04:18 22 Hezîran 2018
Parlamentoya Herêma Kurdistanê

Parlamenterên Kurdistanê li dijî ketina artêşa tirk bo nava gundên herêmê derketin

© REUTERS / Azad Lashkari
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 60

Piştî belavbûna wêneyên hêzeke tirk di nav gundekî devera Sîdekanê, hejmareke parlamantarên Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de daxwaza derxistina artêşa tirk kirin.

Parlementerê Tevgera Goranê Elî Heme Salih bo Spûtnîk Kurdistan raghand, "îro ji Goran û Yekîtiya Niştîmanya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtuya Îslamî û Komela Islamî û Partiya Komûnîst a Kurdistanê 13 parlemantarên daxuyaniyek hevbeş ragihand û tê de daxwaz ji hikûmet û desthilatdarên Herêma Kurdistanê û lraqê kiriye ku rê li hember artêşa tirk bigrin da ku bi kêfa serê xwe nekevin nava xaka Herêma Kurdistanê û wan dever û gundan jî çol bikin û vegerin ser sînorê xwe. "

'DIVÊ HEMÛ ALIYÊN SIYASÎ LI DIJÎ VÊ BINPÊKIRINA ARTÊŞA TIRK DERKEVIN'

Herweha got, "hatina artêşa tirk metirsiyeke mezin e ji xelkê Kurdistanê û pêwîst e hemû aliyên siyasî vê mijarê bi tundî li dijî vê hewildanê derkevin û bi eşkere li dijî siyaseta Tirkiyê rawestin û rê li ber binpêkirina serweriya xaka Kurdistanê bigrin. "

Salih got, "em daxwaz dikîn ku bi zûtrîn dem Parlemana Kurdistanê civîneke ne asayî li dar bixe û bang li hemû cîhanê bike û daxwaz ji hikûmeta herêmê jî bike, da ku xaka kurdistanê biparêze û biryara 37an a sala 2003yan cîbicî bike ku taybet e bi derxistina artêşa tirk ji xaka kurdistanê."

Di beşeke din a daxuyanyê da daxwaz ji hikûmet û parlemana lraqê û Netewên Yekbuyî(NY) û Nûner û Konsulên welatên biyanî li Hewlêrê kiriye ku li hember binpêkirina xaka herêma kurdistanê bê deng nemînin û di derxistina artêşa Tirk de rola xwe bileyîzin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî zanyariyên ku Spûtnîk Kurdistanê bidestxistibûn, roja 31ê Gulanê hêzeke leşkerên tirk ketibû nava gundê Bermîze û li ser ketina wê hêza leşkerên artêşa Tirkiyeyê çend wêne hatibûn belavkirin.

 

Bi heman mijarî:

Berdevkê PKKê: Ger derfet hebe, hêzên tirk wê hemû gundên Kurdistanê dagir bikin
Dr. Mihemed: Dibe ku partiyên nerazî bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinên Kurdistanê bibin
PDKê 43 saliya YNKê pîroz kir: Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke nû
Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir
Etîketan:
Osman Başqali, Parlementerên Kurdistanê, Daxuyanî, Kurdsitan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de