00:57 20 Hezîran 2018
YPG, DSG, Rakka

‘Rûsya û Amerîkayê biryar dan ku kurd bigihîjin heqê xwe'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 60

Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, rageşiya navbera Îsraîl û Îranê, nîqaşên derketina Îranê ji Sûriyeyê, helwesta Rûsyayê ya li himberî statûya kurdan û nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin.

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bi hinceta ku peymana nukleerî ya bi Îranê re ne li gorî berjewendiyê Amerîkayê û biryara vekişandina ji peymanê dabû. Piştî vê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî bi daxuyaniyeke diyar kiribû ku mueyîdeyên tund li dijî Îranê danîne û têkoşîneke hişk li dijî Îranê bidin meşandin. Herwiha ev demeke Îsraîl êrişên hewayî li dijî baregehên Îranê yên li Sûriyeyê pêk tîne. Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen li ser nakokiyên di navbera Îran û Amerîkayê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku sedema nakokiyên di navbera Îran û Amerîkayê de ne tenê peymana nukleerî ye, têkçûna siyaseta Amerîkayê ya li herêmê ye. Herwiha Onen da zanîn ku Rûsya jî ji destxwerdana Îranê yên li herêmê aciz e û ji ber nakokiyên bi Amerîkayê re vê mijarê nayne rojeve. Onen ragihand ku her çiqas Rûsya carna li dijî berjewendiyên kurdan tevbigere jî, dixwaze di çerçoveya yekîtiya Sûriyeyê de kurd bibin serbixwe.

‘SEDEMA NAKOKIYÊN AMERÎKA Û ÎRANÊ TÊKÇÛNA SIYASETA AMERÎKAYÊ LI ROJHILATA NAVÎN E'

Onen diyar kir ku peymana nukleerî ya di navbera Îranê û welatên Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya hatibû îmzekirin ku heta niha peymana herî baş bi Îranê re hatibû îmzekirin ne tenê sedema nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de ye û got: "Ne sedem e ku Amerîka difikire ev peyman li gorî berjewendiyê Îranê ye û piştî hatina Trump ku ji peymanê vekişiya. Sedem ew e ku siyaseta Amerîkayê li Rojhilata Navîn têkçûye ye. Amerîka niha dixwaze siyaseteke nû û hişk li hemberî Îranê bide meşandin. Amerîka bi vî helwesta xwe dixwaze bi Îranê bide fêmkirin ku vegere sînorê xwe. Amerîka ji Îranê dixwaze ku qarişî Iraqê, Sûriye, Libnan Behreyn û Filipînê nebe. Esas nakokiya wan ev e. Herwisa Îran jî têra xwe destê xwe diavêje Iraqê, Sûriye, Behreyn û gelek welatên din."

‘RÛSYA JI DESTXWERDANA ÎRANÊ YÊN LI HERÊMÊ ACIZ E, LÊ JI BER AMERÎKAYÊ VÊ HELWESTA XWE NADE NÎŞANDAN'

Onen wiha dewam kir: "Bê guman ev destwerdana Îranê nayê hesaba Rûsyayê jî, lê Rûsya ji ber dewletên Amerîka û welatên Rojava vê helwesta xwe bi vekirî li dijî Îranê nade nîşandan. Wekê ku tê zanîn têkiliyên leşkerî, aborî û siyasî yên Rûsya û Îranê hene. Ev nakokiya Îranê li Rojhilata Navîn ya bi Amerîka û welatên Rojava re tê hesaba Rûsyayê jî. Lê Rûsya jî neraziye ji hebûna nifûsa Îranê li Rojhilata Navîn. Tirkiye bi xwe jî neraziye ji tevgerên Îran ku ew jî li herêmê reqabetê bi Îranê re dike. Tevî nerazîbûna Tirkiye, Tirkiye çavên xwe ji vê yekê re digire. Lewre Tirkiye ji siyaseta Amerîkayê aciz e. Ji bo vê yekê Amerîka dixwaze Îranê bikşine sînorê wê. Çima Amerîka vê yekê dixwaze, Îran gelek astengiyan ji Amerîkayê re li deverên ku Amerîka tevdigere derdixe. Meseleya esas ev e."

‘BI HATINA POMPEO AMERÎKA SIYASETA HIŞK LI DIJÎ ÎRANÊ DA MEŞANDIN'

Li ser pirsa em dikarin bibêjin ku kiryarên Îranê yên ku Rojhilata Navîn bû sedema hilweşandina peymana nukleerî Onen wiha bersivand: "Di qeneata min da na. Ji bo çi na? Amerîka bi hatina Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û seroka CIAyê siyaseteke nû da meşandin. Ew siyaseta berê ceribandin li herêmê bi ser neket. Ji bo vê jî dixwazen siyaseteke hişk li hemberî Îranê, Sûriye û Rûsyayê bidin meşandin. Siyaseta Amerîkayê li Rojhilata Navîn û nêzîk şkest û têkçû. Ji bo vê yekê jî dixwazin siyaseteke nû bidin meşandin û dibêjin em siyaseteke hişk li hemberî van bidin meşandin da ku em bikarin beriya wan bigirin. Dê çiqas bi vê siyasetê biser kevin. Li gorî min dê zêde nekarin biser kevin. Ji bo çi hevalbendên Amerîka û endamên NATOyê li hemberî vê siyeseta Amerîkayê ne."

‘ÊDÎ HÊZÊN KU BIKARIBIN AMERÎKAYÊ ASTENG BIKIN HENE'

Onen wiha dewam kir: "Wekê ku tê zanîn Yekîtiya Ewropayê biryara xwe da ku têkiliyên xwe yên bi Îranê re dewam bikin. Rûsya û Çîn jî ku hêzên bi bandor ên li Cîhanê ne biryar dan ku bi Îranê re dewam bikin. Amerîka ji wan welatên ku bi Îranê re peyman îmzekirin tena serê xwe ma. Welatê Tirkiyeyê herçiqas ku nakokiyên wan bi Îranê re jî hebin, bertek nîşanê vê birara Amerîkayê dan û guh nedan siyaseta Amerîkayê ya li dijî Îranê. Problema Amerîkayê çi ye? Amerîka çi qebûl nake? Dinya guherî, hêzên xurt li cîhanê hene wek Çîn, Hindistan û Rûsya; hêzên herêmî hene her çiqas ku nikarin li cîhanê hikûm bikin, li herêmên xwe bi bandor in wek Tirkiye, Îran ku dikarin ji Amerîkayê li herêmê probleman derxin hene. Lê Amerîka vê yekê qebûl nake û wek salên 1980î tevdigere. Lê ne Amerîka wek Amerîkaya berê ye, ne jî cîhan wek cîhana berê ye. Êdî hêzên ku bikaribin Amerîkayê asten bikin hene.

‘BI AMBARGOYÊN ABORIYÊ TI WELAT TÊK NEÇÛYE'

Onen got: "Niha Amerîka bûye du beş, beşeke ev guhertina cîhanê qebûl dike, heta em dikarin bibêjin ku Trump (Serokê Dewleta Amerîkayê) jî yek ji wan e û dibêjin divê em bi hêzên herêmî û cîhanî re li hev bikin. Lê terafa din jî ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, seroka CIAyê û hin kesên din jî dibêjin divê em siyeseta 80î bimeşînin, em hêza herî xurt ê cîhanê ne û dikarin hertiş bikin û guh nedin kesî. Amerîka bivê siyasetê biser nakeve. Lewre êdî hevalbendên Amerîkayê jî pê re tevnagere. Bi ya min pirsgireka Amerîkayê ya navxweyî heye û ev nakokiya xwe didin derve. Siyaseta meşandina ambargoyan şaş e. Ti welat heta niha bi ambargoyên aboriyê têk neçûne. Ev 30 salên ambargo li ser Kubayê heye, ev çend salên li ser Rûsyayê heye. Lê heta niha ti encam ji vê yekê nehatiye girtin. Ambargoya li ser Îranê tesîr li Îranê nake. Amerîka eger bi Rûsya û Çînê re li hev bike dikare Îranê têk bibe"

‘DIBE DI NAVBERA RÛSYA, ÎSRAÎL Û AMERÎKAYÊ DE JI BO DERXISTINA ÎRANÊ JI SÛRIYEYÊ LI HEV KIRIN HEBE'

Li ser pirsa êrişên Îsraîlê yên li dijî baregehên Îranê yên li Sûriyeyê dibe Rûsya ji Îranê daxwaz bike ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne Onen got: "Di qenaeta min de Rûsya ji hebûna nifûza Îranê li Sûriyeyê neraziye. Rûsya ji ber pirsgirekên bi Amerîkayê re raste rast vê nerazîbûna xwe nayne rojeve û dixwaze siyaseteke nerm bimeşîne. Lê gelek car tiştên ku Amerîka û Îsraîl li Sûriyeyê li dijî Îranê dikin, bi sergirtî Rûsya jî erê dike. Lewre balafirên Îsraîlê bi rihetî baregehên Îranê bombebaran dikin, eger ku Rûsya nexweza ev tişt pêk nayê. Em dikarin bibêjin ku navbera Rûsya û Îsraîlê gelek baş e û Îsraîl jî dibêje em ji êrişên xwe Rûsyayê haydar dikin. Tê hesaba Rûsyayê jî ku navbera Sûriye û Îranê hinek lawaz bibe. Rûsya jî naxwaze ku Îran li Sûriyeyê xurt bibe. Beriya çend rojan him Pûtîn (Serokê Dewleta Rûsyayê) him jî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi eşkere gotin ku divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin. Mabesta wan di vir de him Îran, him Tirkiye û him jî Amerîkaye. Li gorî min mi rov ji vê beyanata Pûtîn û wezîrê derve yê Rûsyayê dikare bibêje dibe di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de ji bo derxistina Îranê ji Sûriyeyê li hev kirineke sergirtî hebe. Lê Rûsya wek Amerîkayê naxwaze Îran vegere sînorê xwe, Rûsya dixwaze Îranê li herêmê hinek firin bike. Tişta herî girîng Rûsya naxwaze Îran li Sûriyeyê xurt bibe."

‘RÛSYA Û AMERÎKA QERAR DANE KU KURD BIGIHÎJIN HEQÊ XWE.

Gelo piştî vekişandina hêza Îranê û Tirkiyeyê ji Sûriyeyê, dê helwesta Rûsyayê li dijî kurdan biguhere şîrovekarê siyasî Onen got: "Di qenaeta min de Rûsya li Sûriyeyê bikare balanseke bi sûniyan re çêbike hertim muhtacê kurdên li Rojava ye. Rûsya ji bo li hemberî sûniyên ku Urdun piştgiriya wan dike bikare balanseke ava bike û şîe û kurdan nêzî hev bike, Tirkiye û Îranê ji Sûriyeyê derkevin jî dernekevin Rûsya ji bo balansa li dijî sûniyên din dixwaze kurd û şîî yan nêzî hev bike. Herçiqas car carna siyaseta Rûsyayê li gorî berjewendiyên kurdan nebe jî, Rûsya wek stratejîk têkiliya xwe bi kurdan re qut neke. Rûsya jî Amerîka jî qerar dane ku kurd bigihîjin heqên xwe. Rûsyayê ev yek fêm kiriye ku nabe kurd wiha bêheq û bêhiqûq bimînin. Rûsya di çerçoveya yekîtiya Sûriyeyê de herêmeke otonom an jî serbixwe ez niha nizanim dê formê wê çawa be dê bide kurdan. Rûsya dixwaze li herêmên kurdan serbixwe bin. Herwiha Amerîka jî ne li dijî vê yekê ye. Lê Amerîka dixwaze ku kurd ji hikûmeta navendî azad bin da ku bikaribe hertim mudaxale bike."

Bi heman mijarî:

Komên kurdî li meclisa Brîtanyayê May û hikûmeta wê şermezar kirin: Kurd ne terorîst in
Sedr: Hikûmeta nû ne ereb û ne jî wê kurd be
Serokê Saadetê bersiva ‘Pirsa Kurd’ da: Perwerdeya zimanê dayikê heq e
Polîsê Belçîkayê ji ber kuştina keça kurd hat protestokirin
Dr. Beşikçi: Kurd ji bo çepê tirk hemaltiyê dikin
Muqteda es-Sadr: Ez Kurd im û Êzidiyekî dilsoz im
Etîketan:
nukleerî, peyman, nakokî, kurd, Sputnik, Ekrem Onen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de