13:33 23 Hezîran 2018
Tuma Çelik

Nûnerê suryanî yê HDPyî Tuma Çelik: Ji bo ku suryanî dengê xwe bidin HDPê em dê bixebitin

© Foto : Tuma Çelik
Nêrîn
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
0 110

Namzedê HDPê yê Mêrdînê Tuma Çelik ragihand ku HDP partiyeke ku ji pêkhate û aliyên cuda cuda pêk tê û got, "berîya ku ez bibim namzed ez endamê avakar ê HDPê bûm. Li derveyî welêt gelheyeke mezin a suryaniyan heye ku mafê piraniya wan heye, di hilbijartinan de deng bidin. Ji bo ku ev gelhe dengê xwe bide HDPê em dê bixebitin."

mitînga HDPê
© REUTERS / Sertac Kayar
Li Tirkiyê 24ê Hezîranê hilbijartinên serokomariya Tirkiyê û parlamenteriyê têne lidarxistin. Yek ji van partiyên ku tev li hilbijartinan dibe jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye.

HDP di warê nîşandana namzedan de yeksaniya jin û mêran li ber çavan girtiye. HDPê di hilbijartinan de li gel namzedên kurd, namzedên tirk, ereb, oldar, çepgir û sosyalîst nîşan dane. Herwiha ji gelên qedîm ên kurdistanê yên weke êzidî, ermenî û suryaniyan jî, li deverên ku îhtimala hilbijartina wan heye namzed nîşan dane. Yek ji van namzedan jî namzedê Mêrdînê Tuma Çelik e. Namzedê Mêrdînê yê rêza sêyemîn Çelîk Nûnerê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê û Gerînendeyê Giştî yê rojnameya mehane ya suryaniyan Sabroyê (Hêvî) ye.

Nûnerê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê yê li Tirkiyê û Gerînendeyê Giştî yê rojnameya mehane ya Suryaniyan Sabroyê, Tuma Çelik li Mêrdînê di rêze sêyemîn de namzedê HDPê yê parlementeriyê ye.
© Foto : Tuma Çelik
Nûnerê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê yê li Tirkiyê û Gerînendeyê Giştî yê rojnameya mehane ya Suryaniyan Sabroyê, Tuma Çelik li Mêrdînê di rêze sêyemîn de namzedê HDPê yê parlementeriyê ye.

Tuma Çelik ji Spûtnîk Kurdistanê re derbarê pêvajoya xwe ya namzediyê û li ser plan û projeyên xwe axivî. Çelik got, "Wekî ku hûn jî dizanin HDP partiyeke ku ji pêkhate û aliyên cuda cuda pêk tê. Berîya ku ez bibim namzed ez yek ji endamê avakar ê HDPê bûm. Min weke nûnerê suryaniyên ewropayê di nava HDPê de cih girt û min xebatên xwe yên siyasî di nava partiyê de berdewam dikirin. Di serdema berê jî di nava HDPê de nûnerekî suryanî hebû, wî (Erol Dora) parlementerî jî kir. Dema ku em ketine prosesa hilbijartinê û dema hilbijartinê teqez bû, hem saziyên suryanî yên ewropayê û hem jî yên Tirkiyê civiyan û biryar dan ku namzedekî hevpar nîşan bidin û ev daxwaz ji partiyê re hat vegotin. Bi vî hawî namzedbûna min derkete pêş. Lewra HDPê jî min li Mêrdînê di rêze sêyemîn de wekî namzedê parlementeriyê nîşan da."

‘LI DERVEYÎ WELÊT GELHEYEKE MEZIN A SURYANIYAN HEYE KU PIRANIYA WAN DÊ DI HILBIJARTINAN DE DENG BIDIN'

Tuma Çelik da zanîn ku gelheyeke mezin a suryaniyan a ku li derveyî Tirkiyê dijî heye û hema bê tevahiya wê gelheyê dê dengê xwe bidin wî û partiya wî. Çelik ev tişt gotin:

"Berîya ku ez bibim namzed ez endamê avakar ê HDPê bûm. Li derveyî welêt gelheyeke mezin a suryaniyan heye ku mafê piraniya wan heye, di hilbijartinan de deng bidin. Ji bo ku ev gelhe dengê xwe bide HDPê em dê bixebitin. Xebatên me yên li derveyî welêt di çarçoveya amadekariyên saziyên siryaniyên ku min weke namzed nîşan dane dê bi rê ve biçe. Dibe ku ez jî biçim û weku kes tev li xebatên wan bibim lê li vir jî pêwistî bi xebatê heye."

Çelik da xuyakirin ku ew namzedê suryaniyan e û bêhtir dê li ser mafê suryaniyan bixebite, "ji ber ku ez nûnerê suryaniyan im, teb‘en ez dê bêhtir li ser mafên suryaniyan bixebitim lê em di demeke hesas a ku herkesî peywendîdar dike de derbas dibin.Û ya ku vê demê diyar bike hilbijartinên 24ê Hezîranê ye. Lewra hem ji bo gelê suryanî û hem jî bo ku HDPê bi awayekî xurttir li parlemanê were temsîlkirin em dê xebatên xwe bimeşînin."

‘DI PROJEYA ME JIYANA NÛ DE JI BO KU HEMÛ PÊKHATE, ETNÎSÎTE, ÇÎN Û BAWERÎ BI AWAYEKÎ AZAD BIKARIBIN WERIN TEMSÎLKIRIN EM DI NAVA XEBATAN DE NE'

Çelik di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser pirsgirêkên xelkê suryanî û got, "Wekû partî manîfestoyeke me ya ‘jiyaneke nû' heye. Di vê projeya jiyana nû de ji bo ku hemû pêkhate, etnîsîte, çîn û bawerî bi awayekî azad dê bikaribin bêne temsîlkirin em di nava hewildan û xebatan de ne. Li Tirkiyê bi tenê pirsgirêkên suryaniyan tine ne lê pirsgirêkan wan jî hene. Bo nimûne wekî ku cenabê we jî dizane mal û milkên suryaniyan têne pêpeskirin. Bo nimûne weke pêvajoya Dêrul Umûrê. Pirsgirêkên me gişan hene lê ji ber suryanîbûna me pirsgirêkên me yên taybet jî hene. Ger em li parlementoyê baş werin temsilkirin, li gorî pêşbînî û rêbazên partiya me, em dê hewil bidin bi awayekî karîger hemû pirsgirêkan çareser bikin. Hem wekî partî û hem jî weke suryaniyan em dê pirsgirêkên suryaniyan bînine rojevê û ji wan re pêşniyazên çareseriyê yên alternatîf pêşkêş bikin. Di vê mînvalê de em xebatên xwe bimeşînin."

Bi heman mijarî:

HDPê 13 namzedên xwe guherandin
Demirtaş derbarê hewildana tifaqa HDPê û partiyên Kurdistanî daxuyanî da
Li Amedê serdegirtina malan: Xebatkarên buroyên hilbijartinê yên HDPê hatin desteserkirin
Parlamenterê HDPê lêborîn xwest
Nûnerê HDPê: Hêvîdar im partiyên kurdan dengê xwe li derveyî doza neteweyî nedin
HDPê bo berdana Demirtaş gavek din avêt
Li Hatayê êrîşî namzeda HDPê kirin
'Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Siryanî gihîştin eniyên şer ên Efrînê'
Pentagonê ji bo Meclisa Siryanî ya dê biçe Efrînê daxuyaniyek da
Etîketan:
Gerînendeyê Giştî yê Sabroyê, NazmZedê Siryanî, Nazmedên HDPê, Hilbijartinên Tirkiyê, Namzed, Suryan, Hilbijartin, Suryanî, Mevlut Oguz, Sabro, Spûtnîk Kurdistan, HDP, Tuma Çelik, Mardin, Mêrdîn, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de