20:18 20 Hezîran 2018
Şandeya PDK li Bexdayê - Fazil Mîranî

Endamê şandeya PDKê behsa bername û armanca serdana xwe ya Bexdayê kir

© Sputnik / Osman Başqalî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Şandeyeke PDKê îro bi serokatiya Sekreterê Polîtbîroyê Fazil Mîranî serdana Bexdayê dike da ku bi hemû aliyên iraqî re bicive. Endamê şandeyê Şiwan Mihemed derbarê serdanê de axift û diyar kir ku tenê yek mercê wan heye, ew jî ku bizanin bê aliyên iraqî dê çawa daxwazên gelê Kurdistanê cî bi cî bikin.

Îro şandeyeke Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) bi serokatiya Sekreterê Polîbîroyê Fazil Mîranî û endamê serkirdayetiyê Xisro Goran, Berpirsê Pêwendiyên Erebî Bengîn Rêkanî, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah û Berpirsê Şaxa PDKê li Bexdayê Şiwan Mihemed serdana Bexdayê kir.

Endamê şandeyê Şiwan Mihemed têkilîdarî serdanê bi Sputnik Kurdistanê re axift û diyar kir ku ku “ "PDK hîç pêşmercek bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê tine û em îro li bexdayê ne. Em ê bê cudahî serdana hemû aliyên şîî û sunî bikin. Em ê li gel hemû aliyên siyasî yên Iraqê kom bibin."

Têkilîdarî daxwaz û mercên PDKê bo beşdarbûna di hikûmeta nû de, Mihemedî got, "me hîç mercek nîn e, tenê mercê me ew e ku em bizanin, aliyên iraqî dê çawa daxwazên gelê Kurdistanê cî bi cî bikin. Em dixwazin, di vê serdanê de bizanin, aliyên erebî bo cîbicîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê çi mekanîzmeyek heye.

Herwiha endamê şandeya PDKê derbarê posta serokkomariya Iraqê de jî axift û got, "posta serokkomariyê ji bo gelê Kurdistanê gelekî giring e, ji ber remz û hêmaya Iraqê ye. lê hîn jî zû ye, em bibêjin bê kî û ji kîjan partiyê dê bibe serokê kurd ê Iraqê."

Mihemedî diyar kir ku daxwaza serokatiya parlamentoya Iraqê jî nakin.

Bi heman mijarî:

'BP û Iraqê peymanek ji bo petrola Kerkûkê îmze kir'
Serokwezîrê berê: Li Iraqê piştî hilbijartina dê şerê navxweyî derkeve
Balyozê Iraqê: Nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bûn
Ebadî: Hilbijartina îro wê pêşeroja Iraqê diyar bike
Artêşa Iraqê li Şingalê dengdêran asteng dike
Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
Serokê Şiiyên Iraqê Sadr ji alîgirên xwe re got: Ji serkeftinê re amade bin
Etîketan:
PDK, Şiwan Mihemed, Umêd Sebah, Bengîn Rêkanî, Xisro Goran, Fazil Mîranî, Kurdistan, Iraq, Bexda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de