19:01 23 Hezîran 2018
Endanê Polîtburoya YNKê Aso Mamend

Mamend: Serkeftina YNKê li Kerkûkê, serkeftina tevahiya Kurdistanê ye

© Sputnik / Osman Başqalî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Endamê Polîtbîroaya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û berpirsê melbenda Kerkûkê Aso Mamendî bersiv da pirsyarên Sputnik Kurdistanê yên derbarê îdîayên tirkmen û ereban de ku kurdan sextekarî di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de kirine û encam li gorî berjewendiyên xwe guhertine ku ev tişt bi taybetî ji bo YNKê tê gotin.

Kerkûk
© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Mamendî got, "bi rastî ev tohmet seyir in. Em wek kurdên ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê êdî li Kerkûkê ne desthilatdar in û ne hêzeke me ya leşkerî ne ya îdarî heye, gelo em ê çawa bikarin sextekariyê di hilbijartinan de bikin? Di wê demê de ku ereb û tirkmen li Kerkûkê desthilatdar in lewra ev yek gelekî dûrî aqil û mentiqî ye. Wan hemûyan hewl da ku encamên hilbijartinan li gorî berjewendiyên wan bin lê wan nekarî dengên kurdan kêm bikin."

Pirsyarên Sputnik Kurdistanê û bersivên Mamendî wiha ne:

Gelo hewlek heye ku encamên hilbijartina Kerkûkê werin guhertin?

Ji roja 12ê Gulanê ve, ti encamekî kurd ê di komiysona hilbijartinan cî digir li Kerkûkê nemaye û hemû derxistin. Flaş, dane û hejmara dengan li Kerkûkê niha li cem cîgirê Serokê Komisyonê ne ku kesekî tirkmen e û bi ser eniya tirkmenî ve ye. Ji aliyê din ve, di bin navê xwenîşandan û aloziyan, rê nehatiye dan ku sindoqên dengdanê bişînin Bexdayê û Eniya Tirkmenan bûye rêgir.

"DIBE PLANEKE HERÊMÊ JI BO GUHERTINA DENGÊN KERKÛKÊ HEBE"

Di heman demê de em baş dizanin ku Eniya Tirkmenî bi ser Tirkiyeyê ve û dibe planeke herêmî hene ku hewl bidin, encamên hilbijartinan li Kerkûkê biguherîne. Rast e, Eniya Tirkmenî dengên xwe li Kerkûkê zêde kirine lê ew bi dengên kurdan razî nîne.

"40 HEZAR DENGÊN KURDAN JI BER PIRBÛNA LÎSTEYAN HEDER ÇÛ"

Encamên hilbijartina Kerkûkê peyameke çawa da Iraq û cîhanê?

Her kes wiha bawer dikir ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê Kerkûkê ji destê kurdan derketiye û dîsa nezîvire. Lê encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kurdistanîbûna Kerkûkê ji Iraq û hemû cîhanê re selimand, eger hemû partiyên kurdan bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibûna, hejmara kursiyên kurdan dibû, 7 ji ber nêzîkî 40 hezar dengên kurdan ji ber hebûna gelek lîsteyan, heder çûn û betal bûn.

"ENCAMÊN HILBIJARTINAN ÎSBAT KIR KU KERKÛK BAJAREKÎ KURDISTANÊ YE"

Aliyên himberî jî, erebên şovînîst û tirkmenan hewl da ku dengên kurdan li Kerkûkê kêm bikin, ji bo ku hejmara kursiyên wan jî kêm bibe lê encam berovajî bûn û ji cîhan û Iraqê re îsbat kir ka rêjeya kurdan li Kerkûkê çiqaas e. Niha jî ew alî nikarin van encaman qebûl bikin, ji ber bi wan gelekî zehmet û giran tê ku îtîraf bikin ku piraniya xelkê Kerkûkê kurd in û Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye.

"MIJARA KERKÛKÊ MIJARA DANÛSTENDINÊ LI BEXDAYÊ BÛ"

Serkeftina kurdan bi rêya YNKê dê çiqasî bibe sedem ku desthilata kurdan dîsa vegere Kerkûkê?

Serkeftina YNKê, tenê ne serkeftina yek partiya siyasî ye. Serkeftina tevahiya Kurdistanê ye. Kurdistan li Kerkûkê bi ser keftiye. Bê guman ev yek dibe sedem ku em daxwaza mafên xwe yên îdarî li parêzgehê bikin, bi taybetî jî posta parêzgeriyê û yek ji mercên danûstendina şandeya YNKê li Bexdayê jî pirsa Kerkûkê bû ku pêwîst e, rewşa Kerkûkê him di warê siyasî û îdarî de û him jî di warê ewlehiyê de jî were asayîkirin.

Bi heman mijarî:

Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
Parlamento îro bi mijara Kerkûk û êrişa Haşdî Şabî dicive
"Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê: Li Kerkûk û Duzxumartû kurd bi şêweyekî hov tên kuştin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
Etîketan:
Eniya Tirkmenan, YNK, Aso Mamendî, Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de