09:46 23 Hezîran 2018
Brett McGurk

Brett McGurk bi serkirdeyên çar partiyên kurdî ên nerazî re civiya

© AFP 2018 / Thaier al Sudani
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Îro li bajarê Silêmaniyê Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Amerîkayê li dijî DAIŞê Brett McGurk bi Sekreterê Giştiyê Tevgera Goran Umerê Seyid Elî, Emîndarê Komela Îslamî Elî Bapîr, Serokê Hevpeymana Demokrasî û Dadweriyê Dr. Berhem Salih û Sekreterê Yekgirtuya Îslamî Selahedîn Behaedîn re civîya.

Berdevkê Yekgirtuya Îslamî Hadî Elî ji Sputnikê re ragihand ku, "Piştî civîna li gel nûnerê amerîkî bi dawî bû, wê serkirdeyên her çar partiyan civîneke taybet li dar bixin û piştre jî bi daxuyaniyekê bi rayagiştî re parve bikin.

Herwiha çavkaniyekê ji Tevgera Goran ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku, "Her çar partî ligel Brett McGurk gotine ku di encamên hilbijartina Parlamentoya lraqê ew sextekarî çêbiye û ev encamên hilbijartinê dê bibe sedema têkçûyîna ewlehiyê Herêma Kurdistanê û aliyên ku vê yekê kirine dê ji vê yekê berpirsyar bin."

Çavkaniyê got: "Çar partiyan xwastiye encamên helbijartinan li Herêma Kurdistanê were betalkirin û dûbare bihên encamdan. Herwiha Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk jî helwesta partiyan û gazinên wan ya li ser hibljartinê wergirtiye."

Bi heman mijarî:

'Ez bêm hilbijartin, ez ê Esadî vexwînim Enqereyê'
Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
Eniya Tirkmenan û 6 partiyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin werin betalkirin
Mesrûr Barzanî: Ev hilbijartin, hilbijartineke çarenûssaz e
Mehmûd Ebbas ji bo ‘Serokatiya Dewleta' Filistînê hat hilbijartin
Etîketan:
kurd, encam, hilbijartin, Sputnik, Brett McGurk, Herêma Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de