06:58 22 Hezîran 2018
Dr. Salih Mela Umer lsa

'Di avakirina hikûmeta Iraqê ya nû de, parastina berjewendiyên hinek welatan giring in'

© Sputnik / Osman Başqalî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Şirovekarê siyasî û pisporê zanistên siyasî Dr. Salih Umer Îsa bersiva hinek pirsyarên Sputnik Kurdistanê yên derbarê encamên hilbijartina Iraqê û bandora wan li ser nexşeya siyasî ya Iraqê û çawaniya pêkanîna hikûmeta nû de da.

Muqteda Sedr û Heyder Ebadî
© REUTERS / Irak Başbakanlık Ofisi
Dr. Salih Umer Îsayî encamên hilbijartina Iraqê û bandora welatên derveyî li ser şêwaz û avakirina hikûmeta nû jî nirxandin.

Li gorî we, encamên hilbijartina Iraqê dê guhertineke çawa di nexşeya siyasî ya Iraqê de çêke?

Bêguman, encamên hilbijartina Iraqê ji çend aliyan ve xwedan giringî ne; yek ji wan, rêjeya beşdariya xelkê Iraqê 44% bû ku li gorî pêvajoya dengdana berê kêm bû. Sedema sereke jî ew e ku gelê Iraqê gelekî bawerî bi sîstema hikmraniyê tine. Di heman demê de hejmarek ji wan kesên ku berê desthilatdar bûn, nekariye bi awayê pêwîst dengan bistînin. Ev jî ji bo siyasetvanan Iraqê jî peyameke giring bû.

"VÊ CARÊ ŞÎÎ LI SER POSTA SEROKWEZÎRITIYÊ LI HEV NAKIN"

Giriginiya duyem; di pêvajoya berê de lîsteya Dewleta Yasayê ya ku him desthilatdar bû û him jî serperiştiya pêvajoya dengdanê dikir û dengên herî zêde bi dest xistibûn, vê carê jî dengên xwe kêm kirine û ji 85an heta niha tenê 25 kursî bi dest xistine. Ev jî cihê pirsyarê ye. Herwiha vê carê Partiya Dawayê jî dabeş bûbû û bi du lîsteyan beşdarî hilbijartinê bûbû. Dibe ku rikeberiya navbera Heyder Ebadî û nûrî el Malikî ji bo wergirtina desthilatê bû sedem ku bi du lîsteyan beşdar bibin û di encamê de kursiyên xwe kêm kirin. Di heman demê de encamên hilbijartinê heta niha Muqteda el Sedir bi lîsteya Saîrûnê di rêza yekem de ye, lê ya cihê pirsyarê ye ew e, gelo lîsteyên Dewleta Yasayê dê rê bidin ku vê carê kesek ji lîsteya Sedirî posta serokwezîriyê werbigire? Yan jî dê hewl bidin ku fraksyoneke mezintir di nav Parlamentoya Iraqê de çêkin û lîsteya Saîrûnê ji posta serokwezîriyê dûr bixin her wek pêvajoya berê çêbûbû. Herwiha eger em li nava mala şîî binerin, em dê bibînin ku heta radeyekê nexşeya siyasî ya di nava mala şîî de guheriye, ji ber ku berê ew rikeberiya tund di nav wan de tine bû û ya giring ji bo wan, ew bû ku kesekî şîî bikin serokwezîr lê vê carê nîqaşeke mezin di nav şîiyan de li ser wergirtina posta serwzîriyê heye.

Welatên derdorê û Amerîka dê çi bandorê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bikin?

Belê kartêkirina xwe hene, nexasim Amerîk û Îran. Dema pêkanîna hikûmeta Iraqê ya berê, pêwendiyên Amerîka û Îranê heta radeyekê baştir bû ji dema niha lê piştî ku Amerîka ji peymana nûkleerî vekişiya û zimanê gefxwarinê li himberî Îranê tund kir, pêwendiyên wan aloztir bûn.
Di xulên berê de Amerîka heta radeyekê lihevkirinek li gel Îranê li ser hikûmeta Iraqê hebû û dixwest, hikûmeteke bihêz li Bexdayê were avakirin ji bo ku ji Iraqê vekişe lê niha Amerîka careke din vegeriyaye Iraqê û ew lihevkirina bi wî awayî li ser hikûmeta nû ya Iraqê tine.Herwiha xaleke din jî heye ku avakirina hikûmeta Iraqê tenê girêdayî xelkê Iraq û partiyên siyasî nîn e, pêwîst e ku berjewendiyên wan welatan werin parastin. Her piştî hilbijartinan, nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk û Qasim Fermandarê Fermandarê Hêza Qudsê yê Pasevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî serdana Iraqê kiribû û herduyan hewl da ku rol di pêkanîna hikûmeta nû de hebe. Îca ji ber wê, bi baweriya min, pêkanîna hikûmeteke nû dê hinekî zehmet be.

"ŞÎÎ DÊ QAYÎL NEBIN KURD POSTA SEROKKOMARIYÊ BI DEST BIXIN"

Helwesta kurdan dê li himberî vê pirsa we behsa wê kir çi bû? Gelo ji bo kurdan dê kîjan post baştir be ji bo kurdan ku bi dest bixin?

Bi rastî di destûra Iraqê de tiştek nehatiye gotin ku divê posta serokkomariyê ji bo kurdan be û serokatiya parlamentoyê jî bo erebên sunî be û herwiha ya serokwezîran jî bo şîiyan be. Lê heta niha ev tişt bûye urfeke siyasî û ez bawer nakim ku kurd daxwaza posta serokatiya parlamentoyê bikin. Reng e, şîî qayîl nebin ku kurd posta serokkomariyê bi dest bixin. Tiştê ji bo kurdan giring ew e ku hikûmeta bê û serokwezîr vê carê kî be, hewl bide ku pirsên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê çareser bike. Çêdibe, eger kesekî nêzîkî kurdan û bêtir bawerî bi mafên gelê kurd hebe, bo kurdan baştir be. Bê guman, partiyên kurdan dê hewl bidin kesekî wiha bibe serokwezîr lê hîn jî ne diyar e bê rewş dê çawa be.

Bi heman mijarî:

Li Herêma Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn
‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’
Li Kurdistanê ji bo hilbijartinan Parlementoya Iraqê dema bangeşanê dest pê kir
Tirkiye 8 welatiyên Herêma Kurdistanê rasdestî ASAyê kirin
Geverî ji Sputnik Kurdistanê re: Hîn biryareke fermî ji bo Demirtaşî nehatiye dan
Roja rojnamegeriya kurdî li Herêma Kurdistanê hat zindîkirin
Serokê penaberên Kurdistanê: Mafê Tirkiyeyê tineye ku penaberan radestî ASAyê bike
Etîketan:
Salih Umer Îsa, Muqteda el Sedir, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de