09:46 23 Hezîran 2018
Alayên Amerîka û Rûsyayê

‘Ji bo Rûsya û Amerîka bi pirsa kurdî re eleqedar bin divê li herêma wan krîzek hebe'

© REUTERS / Maxim Shemetov
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 01

Şirovekarê siyasî Ekrem Onen ragihand ku her çiqas Rûsyayê tenê li Sûriyeyê hebe jî têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re jî baş in. Onen diyar kir, ji bo Rûsya û Amerîka bi pirsgireka kurdî re eleqedar bibin divê li herêmên wan krîz hebe da ku bikarin eleqedar bibin. Piştî şirketên Rojava ji Kurdistanê çûn, kurdan nekarîn petrola xwe derxin.

Şirketa Rosneftê ya rûsî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Forûma Aborî ya Saint Petersburgê du peymanên di ware rêkeftina xurtkirina nîyeta pêkanîna analîzên berfireh ên derfetên potansiyelên hevkariya di warê gazê de imza kirinbûn. Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku têkiliyên di navbera Kurdistanê û Rûsyayê piştî bûyerên Kerkûkê û referandûmê baştir bûne û kurd dixwazin bê pirsgirek bi riya Rûsyayê petrol û gaza xwe bifroşin bazara cîhanê. Herwiha Onen destnîşan kir ku her çiqas hebûna Rûsyayê li Sûriyeyê be jî têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re baştir in.

‘RÛSYA Û AMERÎKA JI BO PIRSA KURDÎ RE ELEQEDAR BIN, DIVÊ LI HERÊMÊN WAN KRÎZEK HEBE'

Onen got: "Siyaseta Rûsyayê ya di mijara kurdan de ji 150 salan vir ve, ji şoreşa bolşevîkan û heta niha li herêmê hertim gotine ku divê bi kevneşopî tifaqa kurdan hebe û ji bo vî yekê jî li Rûsyayê enstutî vekirine, li ser meseleyên kurdan lêkolîn hatine kirin û hertim xwestine ku li herêmê meseleya kurdan aktuel be. Lê ji bo ku kurd biserkevin jî tiştek nekirine. Ji bo çi tiştek nekirine? Wekê ku tê zanîn siyaseta dewletên mezin wek Amerîka û Rûsya, siyaseta xwe li ser krîzan ava dikin. Divê krîz hebin da ku siyaseta xwe ava bikin. Ji bo ku bi pirsa kurdî re eleqedar bibin, divê krîzek hebe. Vê yekê Rûsya jî û Amerîka jî dikin. Lê niha têkiliya rûsan bi kurdan re di dîrokê de, di dema osmaniyan de, piştî osmaniyan û niha jî bi Herêma Kurdistanê re heye. Her çiqas hebûna Rûsyayê li Sûriyeyê be jî têkiliyên wan ê bi Herêma Kurdistanê re baştir e."

‘PIŞTÎ KU ŞIRKETÊN WELATÊN ROJAVA JI KURDISTANÊ ÇÛN KURD NEÇAR MAN…'

Onen wiha dewam kir: "Hesabên Rûsyayê yên jeopolîtîk û ekonomî hene. Li Herêma Kurdistanê jî her du bi hev re dimeşîne. Ev salake têkiliyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê gelek pêş ketin. Piştî ku Rosneft aktîf bû, lê tiştek din ez dixwazim bibêjim ku îro Gazprom li Herêma Kurdistanê ji Rosneftê çalaktir e. Piştî sala 2014an şirketên welatên rojava ku ji Kurdistanê derketin, kurd neçar man heta çûn bi tirkan re ketin têkiliyan ku şirketên wan werin petrola Herêma Kurdistanê derxin. Piştî vê valahiyê, şirketên rûsî wek Rosneft û Gazprom bi awayekê aktîf ketin bazara Herêma Kurdistanê û dest bi xebatan kirin. Kurdan di vir de tiştekî rast kirin, lewre kurd dixwazin petrola xwe bifroşin. Ev yek têkiliyên siyasî jî baştir kir di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de. Mesela di mijara referandûmê de helwesta Rûsyayê her çiqas em nekarin bibêjin baş bû jî, lê helwesta wan ji yên welatên Rojava û Amerîkayê baştir bû û gotin em ne li dijî referandûmê ne û mafê kurdan heye ku referandûmê jî bikin."

‘TÊKILIYÊN HERÊMA KURDISTANÊ Û RÛSYAYÊ NIHA DI ASTA HERÎ BILIND DE NE'

Onen diyar kir ku piştî bûyera Kerkûkê navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hinkî sar bû û got: "Ev yek bû sedem ku di warê siyasî de têkiliyên Kurdistanê û Rûsyayê aktîftir bibe. Beriya niha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dewetî Rûsyayê hat kirin, bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi serokê Rosneft re hevdîtin pêk anî, peymanên nû hatin çêkirin. Beriya çend rojan ji bo xurtkirina têkliyan, Berpirsên Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Feleh Mistefa serdana Moskowê kir û bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanovî re hevdîtin pêk anî. Di demeke kin de gelek şandeyên Herêma Kurdistanê serdana Moskowê kirin. Ev vê yekê ji me re dide nîşandan ku têkiliyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê di asteke bilind de ye. Ev yek tê hesabên kurdan jî tê hesabên rûsan jî. Kurd niha vê yekê difikirin ku Rûsyayê ji Amerîka, Brîtanya û Fransayê bêtir dikarin petrola wan derxin bazara cîhanê."

Rosneft - Petrol
© REUTERS / Sergei Karpukhin/File Photo
‘KURD DIFIKIRIN KU RÛSYA RIHETTIR PETROLA WAN DERXE BAZARA CÎHANÊ'

Onen wiha pê de çû: "Niha kurd di vir de pragmatîst nêzî meseleyê dibin. Kurd dizanin ku têkiliyên Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi welatên derdora kurdan re nebaş in. Kurd difikirin ku ew welat bixwazin petrola wan derxin dê Tirkiye û Îran ji wan re pisrgirekan derxin. Lê têkliyên Rûsyayê him bi tirkan re, him bi Îranê re, him hikûmeta navendî ya Bexdayê û him jî bi kurdan re xweş e. Ji bo vê jî kurd difikirin ku Rûsya rihettir petrola wan derxe bazara cîhanê. Ji ber Tirkiye û Îran mihtacên Rûsyayê ne nikarin ji Rûsyayê re astengiyan derxin ku petrola kurdan nefiroşe. Ez dihesibinîm ev siyaseta kurdan rast e. Ji bo Rûsyayê jî ev yek baş e. Di warê siyasî de jî têkiliyên Rûsya û Kurdistanê baş e."

Bi heman mijarî:

Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
Rosneftê bi Herêma Kurdistanê re rêkeftina pêşxistina bazirganiya gaze imza kir
Serokê Rosneftê: Li Kurdistanê ji bo projeyên nû dixebitin
Çîn bû hîsedarê şîrketa Rosneftê ya rûsî
Etîketan:
têkilî, krîz, kurd, Sputnik, Ekrem Onen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de