22:28 18 Hezîran 2018
HDP-Partiya Demokratîk a Gelan

'Armanca tifaqan xwestina xeniqandina HDPê bû'

© Sputnik / Osman Orsal
Nêrîn
Lînkê kurt
Vejdi Uluç
0 14

Namzedê HDPê yê rêza yekem ê bajarê Rihayê Nimetullah Erdogmuş derbarê sedema biryara hilbijartina pêşwext a 24ê Pûşberê, xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), awantaj û dezawantajên girtina namzedê partiyê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş ji Sputnik Kurdistanê re vegot. Erdogmuş: "Armanca tifaqan ew bû ku HDPê derî hilbijartinan bihêlin."

Bi biryara hilbijartina pêşwext ve li Tirkiyeyê siyaset cardin rojeva herî sereke. Bi daxuyannameyan partiyan sozên xwe ji gel re eşkere kirin û bi mitîng û çalakiyên cûrbicûr xebatên xwe berdewam dikin. Derbarê xebat û rewşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de namzedê rêza ewil yê bajarê Rihayê Nimetullah Erdogmuş ji sputnik Kurdistanê re axivî.

'ZÎHNEYETA KU HILBIJARTINA PÊŞWEXT BI XAYINTIYÊ NAV DIKIR, BÛYE MEHKÛMÊ WÊ'

Nimetullah Erdogmuş sedema biryara hilbijartina pêşwext bi bendewariyên hikumetê yên ku ji Efrînê bidestnexistin û bi aloziya di nava hikumetê de girê da: "Beriya hertiştî stendina biryara hilbijartina pêşwext, krîz û aloziya di hikumetê de nîşan dide. Çimkî piştî operasyona Efrînê, hêviyên ku dihatin payin nehatin bidestxistin, yanî hêvîşikestî bûn. Ji aliyê din ve rewşa aboriyê bû sedema qurfê, sedemên herî sereke yên biryara hilbijartina pêşwext ev in. Ji ber vê jî em ji vê hilbijartinê re nabêjin hilbijartina pêşwext, em dibêjin hilbijartina qurfê. Zîhniyeta ku hilbijartina pêşwext wek îxanet û xayintiyê bi nav dikir, tê xuyakirin ku xwe kiriye mehkûmê hilbijartina pêşwext."

'ARAMANCA TIFAQAN XWESTINA XENIQANDINA HDPê BÛ'

Erdogmuş armanca tifaqan bi van gotinan eşkere kir: "Armanca herdu tifaqan (Cûmhûr û Mîllet) ew bû ku bêyî HDPê hilbijartinê li dar bixin û encamên ku payin dikirin bidestbixin, lê ji roja ewil ve Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îspat kir ku partiya herî girîng e û qedera hilbijartina 24ê Pûşberê di destê wê de ye. Kesên ku dixwazin HDPê di bin benda hilbijartinê de bifetisînin, em dizanin ku ji bo armanca ji %50+1ê jî wek partiya herî girîng dibînin."

'ENCAMÊN HILBIJARTINÊ DÊ BIKEVE DÎROKÊ'

Namzedê HDPê eşkere kir, şert û mercên hilbijartinê ne wekhev in, ev jî dibe sedema pêşbaziyek bêedaletî: "Wek partiya HDPê xebatên me li gor bidestxistina encamek ku dê bikeve dîrokê berdewam dikin, bi hemû teşkîlatên xwe ve di wê astê de em xebatan dimeşînin. Hilbijartinekê bifikirin ku derfetên wê ji bo her namzedî newekhev e, yanî pêşbaziyek bêedalet e. Li hêlekê HDPya ku dest û lingê wê girêdayî, li hêla din jî blokên ku xwedî her derfetî ne. Lê tevî hemû neyîniyên li dijî HDPê em hêvîşikestî nabin."

'DEMIRTAŞ DÊ NAMZEDÊ ALTERNATÎF Ê TÛRA DUYEMBÛYA'

"Birêz Selahattin Demirtaş di girtîgehê de wek namzedekî rehîngirtî ye, lê namzedên din bo pêşbaziya hilbijartinê di serî de biqedînin, di nav telaşekê de ne. Em vê îdiayê bêgûman bilêv dikin ku heke birêz Demirtaş di pêşbaziyek wekhevî de têbikoşiya, dê rêjeya dengê xwe derxista du qatan û bê nîqaş wê namzedê alternatîf ê tûra duyem bû ya. tevî hemû astengiyan pêkhatina îhtîmala îdiaya me hêj jî heye. Wîcdana mahşerî bêgûman bo qebûlkirina peyamên aştiyane û piştgiryê amadeye. Herwiha hilbijartinek ku ji her îxtîmalê re vekiriye, li bendeyî me ye."

'ÇARESERKIRINA MESELEYA KURD, DÊ DEMOKRASIYÊ JÎ BI XWE RE BÎNE'

Erdogmuş: "Piştî 24ê Pûşberê, encamên hilbijartinê dê bibe sedema ronîkirina welêt û pêşveçûna di her warî de. Çimkî HDP bi tenê ne ji bo welatê me, bo herêma Rojhilata Navîn jî wê bibe tevgera ronîkirinê. Di vê aloziyê de fersendên ku bidestkevin, wek HDPê em ê binirxînin û ji bo ronesansa sedsala 21em bixin rewacê. Herwiha çareserkirina pirsgirêka kurd dê demokrasiyê jî bi xwe re bîne. Piştî vê merhaleyê em ê xebatên çareseriyê bidin destpêkirin û rawestandinê ji holê rakin. Lê wekî ku tê dîtin, ev pêvajo bi vê hikumetê re ne pêkan e û birêve naçe. Bi çûna hikumetê re avakirina pêşerojek nû dê dest pê bike. Niha armanca me ya herî mezin ew e, bêyî zirardayinek mezin ev hikumet heyama xwe biqedîne û biçe. Ji xwe zirardayina wê ya heta îro bes e."

Bi heman mijarî:

HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
Etîketan:
partî, hdp, deng, hilbijartin, Nimetullah Erdogmuş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de