04:32 22 Hezîran 2018
Berken Bereh

Bikaranîna helbesta Berken Bereh bû sedema bertekan li dijî Saadetê

© Sputnik / Mevlut Oguz
Nêrîn
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
0 80

Partiya Saadetê (SP) li ser hesabê xwe yê Twitterê helbesteke helbestvanê şirnexî Berken Bereh parve kir bêyî ku navê helbestvanî binivîse ku ev jî bû sedema berteka hinek kurdan.

Partiya Saadetê (SP) li ser hesabê xwe yê Twitterê yê kurdî helbestek li gel wêneyê Serokê xwe Temel Karamollaogluyî parve kir bêyî ku diyar bike bê ev gotin ên kê ne.

​Bikarhênerên medyaya civakî yên kurd bertek dan vê parvekirinê ji ber ku navê xwediyê helbestê nehatiye nivîsîn û destûr jê nehatiye girtin.

BERKEN BEREH: BÊYÎ DESTÛRA MIN HATIYE KIRIN

Helbestvan Berken Bereh ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku helbesta wî bêyî destûra wî hatiye bikaranîn û wiha axivî, “Haya min ji vê yekê tine ye, hevalan ez agahdar kirim ku şi’ra min bi kar anîne. Ez bi rayedarên medyaya civakî yên wê partiyê re axivîm û min got ev tiştekî rast nîn e û wan jî got însanê ku ev amade kiriye xeletiyek kiriye, em dê rakin.”

Bikarhêner bi navê Tevfik Bayram bi tundî rexne li vê parvekirinê girtine û got, "Ma hûn dê diziya çanda Kurdan bikin û dengan ji wan bixwazin?"

Herwiha bikahênerê bi navê Kameranê Selma diyar kir ku ev gotinên helbesta Şirnexê ye û got, "ew wek gotinên Karamollaogluyî hatine nîşandan."

"​BI NÊZÎKBÛNA HILBIJARTINAN, KURDÎ LI SER MEDYAYA CIVAKÎ ZÊDE DIBE"

Ji aliyê din ve, bi nêzîkbûna hilbijartinan, hinek partî û namzed hesabên kurdî vedikin yan jî parvekirinên bi zimanê kurdî dikin.

Li gel ku nehatiye piştrastkirin bê ev hesabê Partiya Saadetê fermî ye yan na, lê ev hesab ji di yekê Gulanê de hatiye vekirin.

Herwiha parlamenterê Partiya Komariya Gel (CHP) yê Stenbolê Eren Erdem jî li hesabê xwe yê Twitterê de bi kurdî bangî kurdan.

​Hêjayî gotinê ye gelek rexne li rastnivîsa parvekirinên wan hesaban têne girtin ku gelek xeletî di kurmanciya van de hene; Hesabê Partiya Saadetê gelek caran girîngiyê nade tîpên kurdî û wan û yên tirkî wek hev bi kar tîne.

Herwiha di twîta Eren Erdem de jî gelek şaşî û kêmasî hebûn ku bikarhênerên kurdî rexne li wê nivîsê girtin.

Bi heman mijarî:

Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
Berdevkê Pêşmerge: DAIŞ li Kurdistan û Iraqê hêj jî neqediyaye
Di Parlementoya Brîtanyayê de Kurdistan hat gotubêjkirin
Etîketan:
Helbesta kurdî, Bangeşe, Medyay Civakî, Hilbijartin, Helbest, Mevlut Oguz, Partiya Saadet, Temel Karamollaoglu, Eren Erdem, Berken Bereh, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de