22:55 21 Hezîran 2018
Sezai Temelli

Temelli: Eger Demirtaş beriya hilbijartinê azad nebe em ê...

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
0 0 0

Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli ragihand ku ‘Bi sed hezaran kes heta deqeya dawî dê sindoqan biparêzin. Ji bo şopandina hilbijartinan bang li gelek saziyên Ewropa kirine û AGID hatîye. Herwiha Temelli destnîşan kir ku eger Demirtaş berîya hilbijartinê azad nebe dê di 25ê Hezîranê de em ê biçin û ji wir derxin.'

Li Tirkiyê ji hilbijartinên 24ê Hezîranê re 23 roj man. Di hilbijartinan de mijara herî zêde ya ku tê nîqaşkirin ewlehîya hilbijartinan û guhertina cihên sindoqan e. Ji ber ku herî zêde li heremên hilbijêrên HDPê cihê sindoqan tê guhertin ev rewş zêdetirbandorê li ser dengên HDPê dike. Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli mijara ewlehîya hilbijartinên di 24ê Heziranê û rewşa nazmetê serokomarî yê HDPê Selahattin Demirtaş ji Ajansa Sputnik Kurdistan nirxand û diyar kir ku ji bo şopandina hilbijartinê bangî saziyên li Ewropayê kirine û tewdîrên ji bo ewlehiya sindoqan jî wek partî û saziyên sivîl girtine.

‘BI SED HEZARAN KES DÊ SINDOQAN BIPARÊZE'

Temelli balkişand ser ewlehîya hilbijartinan û wiha axivî: "Saziyên dewletê û Lijneya Hilbijartina Bilind a Tirkiyeyê (YSK) ji bo rakirina ewlehîya sindoqan weke bi hevre di nava xebatekê den. Ji ber wê me jî ji bo mafê dengdayîn, îradeya sîyasî ya hilbijêran û boneya ku hilbijêr biryara pêşeroja xwe bila bi îradeya xwe bidin me ‘Platforma Hilbijartinê ya Adil' ava kir. Di nava vê platformê de hemu partiyên muxalif û gelek saziyên sivîl hene. Di hilbijartinên 7ê Mijdarê û hilbijartinên 1ê Heziranê de me bi çavên xwe dît ku desthilatdarîya Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan) çi dike, ji ber wê me tedbirên xwe girtine. Li dijî guhertina cihê sindoqan û dizîya dengan me 250 hezar hevalên xwe peywirdar kir. Ji Platforma Hilbijartinê ya Adil jî bi sed hezaran kes dê peywirdar be û sindoqan biparêze. Li dijî hewldanên desthilatdariyê ya ji bo rakirina ewlehîya sindoqan em ê li îradeya xwe û dengen xwe xwedî derkevin."

Murat Karayilan
© AFP 2018 / MUSTAFA OZER
‘FIKARÊN ME HENE LÊ ME TEWDÎRÊN XWE GIRTİ YE'

Temelli wiha berdewam kir "Desthilatdarîyek bi fen û gumanbar heye. Me ev di referandûma 16ê Avrêlê de bi awayek herî zelal dît. Di 16ê Avrêlê de zext li YSKê kirin û YSKê seat di 16.00an de biryar guhert û zerfên bê mohr qebul kir. Ji vê mezintir gumanbarî û fen nabe. Vê encama referandumê guhert. Ger di encamê de ‘Na' derketana dê Tirkiye niha di rewşek din de buya. Fikarên me hene lê em tedbîrên xwe jî digrin. Ev desthilatdarî û saziyên piştgirên wê dê dîsa serî li vê rêyê bidin, lê gel û peywirdarên sindoqan heta encamên hilbijartinan zelal bibe dê li ser sindoqan bin û dê li sindoqan xwedî derkevin."

Hevserokê HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli
© Foto : Navenda Giştî ya HDPê
‘JI BO ŞOPANDINA HILBIJARTINAN ME BANG LI SAZIYÊN EWROPA KIR'

Temelli anî ziman ku ji bo şopandina hilbijartinan bang li gelek saziyên Ewropa kirine û wiha berdewam kir "Me bang li gelek sazîyan kir. Niha Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGIT) li Tirkiye ye. AGIT dê ji hilbijartinên borî de bi hejmarek gelek zêde bi şopîne. Me bang li Parlamantoya Ewropa û gelek saziyên sivîl yên Ewropa jî kir. Ya ku zelal buye aniha AGIT e."

‘GER DEMIRTAŞ BERİYA HILBIJARTINAN AZAD NEBE DI 25ê HEZÎRANÊ DE EM Ê WÎ DERXIN'

Temelli têkildarî rewşa namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş jî ev tişt gotin: "Dadgeha Bingehîn ji bo Demirtaş divê biryara xwe bide. Neheqîyek gelek mezin heye. Neheqîya li ser mafan û li ser mafê hilbijirînê heye. Ev demek dirêje em nerazibûnên xwe tînin ziman. Mexdûrîyeta mafên hilbijarê jî heye. Divê hilbijêr hemıu namzetan bibîne, li wan guhdar bike û li gorî wê biryara xwe bide. Ev mafê hilbijêran jî tê binpêkirin. Niha em li benda biryara Dadgeha Bingehîn in. Divê dadgeh bi wêrekî biryara xwe bide. Ger Demirtaş berîya hilbijartinê azad nebe di 25ê Hezîranê de em ê biçin û ji wir derxin. Bi serkeftina me ya 24ê Heziranê dê ev desthilatdarî biçe û di serî de Demirtaş dê hemu hevalên me azad bibin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)

Bi heman mijarî:

YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
Etîketan:
azad, sindoq, ewlehî, hilbijartin, Sputnik, Sezai Temelli, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de