19:13 23 Hezîran 2018
HSD

HSDê piştrast kir: Fransa bi bataryayên topavêj piştgiriyê dide me

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Nêrîn
Lînkê kurt
0 10

Hêzên Taybet ên Fransayê 6 bataryayên topavêj li herêmên çoltera Dêra Zora Sûriyeyê ya HSDê danîn da ku alîkariya HSDê di topbarankirina sengerên DAIŞê de bikin. Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla diyar kir ku leşkerên Fransayê li Dêra Zorê hene û got ku ji bo şerê li dijî DAIŞê bi topan piştgiriyê didin wan.

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên ku ji HSDya ku YPG pêşengiya wê dike hatine bidestxistin, Fransa hebûna xwe ya li herêmên bakurê Sûriyeyê yên di kontrola HSDê de zêde kiriye û piştgiriyê dide wan. Leşkerên frensî 6 bataryayên topavêj li ser sînorê parêzgeha Dêra Zorê yê li ser sînorê Iraqê li gundê Bagûzê bi cî kirine û ji wir topan bi ser DAIŞê de diavêje.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê ya girêdayî HSDê Ehmed Ebû Xewlayî ji Sputnikê re axift û piştrast kir ku leşkerên frensî di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriyê didin wan. Ebû Xewla destnîşan kir ku li rojhilata Dêra Zorê li ser sînorên Iraq û Sûriyeyê operasyonên li dijî DAIŞê pêk tînin û leşkerên amerîkî û frensî jî bi topan piştgiriyê didin wan û li sengerên DAIŞê dixin.

Derbarê hejmara leşkerên frensî yên li herêmê de, Ebû Xewla diyar kir ku ji ber sedemên leşkerî dê hûrgiliyan derbarê vê meseleyê de nedin û diyar kir ku leşkerên Fransayê li herêmê li gel Amerîkayê bi hevahengî tevdigerin.

Hêjayî gotinê ye, hatibû ragihandin ku bi giştî 250 leşkerên frensî li herêmên bakurê Sûriyeyê yên di kontrola HSDê de hene û navendeke wan li Kobaniyê heye. Herwiha li Kobanî, Minbicê, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê hene.

Bajarê Dêra Zorê yê li ser çemê Firatê sala 2014an ketibû destê DAIŞê. Artêşa Sûriyeyê par bajar ji DAIŞê paqij kiribû û herêma rojhilatî ya çolterê jî ketibû destê HSDê.

Bi heman mijarî:

Kongreya DYAyê bernameya `perwerde û arastinê` ya li Sûriyeyê berfirehtir dike
Reuters: Di êrişa Îsraîl a Sûriyeyê de 8 jê leşkerên îranî 15 kes hatin kuştin
Etîketan:
DAIŞ, Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê, YPG, HSD, Ebû Xewla, Bagûz, Iraq, Sûriye, Dêra Zorê, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de