09:10 18 Hezîran 2018
minbic-şer

Şervan Derwêş di derbarê hevdîtina şandeya amerîkî û Tirkiyeyê de axivî

© REUTERS/ RODI SAID
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 22

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku beriya şandeya amerîkî ku biçe Tirkiyeyê bi wan re axivîne û ji wan re gotine ku biçin Tirkiyeyê û di mijara Minbicê de biaxivin. Herwiha Derwêş eşkere kir ku têkiliyên wan bi hêzên koalîsyonê re jî bi fermî dewam dikin.

Piştî ku şandeya Amerîkayê li Minbicê bi rayedarên herêmî re hevdîtinan pêk anîn, çûn Tirkiyeyê û di medyaya tirkî de cih girtibû ku Amerîka û Tirkiyeyê li ser mijara Minbicê li hev kirine. Ev demeke dirêj e ku mijara Minbicê di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de bûye sedema rageşiyan. Tirkiye daxwaz dike ku hêzên YPGê li herêmê nemîne, YPG jî dibêje ku hêzên wan li herêmê tineye.

Li ser mijarê Fermandarê Meclîsa Leşkerî Şervan Derwêş ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku beriya serdanê ji me re hat gotin ku biçin Tirkiye û divê mijarê de biaxivin. Lê derbarê serdanê de heta niha ji me re tiştek nehatiye gotin. Ji ber ku hevdîtina di navbera Amerîka û Tirkiyeyê ya derbarê Minbicê de hêj dewam dikin. Herwiha karên me bi fermî jî bi hêzên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê deke, dewam dikin û ti pirsgirek niha tine ye.

Bi heman mijarî:

Erdogan: Em ê Minbic û Til Rifetê bi riyên dîplomasî kontrol bikin
Ji MGKya Tirkiyê peyamên Minbic, Şingal û Qendilê
Erdogan: Ev kar bi Efrînê bidawî na be, piştre Idlib û Minbic hene
The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
France 24: Minbic amadekariyên şerî dike
Etîketan:
YPG, Sputnik, Şervan Derwêş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de