19:03 23 Hezîran 2018
Selçuk Mizrakli

Mizrakli: Wan rojan jî kurd tune bûn, aniha jî tune ne

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (188)
0 30

Namzedê parlamenteriyê yê HDPê Amedê yê rêza yekemin Selçuk Mizrakli got "Wan rojan jî kurd tune bu, îro jî kurd tune ne. Welat veguherandine girtîgeha gelan û yek rengî. Pirsgirêka tenduristî ya sîyasetê heye. Ez jî ji bo dermankirinê namzed im."

Namzedê parlamenteriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Amedê yê rêza yekemin Op. Dr. Selçuk Mizrakli têkildarî pirsgirêkên siyasî û hinceta namzedbûna xwe ji Ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî.

‘WAN ROJAN JÎ KURD TUNE BÛN, ANIHA JÎ TUNE NE'

Mizrakli têkildarî siyasetê dibêje ku li Tirkiyê gelek pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin û hatine taloq kirin heye. Mizrakli wiha axivî "Tirkiye ne xwedî tecrubeke ku pirsgirêkên xwe bi demokrasiyê çareser bike. Pirsgirêk kom bûne û divê werin çareser kirin. Tirkiye mozaîka gelan û bawerîyan e. Wan rojan jî kurd tune bu, îro jî kurd tune ne. Nîqaşek li ser nasname û bawerîya wan nayê meşandin. Ji bo keldanî, suryanî û ermenan jî wiha ye. Welat veguherandine girtîgeha gelan a yekrengî."

‘SERKEFTINA ŞER TUNE YE, WINDAKIRIN HEYE'

Mizrakli dibêje ku di mijara jinê, aborî û bawerîyan de jî gelek pirsgirêk hene û wiha got "Li Tirkiyê gelek pirsgirêk hene. Yek ji wan jî pirsgirêka kurd e. Dewletê 35 salan ev pirsgirêk weke ‘ewlehî' û ‘terorê' bi nav kir. Li vir şerekî pir mezin heye. Dîroka cihanê nîşan da ku serkeftîya şer tune ye, lê windakirinên wê gelek hene. Ji ber bi mijara şer tê nîqaş kirin vê pirsgirêkê kur dike. Ji ber wê divê hemu kes berpirsîyariyên xwe bi cih werîne. Ji bilî politîkayên şer divê em alîgirên aşitî û çareseriyê bin."

‘JI BO DERMANKIRINA NEXWEŞIYA SIYASETÊ EZ NAMZED IM'

Mizrakli wiha berdewam kir "Xizaniya bajarên kurdan ji ber politîkayên dewletê ye. Di şerê ku tê meşandin de behsa 500 milyar dolar tê kirin. Ji bilî wê bi qasî gelheyek bajarekî mirovan jiyana xwe ji dest daye. Divê em van bi fikirin û mudaxaleyî vê pêvajoyê bikin. Gelê kurd bedelên gelek giran daye û hêj jî dibêje aştî. Divê em jî bibin dengê gel. Ji ber wê mi xwest weke bijişk, weke mirovekî ez jî berpirsîyarî bigirim. Pirsgirêka tenduristî ya siyasetê heye. Ez jî ji bo dermankirinê namzed im. Ji bo dermankirina vê nexweşiyê hewce nake mirov beşa tibê bixwîne. Hemû kes dikare."

‘BI KONGREYA TIBÊ ME NÎŞAN DA KU ZIMANÊ KURDÎ TÊRÊ DIKE'

Mizrakli têkildarî zimanê kurdî jî wiha axivî "Hin derdoran di gotin ku zimanê kurdî ji bo fizîk, kîmya, biyolojî û di tibê têr nake. Di xwestin bêjin ‘zimanekî hov'. Wê demê bi tevlîbûna bijişkên kurd yên çar parçeyan me Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li darxist. Di encamên kongreyê de me Ferhenga Tibê û pirtûk derxist. Me nîşan da ku zimanê kurdî têrî hemû beşên tibê dike. Ev xebat di dirokê de cihê xwe girt."

‘JI BO YEKITÎYÊ DIVÊ FIKARÊN ME YÊN SIYASÎ LI PAŞ, YÊN NETEWÎ LI PÊŞ BE'

Mizrakli diyar kir ku ji bo kurdan yekitî pêwist e û wiha got "Yekitîya netewî daxwaza hemû kesa ye. Min jî di vê mijarê de xebat meşand. Di pêvajoyên Rojava, Şingal, Kerkûk û Efrînê de carek din derket holê ku bê yekitî pirsgirêk çareser nabin. Bingehek heye û em dikarin. Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê bibû weke kongreyeke netewî ya bijişkên kurd. Dibe ku cudahiyên me hebin lê divê em sînorekî bixin ber siyasetê. Heger em fikarên xwe yên siyasî bavêjin paş û fikarên xwe yên netewî bixin pêş em ê karibin bi serkevin."

Namzedê HDPê yê Amedê yê rêza yekemin Op. Dr. Selçuk Mizrakli
© Sputnik / Sertaç Kayar
Namzedê HDPê yê Amedê yê rêza yekemin Op. Dr. Selçuk Mizrakli

SELÇÛK MIZRAKLÎ KÎ YE?

Selçuk Mizrakli, di sala 1963yan de li navçeya Girê Sor a Rihayê hat dinê. Mizrakli ji Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hacettepeyê mezûn bûye û di sala 1991an de li nexweşxaneyên cûda yên Amedê nojdariyê dike. 27 sal in Mizrakli li Amedê dijî û bi xebatên xwe yên dijî xizaniyê tê nasîn. Ji ber wê ji aliyê gel ve tê nasîn û tê heskirin. Di serî de Odeya Bijîşkên Amedê û di gelek rêxistinên civaka sivîl de xebat bi rê ve birin. Mizrakli, 6 salan Serokatiya Giştî ya Komeleya Sarmaşikê kir û di Weqfa Mezopotamyayê de cih girt û ji bo perwerdeya Kurdî bê dayîn xebat bi rê ve birin. Di heman demê de pêşengê lidarxistina Kongreya Tibê ya Mezopotamya ye û derxistina Ferhenga Tibê ye.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (188)

Bi heman mijarî:

Bi keviran êrişî wesayîta HDPê kirin
'Armanca tifaqan xwestina xeniqandina HDPê bû'
Li Enqereyê rêvebereke HDPê hat desteserkirin
Temelli: Parlamentoya bê HDPê rejîma Erdogan e
Komeke MHPê bi kêran xwestin êrişî namzedên HDPê bikin
HDPê sozên xwe yên aboriyê eşkere kirin
Nûnerê suryanî yê HDPyî Tuma Çelik: Ji bo ku suryanî dengê xwe bidin HDPê em dê bixebitin
Etîketan:
Namzedê, Namzedê HDPê, Tenduristî, Hilbijartin, Sertaç Kayar, HDPê, HDP, Selçuk Mizrakli, Diyarbekir, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de