00:59 20 Hezîran 2018
HDP

Parlamenterên HDPê yên di lîsteya nû de cih negirtin

© AFP 2018 / OZAN KOSE
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 14

Namzetên parlamenteriyê ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê hêdî hêdî diyar dibin. Herwiha Adem Geverî, Kadri Yildirim, Ziya Pir, Mehmet Ali Aslan, Saadet Becerikli û Ali Atalan di lîsteya nû ya HDPê de cih negirtin.

HDP-Partiya Demokratîk a Gelan
© Sputnik / Osman Orsal
Li Tirkiyeyê di 24ê Hezîrana 2018an de hilbijartina pêşxwet bê lidarxistin. Lîsteyên parlamenterî yên partiyan jî hêdî hêdî diyar dibin.

Li gorî agahiyên Sputnik Kurdistanê bi dest xistine, Parlamenterê Wanê Adem Geveri, Parlamenterê Sêrtê Kadri Yildirim, Parlamenterê Amedê Ziya Pir, Parlamenterê Êlihê Mehmet Ali Aslan, Parlamentera Êlihê Saadet Becerikli û Parlamenterê Mêrdînê Ali Atalan di lîsteya HDPê ya ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê de cih negirtine.

Ji aliyê din ve, Parlamenterê Amedê Îmam Taşçier jî ji Sputnikê re diyar kir ku lîsteya dawî ya ji bo hilbijartinê hêj diyar nebûye, lê ew navên jor dê di hilbijartinê de nabin namzet.

Herwiha Berpirsê Çapamenî yê HDPê ji Sputnikê re piştrast kir ku navên wan parlamenteran di lîsteya HDPê de cîh negirtine.

Bi heman mijarî:

HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
Etîketan:
lîste, hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de