04:09 22 Hezîran 2018
Hêzên PKKê yên li derdora navçeya Mexmûrê

Berdevkê KCKê li ser îdîayên ku Artêşa Tirkiyeyê nêzîkî Qendîlê bûye ji Sptutnikê re axivî

© Sputnik / Hikmet Durgun
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 60

Berî çend rojan hêzeke Artêşa Tirkiyeyê ket nav gundê Bermîzeyê yê li devera Sîdekanê yê Herêma Kurdistanê û hinek berpirsyarên tirk daxuyanî dan ku ew hêz nêzîkî devera Qendîlê bûne û dê biçin Qendîlê û wê wêran bikin. Berdevkê KCKê ragihand ku ew îdîayên rayedarên tirk ne rast in.

Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê(KCK) Serhed Vartoyî ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku "ev operasyonên Tirkiyeyê berî demekê li ser herêma Kurdistanê dest pê kiriye û her roj şer û pevçûn li herêmên sînorî berdewam in û got, "ew êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser başûrê Kurdistanê ne ji bo gerîlayan e, ji ber ku gerîla li cihekî sabit nîn e. Gerîla li ser her çiyayekî di nav tevgerê de ne û bi giranî jî gerîlayên me li bakurê Kurdistanê ne. Ji Deryaya Reş heta Deryaya Spî gerîla hene."

"TIRKIYE ZÛ BI ZÛ JI WIR DERNAKEVE"

Li gorî Vartoyî, armanca Tirkiyeyê ew e ku bi behaneya PKKê herêma Kurdistanê dagir bike û wiha dewam kir: Pêwîst e, her kes vê mijarê bi vî awayî rastiya wê bibîne û dîroka dewleta tirk diyar e ku bikeve çi deverê, zû bi zû jê dernakeve û em wek gerîla berevaniya xaka başûrê Kurdistanê dikin lê pêwîst e ku hemû partî û hêzên siyasî û him jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û him ya Iraqê jî li himberî vê dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê xwedî helwest bin.

Pirsyarên Sputnik Kurdistanê û bersivên berdevkê KCKê Serdeh Vartoyî wiha ne:

"MESELEYA QENDÎLÊ PROPOGGANDAYA HILBIJARTINAN E"

Berpirsên tirk dibêjin ku nêzîkî çiyayê Qendîlê bûne, gelo ev agahî çiqasî rast in?

Ev propogandayeke bêbingeh e. Tiştê ew dibêjin, tenê propogandaya hilbijartinan e. Lê pêwîst e, em niyeta dewleta tirk baş bizanin ku dixwaze bi kûrahî axa başûrê Kurdistanê dagir bike.

"HÊZA HERÊMA KURDISTANÊ TINE BE, ŞERÊ TIRKIYEYÊ BIKE JÎ, DIVÊ HELWESTEKE SIYASî HEBE"

Hûn helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê heta niha çawa dinirxînin?

Mixabin ti helwesteke hikûmeta Herêma Kurdistanê li himberî vê dagirkeriyê tine û ev dagirkerî bi agahdariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji ber eger haya wan jê tine bûya, pêwîst bû ku helwesteke wan hebûya yan jî rê bigirta û şer bikira. Eger hêza wê tine ku şerê dewleta Tirkiyeyê bike jî, divê helwesteke wê ya siyasî hebe, lê ev tişt tine ne û ev jî tê wê wateyê ku rêkeftineke nepen di navbera herdu aliyan de heye.

"DEMA PÊVAJOYA ÇARESEROYÊ, GIRANIYEKE TIRKIYEYÊ HEBÛ LÊ NIHA SIYASETA WÊ ÎFLAS KIRIYE"

Têkiliya êrîşên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê bi hilbijartina 24ê Hezîranê re heye?

Bêguman, ev êrîşa dewleta tirk pêwendî bi hilbijartinên 24ê Hezîranê ve heye û dixwaze ji bo hilbijartinan bi kar bîne û pêla nijadperestiyê bilind bike lê di rastiyê de, vê siyasetê dewleta tirk têk biriye. Berî sê çar salan, gava ku besa pêvajoya çareseriyê dihat kirin, giraniyeje dewleta tirk li herêmê hebû, rewşa wê li hundir baştir bû lê piştî careke din li dijî PKKê dest bi şerî kir, Tirkiye di hemû qadan de, siyasî, aborî û têkiliyên navdewletî û civata navdewletî û ya navxweyî li ber teqînê ye. Erdogan ketiye rewşekê ku hewl dide ji her derê dengan bistîne da ku îtîbara xwe vegerîne lê siyaseta wî îflas kiriye.

Bi heman mijarî:

Şirketeke din li Kurdistanê berhemanîna xwe ya petrolê zêde dike
Endamê Komîsyona Hilbijartinê: Pêwist e daxwaza partiyên Kurdistanê bê bicihkirin
‘Li Kurdistanê dizîyeke bi plan û bi bername hat kirin'
Eniya Tirkmenan û 6 partiyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin werin betalkirin
Ebadî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî da
Li Kurdistanê partiyên siyasî ji encamên hilbijartinan bi guman in
Ceng Sagnic: Moskowa di pêwendiyên Kurdistanê de gelekî bi biryar e
Bi wêneyan dengdana taybet ya li Herêma Kurdistanê
Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir
Etîketan:
KCK, PKK, Recep Tayyip Erdogan, Serhed Varto, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de