00:44 18 Hezîran 2018
Navenda Hunerê ya Mordem Gund bi gund digere û hêviyê dide zarokan

Gund bi gund digerin û hêviyê didin zarokan

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 10

Li Amedê bi naveroka xwe navendek cuda ya hunerê bi navê ‘Navenda Hunerê ya Mordem' ava dibe. Avakirina navendê didome lê hunermendê navendê li bende avakirinê neman û gund bi gund digerin û bi şanoyê derdikevin pêşberî zarokan.

Li Amedê bi navê Navenda Hunerê ya Mordem navendek nû ya hunerê vedibe. Ev navend bi dik a 160 kesî û yekem navendek taybet a hunerê li Amedê. Navend di gelek beşên hunerê de dê perwerdehî bide. Avakirina navendê didome lê hunermend li bende navendê neman û dest bi xebatên xwe kirin. Hunermendên Navenda Hunerê ya Mordem gund bi gund digerin û bi çalakiyên hunerî derdikevin pêşberî zarokan. Hunermend bi piştgirîya Baroya Amedê heta niha li dibistanên gundên Farqin, Bismil, Çinar û Licê bi listîka şanoyê derketin pêşberî zarokan û zarok kêfxweş kirin.

‘LI NAVENDÊ DI GELEK BEŞÊN HUNERÊ DE DÊ PERWERDEHÎ WERE DAYÎN'

Koordinatora Navenda Hunerê ya Mordem Gulidar Gurbuz têkildarî xebatên xwe ji Ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî û got "Li Amedê di warê hunerê de me kêmasî dît û me dest bi xebatên avakirina navenda xwe kir. Em ê di beşên şano, dans, drama, muzîk, sûret, wêne û gelek beşên di de perwerdehî bidin. Dê weke dibistanek hunerê be. Em nabêjin em ê xwendevanên xwe bikin hunermend, em ê piştgirî bidin wan. Dik a me dê li gorî 160 kesan be û navenda me navendek taybet e. Ji ber wê ev li Amedê yekem e."

Kevneşopîya hezar salan: Ser Hivde
© Sputnik / Sertaç Kayar
‘EM DIXWAZIN HUNERÊ LI HER DEVERÊN AMEDÊ BELAV BIKIN'

Gurbuz wiha axivî "Ji bo zarokên me yên ku ji ber şer zirar dîtine em ketin vê rêyê. Bi hevalên xwe em bi listîka şanoyê gund bi gund gerîyan û derketin pêşberî zarokan. Zarok gelek kêfxweş bun û kêfxweşîya wan di çavên wan de xwe nîşan dida. Heta niha em li 5 gundan gerîyan. Ji bo zarokên Sûrê yên ku di şer de zirar dîtine jî projeyek me heye. Em dixwazin bi hunerê hêviyeke bidin wan. Di xebatên xwe de em cih didin çîrokbêji û dengbêjiyê jî. Armanca me ne hepskirina hunerê ye, em dixwazin hunerê li her deverên Amedê belav bikin."

 

Bi heman mijarî:

Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû
Festîvala Zarokan a Amedê birêve diçe
Festîvala Fîlman ya Amedê dest pê kir
HRWê bangî Îranê kir: Îdama zarokan rawestîne
‘Gelek zarokan firotine leşkerên Amerikî yên li Încîrlîkê’
Li Kurdistana Îranê ji bo zarokan konserek hat lidarxistin
Etîketan:
Hêvî, zarok, Huner, Sertaç Kayar, Sputnik Kurdistan, Navenda Hunerê ya Mordem, Diyarbekir, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de