05:49 21 Hezîran 2018
Nûnerê Partiya Demokratîka Gelan(HDP) Abid Ike

Nûnerê HDPê: Hêvîdar im partiyên kurdan dengê xwe li derveyî doza neteweyî nedin

© Sputnik / Osman Başqalî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 30

Nûnerê Partiya Demokratîka Gelan(HDP) Abid Ike ji Sputnik Kurdistanê re derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê û lihevnekirina partiyên kurdan ên li Tirkiyeyê de axift. Ike diyar kir ku dixwest hevpeymaniyekê bi partiyên kurdan re çêkin lê ji ber sedemên biçûk çênebû û got, "em hêvîdar in ku ew partî dengên xwe li derveyî doza neteweyî nedin."

selahattin demirtaş
© Sputnik / Alexey Kudenko
Ike diyar kir ku wan dixwest ku hemû partiyên kurdan li Tirkiyeyê bi yek lîsteyê tev li hilbijartina Tirkiyeyê bibin û wiha dewam kir: Ji ber ku sê blok anku hevpeymanî li Tirkiyeyê çêbûne, yek hevpeymaniya nijadperest ku AKP û MHPê çêkiriye û ya duyem jî hevpeymaniya CHPê ye ku xwe wek hevpeymaniyeke sosyal demokrat xwe didin nasîn û partiyên kurd. Ew dema tên ser pirsa kurdan, ti cudahiyeke di navbera cudahiyeke nijadperest û ya CHPê de tine. HDP nûnerîtiya kurdan neke, HDP nûnêrîtiya kurdan, xiristiyan û hemû ol û neteweyên li Tirkiyeyê dike. Me xwest ku li gel hemû partiyên kurdan hevpeymanekê ava bikin lê mixanin, li ser hinek tiştên biçûk ew hevpeymanî çênebû. Wek hejmara endamên parlamentoyê ji bo her partiyekê. Bi rastî ji kîjan partiya kurdan be, çi kurd têkeve parlamentoya Tirkiyeyê, ji bo me giring e û em hêvîdar in ku ew partî dengên xwe li derveyî doza neteweyî nedin û dengê xwe bidin HDPê. Hêviya me jî her ew e ku dengê xwe bidin HDPê ji ber herdu hevpeymaniyên din li Tirkiyeyê hewl didin HDPê di bin barajê de bihêlin."

Pirsyarên Sputnik Kurdistanê û bersivên Nûnerê Partiya Demokratîka Gelan(HDP) Abid Ike wiha ne:

Îsal dengdan dê li Herêma Kurdistanê çêbibe yan na?

Belê kesen ku navê xwe li Herêma Kurdistanê tomar kiriye dikare dengê xwe bide û yên nekiriye jî dikare vegere û dengê xwe li Tirkiyeyê bide.

Gelo tirk û neteweyên din jî dê vê carê dengê xwe bidin HDPê?

Belê, em bawer in ku dê bêtir dengan bidin HDPê, ji ber ku bawerî li cem akademisyen, azadîxwaz, demokrasîxwaz û mirovperweran çêbûye ku em partiyeke seranserê Tirkiyeyê ne û em dixwazin sîstema welatî biguherînin.

Namzedê Serokkomariya Tirkiyeyê Selahatttin Demirtaş e, hûn bawer dikin ku kesek di zindanê de be û bikare bibe serokkomar?

Têkoşîna me li Tirkiyeyê bi hemû awayan berdewam e. Eger di zindanê de jî bin, em ê her berdewam bin. Belê ji aliyê fîzîkî ve, rast e ku mirovekî di zindanê de wê bikare çi bike? Lê di aliyê fikirên azad de, eger mirovên me di zindanê de bin, em her dikarin serokên xwe hilbiêrin. Bo nimûne, di hilbijartina 2011an de nêzîkî 10 parlamenterên me di zindanê de bûn lê me karî wan derxînin û birêz Demirtaşî jî sê caran hevserokatiya me kiriye. Herwiha li ser asta Tirkiye û cîhanê xwedan cihekî taybet e û karîzmayeke xwe heye. Daxwazên AKP û MHPê ew e ku her kesê ji kar û wezîfeyê hatiye giritn û ketiye zindanê, li holê nemîne lê li cem me, rastiya vê berovajî ye. Demirtaş di zindanê de ew îradeya gelê me ye û eger bikare dengan bi dest bixe, wê çaxê dewleta Tirkiyeyê neçar e ku serokê xwe yê di zindanê de qebûl bike û wî azad bike. Em bawer in ku em ê ji bo serokkomariyê gelek dengan bi dest bixin, ji ber ne tenê kurd û tirk jî dê dengên xwe bidin Demirtaşî û ew dizanin ku tenê Demirtaş li himberî Erdoganî rawestiya û ji stem û zilma wî re got, "na". Mixabin girtina Demirtaşî, biryareke siyasî ye û çi pêwendiya wê bi qanûnan re tine.

 

Bi heman mijarî:

Govend û muzîk ji bo HDPê hatin qedexekirin
‘Serlêdana Ahmet Turk a bernamzediya parlamentariya HDPê hat redkirin’
Namzedên parlamenterî yên HDPê eşkere dibin
Manîfestoya hilbijartinê ya HDPê hat aşkerekirin: Em dê pirsa kurdî çareser bikin
HDPê strana kurdî ya hilbijartina serokomariyê weşand: Tu dikarî!
Etîketan:
CHP, MHP, AKP, HDP, Abid Ike, Selahattin Demirtaş, Tirkiye, TIrkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de