10:32 24 Hezîran 2018
Pêşmerge rahênan - çekên Almanî

Amerîka alîkariya leşkerî bo du lîwayên pêşmerge dabîn dike

© REUTERS /
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 01

Di çarçoveya alîkariyên Amerîka de bo hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, Waşintonê biryar wergirt ku alîkariyên leşkerî bi du lîwayên din ên hêza pêşmerge bide.

Pêşmerge
© AP Photo / SAFIN HAMED
Helgird Hîkmet berdevkê wezareta pêşmerge yê Herêma Kurdistanê bo Sputnîk kurdistan raghand ku "rast e Amerîka ew biryar wergirtiye her wekî çewa cîgirê serokê desteka erkanên pêşmerge raghandî ku di demekî nêz de ew alîkariyên leşkerî yên Amerîka dê bigehin destê wezareta pêşmerge."

Herwiha xûya kir ku beşeke wan alîkariya gehiştiye lraqê û beşeke din jî li welatê Kuweytê ye û hikûmeta lraqê jî razî bûye ku ew alîkarî bo hêza pêşmerge bê.

Herwisa got ku "ew alîkarî pêk hatîne ji tirombêlên leşkerî û hin kel û pelên medenî û xizmetkarî bo her du lîwayên sê û çarên hêza pêşmerge. Ew yek jî xuyakir bo qunaxa yekê tenê ev alîkarye dibin û bo qunaxa dûyê jî Amerîka wê çekan jî bi wan dû lîwayan bide."

Tê gotin ku Amerîka bo du sala ne mûçe û çekan bi herdu lîwayên yek û duyên hêza pêşmerge dide ku ser bi wezareta karubarên pêşmegene û fişarên tund jî li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku pêwîst e tev hêzên çekdar dibin kontrola wezareta pêşmerge de bin.

Bi heman mijarî:

Ji Kanadayê daxuyaniya Pêşmerge
‘Heta pirsgirêka bûdçe, Pêşmerge û madeya 140ê çareser nebe aramî nayê herêmê'
Dengdana taybet a pêşmerge û hêzên ewlekariyê bidawî bû: Beşdarî 72% e
Fermandarê Pêşmerge: Yên ku Pêşmerge tawanbar dikin, nikarin mafê kurda li Iraqê biparêzin
Etîketan:
pêşmerge, alikarî, amerîka, kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de