20:31 20 Hezîran 2018
Serokê ENKSê Brahîm Biro

ENKS dê li Moskowayê bi Bogdanovî re bi mijara Sûriyê hevdîtinekê pêk bîne

© Sputnik / Hikmet Durgun
Nêrîn
Lînkê kurt
0 01

Şandeke ENKSê ji bo bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanovî rehevdîtinekê pek bîne serdana Moskowayê kir. Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Ibrahîm Biro ji Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku li ser vexwendina Bogdanovî serdana Moskowayê dikin û dê bi merema çareserkirina pirsa Sûriyê gotûbêjan bikin.

Hikmet Durgun

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê
© AFP 2018 / Alexander Nemenov
Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ji bo ku bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanovî re hevdîtineke pek bîne, serdana Moskowayê kir.

Di şandeya ENKSê de Serokê ENKSê Suud Mella, Komîteyê Derve Kamiran Haco, Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Ibrahîm Biro, nûnerê opozîsyona Sûriyê û berpirsê peywendiyan Hewas Egîd cih digrin.

‘EM DÊ LI SER DESTÛRA NÛ YA SÛRIYÊ BIAXIVIN Û DAXWAZÊN GELÊ KURD JI RÛSYAYÊ RE BIBÊJIN'

Ibrahîm Biro, "Şanda me ya ku ji Serokê ENKSê Suud Mella, Komîteyê Derve Kamiran Haco û nûnerê opozîsyona Sûriyê û berpirsê peywendiyan Hewas Egîd pêk tê seredana Rûsyayê kir. Li Moskowayê em dê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov re hevdîtinekê pek bînin. Em dê çareseriya pirsa Sûriyê û hevdîtinên Cenevreyê gotûbêj bikin. Di mijara Sûriyê de bandora herî mezin a Rûsyayê ye. Em dê li ser destûra nû ya Sûriyê biaxivin û daxwazên gelê kurd ji Rûsyayê re bibêjin. "

Biro bibîrxist ku ji mêj ve peywendiyên wan bi Rûsyayê re hene û navbera wan baş e, "Beriya niha jî ENKS û Rûsyayê di salên 2014 û 2016an de jî hevdîtin pêk anîbûn. Herwiha bi Balyozê Rûsyayê li Hewlêrê re dem bi dem hevdîtinan pêk tînin. Beriya niha jî me bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov re hevdîtin pek anîbûn."

Şanda ENKSê herî dawî di meha îlonê de serdana Moskowayê kiribû û bi rayedarên wezareta derve ya wî welatî re rêzehevdîtin pêk anîbûn.

 

Bi heman mijarî:

ENKS: Em amadene li gel PYDê danûstandinan bikin
ENKS: Bila hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ji Efrînê derkevin
ENKS ji bo Meclisa Efrînê ya îro hatiye damezirandin: Ti ronahî û agahî li ser tine ne
ENKS: Dewleta tirk berpirsyarê ziyana li Efrînê ye
TEV-DEMê bangî ENKS û Partiya Yekîtî kir
Etîketan:
Çareseriya Pirsa Sûriyê, Peywendiyên ENKSê û Rûsyayê, Hevdîtin, PYD, ENKS, Mihaîl Bogdanov, Kamiran Haco, Suud Mella, Ibrahîm Biro, Moskowa, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de