13:31 23 Hezîran 2018
Referandûm-hilbijartin-dengdan-deng

Çavên hemu kesan li dengên kurdan e, gelo kurd di çi rewşê de ne?

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 30

Dengên hilbijêrên kurd dê bandoreke mezin li hilbijartina li Tirkiyeyê bike. Gelo li heremên kurdan rewş çawa ye? HDP sibe dê deklarasyonekê eşkere bike. Eger bi Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî re li hev kirinek bibe dê yekem car di navbera partî û saziyên kurd de yekitîyek ava bibe. Ji bilî wê HAK-PAR û HUDA-PARê namzetên serbixwe nîşan dan.

Kurd- hilbijartin
© AFP 2018 / Delil souleiman
Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê hemu partiyên ku dikarin beşdarî hilbijartinê bibin, namzetên parlamenteriyê doh radestî Saziya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê (YSK) kirin. Di hilbijartinê nîqaşa herî zêde li ser dengên kurdan e. Tê gotin ku dengê kurdan dê qedera hilbijartinê nîşan bide. Ji ber wê jî dengên HDPê girîng tê dîtin. Heger HDP bi ser benda hilbijartinê bikeve dê bandorek neyînî li ser Partiya Geşedan û Dadweriyê (AKP) ku li Tirkiyeyê niha partiya desthilat e bike û dê hejmara parlamanterên AKPê di meclisê de bikeve. Ji ber wê çavên hemu kesan li bajarê kurdan e. Gelo li bajarê kurdan rewşek çawa heye? HDP, partî û saziyên kurdî di rewşek çawa dene?

TIFAQA HILBIJARTINÊ YA KURDISTANÎ LI BENDA DEKLARASYONA HDPê YE

Weke tê zanîn 5 partî û saziyên kurdî li Amedê ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî' ava kirin û bi HDPê re hevdîtin pêk anîn. Piştî ku ji hevdîtinan encamek erenî derket ji bo yekitiya kurdan hêviyek çêbu. Lê çend roj şûnde tifaqê ragihand ku di dema hevdîtinên wan bi HDPê re berdewam dikir, HDPê bêyî wan deklarasyona hilbijartinê aşkere kirîye û di deklarasyonê de prensibên ku li ser li hevkiribûn cih ne girtiye û di rojên pêş de dê helwesta xwe ya hilbijartinan aşkere bikin. Li ser vê daxuyaniyê HDPê tu daxuyanîyek fermî neda lê ji bo li hevkirinê hewldana hevdîtina berdewam kir.

DEKLARASYONA JI BO TIFAQÊ SIBE AŞKERE DIBE

Herwiha ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî' ji bo helwesta xwe nîşan bide li bendeyi deklarasyona ku wan û HDPê li hevkiribûn e. HDP jî ji bo deklarasyonê aşkere bike sibe bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan dê daxuyanîyekê bide. Li gorî vê daxuyaniyê dê tifaq jî helwesta xwe nîşan bide. Heger li hevkirinek bibe dê yekem car di navbera partî û saziyên kurd de tifaqek wiha çêbibe.

HINEK SAZIYAN JI BO HDPê PIŞTGIRIYA XWE RAGIHAND

Ji bilî wan DDKD û Komeleya Şêx Said ragihandin ku dê di hilbijartinê de piştgirî bidin HDPê. Suryanîyên li Tirkiyeyê û Ewropa Platforma Yekitîya Netewî ava kirin jî ji bo HDPê piştgirîya xwe ragihandin. Her wiha tê gotin ku di rojên pêş de jî li bendeyê ku hinek saziyên din jî ji bo HDPê piştgirîya xwe ragihînin.

HUDA-PAR LI 2 BAJARAN 2 NAMZETÊ SERBIXWE NÎŞAN DAN

Di hilbijartinên borî de HUDA-PAR û Partîya Saadetê piştgirî didan AKPê. Lê di vê hilbijartinê de li bajarên kurdan HUDA-PAR û Saadet piştgirî nadin. Ji ber vê ev weke kêmbûna dengên AKPê tê şîrove kirin. HUDA-PAR li heremê dê bi 2 namzetên serbixwe bikeve hilbijartinê. Li bajarên din jî dê weke partiye bikeve. Serokê Giştî yê HUDA-PARê ji bo li Amedê bibe namzetê serbixwe doh ji partîya xwe îstîfa kir. Namzetên dî jî Aydin Gok li Êlihê bu namzetê serbixwe yê HUDA-PARê.

HAK-PAR 5 NAMZETÊN SERBIXWE NÎŞAN DA

Partiya Maf û Azadiyann (HAK-PAR) ji bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê ku 24ê Hezîranê birêve diçin, 5 namzedên serbixwe li bajarên kurdan destnîşan kirin. HAK-PARê li Amedê serokê giştî yê partiyê Refik Karakoç, li Wanê Abdunmenaf Kiran, li Dêrsîmê Huseyîn Ozdemir, li Agiriyê Fehmi Atmaca li Mêrdînê jî Suleyman Kart wekî namzedên serbixwe yên parlamentariyê destnîşan kirin.

Bi heman mijarî:

'Ez bêm hilbijartin, ez ê Esadî vexwînim Enqereyê'
Eniya Tirkmenan û 6 partiyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin werin betalkirin
'Eger werim hilbijartin ez ê Hulusi Akar ji wezîfê bistînim'
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
Mesrûr Barzanî: Ev hilbijartin, hilbijartineke çarenûssaz e
SONAR: Erdogan di tura yekem de nayê hilbijartin
Etîketan:
deng, hilbijêr, kurd, Sputnik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de