05:52 21 Hezîran 2018
Ukrayna - rojnamevan

'Welatên Rojava dibêjin divê çapamenî azad be lê dezgehên çapamenî yên rûsî digirin'

© AFP 2018/ SERGEI SUPINSKY
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 0 0

Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen li ser astengkirina dezgehên çapameniyê yên rûsî li Ûkraynayê axivî û diyar kir ku Ûkrayna welateke kûklaya û Amerîka çi ji wan dixwaze vê yekê dikin. Herwiha Onen da zanîn ku welatên Rojava azadiya fikr û ramanan diparêzin, lê dema ev yek li hemberî dezgehên rûsî dikin tên kirin bêdeng dimînin.

Beriya niha Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê(SBU) bi zorê ketibû nivîsgeha RÎA Novostî Ûkraynayê û Gerînendeya Gîştiyê Weşanê Kîrîll Vişînkiy hatibû desteserkirin û piştre jî hatibû girtin. Îro jî bi biryarnameya Serokatiya Dewletê ya Ûkraynayê, RÎA Novostî Ûkrayna û Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî Rossiya Segodnyayê hat astengkirin. Bi biryarnameya ku ji aliyê Serokê Dewletê Pyotr Poroşenko ve hat îmzakirin, fermana astegkirina sîteyên rossiyasegodnya.rf, sputniknews.com, ria.ru, rsport.ria.ru, 1prime.ru, realty.ria.ru ve rian.com.ua jî hat dayîn. Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku welatê Ûkraynayê, welateke kûklaye û vê biryarê bi însiyatîfa Amerîka û welatên Rojava dike.

‘WELATÊN ROJAVA DIBÊJIN DIVÊ ÇAPAMENÎ AZAD BE, LÊ DEZGEHÊN ÇAPAMENÎ YÊN RÛSÎ DIGIRIN'

Onen destnîşan kir ku Ûkrayana ew tiştên ku dike ne bi tena serê xwe dike û wiha pê de çû: "Li Ûkraynayê rejimeke kûkla heye, yanî em dikarin bibêjin ku rejimeke ne ew gel hilbijartine û bi demokrasiyê hatine ser kar. Bi derbeyê hatine ser kar. Desthilata Ûkraynayê vê biryarê bi însiyatîfa Amerîka û welatên Rojava dike. Çimkî ev bêtirî saleke ye ku Amerîka û dewletên Ewropî bi taybetî dixwazin rê li ber Sputnik û Russian Today (RT) bigirin. Xebateke wan ê bi vî şiklî heye. Ewropî niha ew di prensîbên xwe yên azadiya fikr û ramanan de nakokiyê dikin. Ew dibêjin lazime azadiya fikr û ramanan hebe ew dibêjin divê azadiya çapameniyê hebe, ti kes rê li ber medyayê negire û rojnamevan dikarin bi azadî tevbigerin. Lê ji aliyê din ve dixwazin rê li ber Sputnikê bigirin, rê li ber ajansê rûsî bigirin.

‘SPUTNIK DI WARÊ KURDÎ DE GELEK PÊŞKETIYE'

Onen wiha dewam kir: "Medya li hemû cîhanê alaveke propagandayê ye. CNN bi çî ye xwe ku ji RTê çêtir e, berovajî em dikarin bibêjin ku RTê ji CNNê gelek çêtire. BBC çiqas ji Sputnikê çêtire, berovojî, Sputnik baştir e. Îro Sputnik Kurdistan, di beşa kurdî de gelekî serkeftiye. Him ji aliyê profesyoneliyê de him jî di warê înformasyona objektîf ve gelekî pêşketiye. Welatên Rojava ji xwe re sîstemeke avakirine û civaka xwe jî li gorî wê sîstemê birêvedibin. Dema dezgeheke înformasyonê din, nûçeyeke ne li gorî wan, li gorî rastiyê didin nayê hesabê wan. Mînak dema bûyereke diqewime CNN û BBC meseleyê ji aliyekî ve didin, heman bûyerê RTê û Sputnik jî aliyê kî din ve didin. Ewropî naxwazin ku civaka wan ji Sputnik û RTê rastiyê bibihîzin. Lewre civaka wan ji medyaya xwe şik dibin û dibêjin ku hûn rast nabêjin û dibêjin medyaya alternatîf wiha dibêjin. Li ser vê yekê Amerîka û welatên Ewropayê naxwazin ev yek pêk were û sansurê dikin, astengî derdixin."

‘WELATÊN EWROPÎ PROPAGANDAYÊ DIKIN KU LI WELATÊN ME AZADIYA FIKR Û RAMANAN HEYE, LÊ DI RASTIYÊ DE NE WISA YE'

Onen got: "Ez wek şexsekî dibêjim ku ne pêkan e li cîhanê medyake serbixwe çêbibe. Lê ewropiyan hertim ji xwe re propagandayan kiriye û gotine medyaya objektîf e, bêaliye û li welatê me ti fişar li ser medyayê tine ne, azadiya fikr û ramanan li welatê me hene. Lê derdikeve holê ku ev hemû propagandaye û ji bo bigihîjin armancê xwe ev gotin tên kirin. Ti eleqeya wan bi azadiya medyayê, fikr û ramanan tine ne, ev jî îspata wê yekê îspat dike ku dixwazin rê li ber dezgehên çapameniyê yên Rûsyayê bigirin. Ûkrayna jî wekê ku me got kûkla ye û Amerîka çi ji wan re dibêje ew jî wisa dikin. Wekê ku tê zanîn problema Rûsya û Amerîkayê yên global hene û ev jî yek ji şerê Amerîkayê li hemberî Rûsyayê dide meşandin e. Ji ber ku piraniya ûkrayniyan bi rûsî dizanin, kesên ku medyaya rûsî dişopînin û bandorekî erenî li wan dike û ew jî vê yekê dibînin aciz dibin. Dixwazin hemû tiştên Rûsyayê reş bikin û xirab bidin nîşandan. Ji bo vê yekê dixwazin civaka ûkraynî tenê wan guhdarî bikin û wan bişopînin."

‘JI BER KU DESGEHÊN RÛSÎ RASTIYA REJIMA HEYÎ DIÊBIJIN, TEN GIRTIN'

Onen diyar kir ku tiştên rûsî yên spî reş bidin nîşandan û got: "Dema ku Sputnik, RT û dezgehên medyayê yên rûsî li Ûkraynayê weşanê dikin, rastiya rejima heyî nîşan didin û li ser vê yekê gel jî nerazîbûna xwe nîşanê kiryarên rejimê didin. Ev yek jî nayê hesaba rejima Ûkraynayê. Ew jî dixwazin rê li ber medyaya rûsî bigirin. Heta em dikarin bibêjin ku ne tenê rê li ber medyaya rûsî digirin, demek berê rojnamevanên brîtanî jî girtin, rojnamevanên ku rastiya wan dibêjin digirin. Eger welatên Rojava wekê ku dibêjin bûna niha divê qiyametê rakirina, çawa welateke rojnamevanan digire. Lê welatên Rojava ji ber ku rojnamevanên rûsî ne çevên xwe jê re digirin."

Bi heman mijarî:

Pompeo: Rûsya û Tirkiye hewl didin aramiya li Balkanan têk bibin
Pûtîn, bo Ajansa Fezayê ya Federal Rogozin tayin kir
Rûsya: Ji bo Tirkiyeyê sewkiyatên pêşîn ên S-400î dibe di sala 2019a de destpê bikin
Rûsya: Têkiliya Artêşa rûsî bi ketina MH17ê re tine
Etîketan:
astengî, fikr, çapamenî, azadî, Sputnik, Ekrem Onen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de