberî balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê li dar xist û wan li pankartên xwe de nivîsîbû "êdî bes e ji Tirkiyeyê re" û "Tirkiye, dest ji siyaseta neyarane ya li dijî gelê Iraqê berdin" û "dest ji ava Dicleyê berdin" û "av negirin".

TIRKIYE AVA DICLEYÊ QUT DIKE, EV DÊ BIBE SEDEMA KARESATEKÊ

Piştî vê xwenîşandanê, biryar e ku balyozê Tirkiyeyê li Bexdayê civîneke çapemeniyê bi rê ve bibe û bibêje bê çima Tirkiyeyê ava çemê Dicleyê li ser Iraqê qut kiriye, ji ber niha metirsî heye ku qutkirina ava Dicleyê dê karesatekê bi ser Iraqê de bîne ku ev him dê di warê kiştûkalî de be û him jî di warê ava vexwarinê de be jî. Ji ber piraniya bajarên Iraqê ji Mûsilê heta Besrayê ava Dicleyê bi kar tînin.

"ÎRAN AVA ZÊYÊ BIÇÛK QUT NAKE"

Li Herêma Kurdistanê jî, Îran ava çemê Zêyê biçûk li ser Herêma Kurdistanê qut kiriye ku ew jî bûye sedema mirina gelek masî û ajalên ku li ser wê avê dijiyan û herwiha bûye sedem ku ava vexwarinê jî kêm bibe.

Lê konsulê Îranê li Silêmaniyê Sedulah Mesûdiyanî îro konferansek li dar xist û diyar kir, bi ti awayî ava vexwarinê li ser herêmê qut nake û dê beşa wê ya avê bişîne û dê ava Zêyê biçûk berde.

Bi heman mijarî:

Generalê amerîkî: Em dê alîkariya Tirkiyeyê di operasyona li dijî PKKê de nekin
Mattis li ser Efrîn, Şingalê û hebûna PKKê li wê derê axift
PKKê li navçeya Dihê ya Sêrtê êrişî baregeha leşkerî kir: 6 kuştî û 7 birîndar
‘Artêşa Tirkiyeyê ji ber êrîşên PKKê li Kanî Masê nikare pêşde biçe’
Bi hinceta rojnivîsên vekşîna PKKê, cezayê girtîgehê lê hat birrîn
Endamên PKKê êrişî cerdevanan kirin: 5 kuştî û birîndar hene
Endamên PKKê êrişî tabûra leşkerî kirin: Birîndar hene
Etîketan:
Mihemed Ebdulah, Sîdekan, Silêmanî, Bexda, Tirkiye, Iraq, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de