06:57 22 Hezîran 2018
Pirtûkfiroş Medya - Medya Kitabevi

Ji pirtûkfiroşekî zêdetir, navendeke rewşenbîriya kurdî li Stenbolê: 'Medya Kitabevi'

© Sputnik / Mevlut Oguz
Nêrîn
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
2100

Xwediyê Medyayê Selahattin Bulut diyar kir ku însanên welatparêz ên ku dixwînin giş têne Medyayê û got "Xwendina kitêbên kurdî hinekî jî lihemberderketina rewşa awarte ye." Mudawîmê sadiq ê Medyayê Serhad Adar jî da xuyakirin ku ew her roja şemiyê seredana vir dike, "Li vir min gelek nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend naskirin."

Pirtûkfiroşê Medya ku ji 1996an qeta ewil a pasaja tarîxî ya Elhamrayê ya li ser kolana Istiklalê ye, ji pirtûkfiroşekî bêhtir weke navendeke rêpêketî ya entelijansiya û rewşenbîriya kurdî ya li Stenbolê dertê pêş. Di serî de nivîskarên kurd; akademîsyen, hunermend û hema bê her xwendekarê li Stenbolê û yên ku rêya wan bi Stenbolê dikeve teqez seredana vê navenda piçûk lê nirxbilind dikin.

Kurdologê navdar Prof.Dr. Celîlê Celîl di seredaneke xwe ya bo Medyayê, ew der weke ‘hec'ê bi nav kiribû gotibû "vê carê jî min heca xwe kir."

Nivîskar û Xwediyê Pirtûkfiroşê Medyayê Selahattin Bulut: Însanên welatparêz ên ku dixwînin, însanên ku hebkî kitêban teqîb dikin giş têne vir.
© Sputnik / Mevlut Oguz
Nivîskar û Xwediyê Pirtûkfiroşê Medyayê Selahattin Bulut: "Însanên welatparêz ên ku dixwînin, însanên ku hebkî kitêban teqîb dikin giş têne vir.

Nivîskar û xwediyê Pirtûkfiroşê Medyayê Selahattin Bulut ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û got, dema ku min ev der vekir, min got bila pirtûkfiroşekî kurdan hebe û ne ya ti rêxistinê, komelê û fikrekî bi tenê be; bila her kes li vê derê xwe wenî rehet, azad û hurr hîs bike.

Bulut axaftina xwe wiha domand "Ev der ciyekî bi tenê ye. Gelek tişt hene ku jê çar heb hene, du heb hene, bîst heb jê hene, lê Kitêbxaneya Medyayê ku ya kurda ye û 20-21 sal e kitêbên kurdî, kitêbên bi tirkî yên li ser kurdan hema bêje bi tenê li vir têne peydakirin. Cîyekî din wenî tune ye. Dema ku carinan cî ne ku dişibin vir vedibin, ew jî zêdetir wek yê rêxistin partî ya jî yê komeleya ne. Yanî em bibêjin rêxistinek ji xwe re pirtûkxaneyekê vedike, zêdetir kitêbên xwe difiroşe, yan jî zêdetir însanên ji wê rêxistinê diherin wir. Ji ber ku bi vî rengî gelek cî vebûne, lê zêde dom nekirine û paşê jî hatine girtin lê feqet ev der vebû û hîn jî nehatiye girtin, ji ber ku serbixwe ye. Belbî sebebeke wê ya muhîm jî ev be."

‘XWENDINA KITÊBÊN KURDÎ HINEKÎ JÎ LIHEMBERDERKETINA REWŞA AWARTE YE'

Bulut diyar dike ku rewşa awarte bandoreke neyînî li ser pirtûkfiroşiyê û pirtûkên kurdî dike "Wextê ku me Medya Kitabevi vekir, wê çaxê jî me rojê îmzeyê li dar dixistin û hetta îro car caran em rojên îmzeyan çêdikin. Li gorî rewşa Tirkiyê, dinyayê û kurdan diguhere. Carinan li pey hev, weke çar pênc mehan, salekê û carinan jî weke hawê du-sê sal em navbeynê didinê. Hema bêje me ji bo tevahiya nivîskarên kurd roja îmzeyê lidarxistiye. Ev sê mehên dawiyê ji nû de me dest bi rojên îmzeyan kiriye. Çend heb sedemên vê yekê hene; yek jê rewşa Tirkiyê ne baş e, rewşa kurdan jî ne pir başe, rewşa me jî ne baş e. Wextê ku rojên îmzeyan li dar dixin, nivîskar tên, xwendevan tên; qelebalixî çêdibe, firotin çêdibe, ji vî alî ve baş e. Ji aliyê din ve jî nivîskar û xwendevan hevdu dibînin, kitêbên weşanxaneyên kurdî têne firotin. Nivîskar û xwendevan temasî hev dikin, bi hev re fotografan digirin. Di rewşa awarte de dema ku xwendevanên kurdî tên û ji bo kitêbên kurdî dikevine rêzê û kitêban îmze dikin û bi nivîskarî re wêneyan dikşînin û wan wêneyan li ser medyaya civakî par ve dikin, di rewşeke ew çend xirab û awarte de ev yek dînamîzmeke, tevgerekê tîne qada xwendin û nivîsevaniyê kurdî. Xwendina kitêbên kurdî hinekî jî lihemberderketina rewşa awarte ye."

‘ÎNSANÊN WELATPARÊZ ÊN KU DIXWÎNIN, ÊN KU HEBKÎ KITÊBAN TEQÎB DIKIN, GIŞ TÊNE VIR'

Bulut li ser profîl û mudavîmên pirtûkfiroşî jî da zanîn ku însanên welatparêz ên ku kitêban dişopînin giş têne Medyayê, "însanên welatparêz ên ku dixwînin, însanên ku hebkî kitêban teqîb dikin giş têne vir; îxtiyar jî tên, mele jî tên; xwendekar, memûr, doxtor, muhendîz û akademîsyen hêma bêje ji hemû derdor û pîşeyî kes têne vê derê. Bi piraniya însanên ku têne vir hîssiyatek heye, lewma tên vê derê. Ew hîssiyat, hîssiyata kurdayetî û welatparêziyê ye."

‘ZÊDETIRÎ BÎST SAL E EM BI HEVDÛ RE JIYA NE; EM HEVDU NAS DIKIN, EM JI HEVDU HEZ DIKIN'

Li ser pirsa 'tê gotin ku rêjeya xwendinê kêm bûye. Kes nema weke berê diwîne. Yên ku dixwînin zêdetir e-kîtaban û nivîsên li ser înternetê dixwînin. Dema ku kitêbekê jî bikirin, zêdetir li ser malperên pirtûkfirotinê yên online distînin. Gelo ev yek bandoreke neyînî li ser Medyayê dike yan na?' Bulut got, "Bandoreke neyînî ya bi vî rengî li ser medyayê çênebûye. Yên ku tên vê derê, di van malperan de pirtûk erzan bin jî û li vir bihatir bin jî, dîsa têne vir. Sedema vê yekê jî ew e ku ev 20-21 sal e em bi hevdû re jiya ne; em hevdu nas dikin, em ji hevdu hez dikin. Di vî bîst salî de li Zanîngen Stenbolê 4-5 nifş telebe (xwendekar) yên kurdan mezûn bûne. Ev 5 nifş xwendekar hatine Medyayê, ji vir kitêb stendine. Wextê ku tezê xwe amade kirine, li gorî mijarên tezên xwe kitêb stendine. Gelek jê hatine li vê derê me mijara teza wan bi hev re diyar kiriye ya jî amade kiriye. Wan xwendekaran li vê derê nivîskar dîtine, li vê derê bi nivîskaran re sohbet kirine. Kitêbên wan stendine û îmze kirine, bi hev re fotograf kişandine, hin ji wan bûne lêkolîner û nivîskar. Yanî mesela Mehmet Dîcle. Dicle ji Mehmed Uzun pir hez dikir. Dema ku dihat vê derê û bi Mehmet Uzun re dipeyivî ne nivîskar bû, xortekî kurd bû, dihat ji xwe re kitêbên kurmancî distendin. Rojekê min lê nêrî ku bûye nivîskar û kitêbên wî derketin û kitêbên wî kitêbên pir xweş in jî. Yanî gelek însan li vê derê bûne nivîskar. Gelek xortên wiha li vir hevdu naskirin. Ev yek bû sebeba wê yekê ku ev xort hay ji bajar, herêm, zarava û devokên hevdu bûn û hevaltî û dostaniyek bi hev re danîn. Ji ber vê yekê mudavîmên me dema kitêbeke li ser medyaya civakî dibîne naçe ji pirtûkfiroşên înternetê nakirin, tên li vir bêhna xwe vedidin, sohbet dikin, çayekê vedixin û taliya talî kitêba xwe ji vir dikirin. Ev der ne pirtûkfiroşekî jirêze ye, yek ji qunax û navnîşana kurdên xwende ye.

Yek ji mudawîmê sadiq ê Medyayê, Serhat Adar:  Ji wextê ku ev der ava bûye, ez her roja şemiyê li vir im û qet destvala neçûme.
© Sputnik / Mevlut Oguz
Yek ji mudawîmê sadiq ê Medyayê, Serhat Adar: Ji wextê ku ev der ava bûye, ez her roja şemiyê li vir im û qet destvala neçûme.

‘HERÎ ZÊDE KITÊBÊN ZIMAN, GRAMER, FERHENG Û HÎNKERÊ TÊNE FIROTIN'

Bulut eşkere dike ku herî zêde ferheng û kitêbên ziman û gramerê têne firotin, "herî zêde kitêbên ziman, gramer, ferheng û hînkerê têne firotin. Û yên ku bi rastî jî çîrok, roman û helbestan dinivîsinin ji xwe herkê 3-4 hebin ya jî 4-5 heb in. Zêdetir berhemên wan elaqe dibînin û têne firotin.

‘JI WEXTÊ KU EV DER AVA BÛYE HER ROJA ŞEMIYÊ EZ TÊME VIR. EZ QET DESTEVALA NEÇÛME'

Ji aliyê din ve yek ji mudawîmê sadiq ê Medyayê Serhad Adar diyar kir ku ew her roja şemiyê seredana vir dike û wiha axivî, "Berê ev der li Xana Aznawirê bû. Ji wextê ku ev der ava bûye, ez her roja şemiyê li vir im û qet destvala neçûme. Ez tême vir, ez kovar û pirtûkên derbarê kurdan distînim. Carinan ji ber ku tiştekî nû derneketiye û ji bo ku destevala venegerim, min pirtûka ku berê stendiye cardin stendiye. Li vir min gelek nivîskar, siyasetmeda, rewşenbîr, hunermend dîtin. Hefteyek berê Celîlê Celîl li vir bû. Herwiha di demekê nêz de Şeyhmus Diken, Suzan Samanci, Mahmut Akyurekli, Felat Dilgeş, Sirri Ozbek, Rohat Alakom, Nihad Gultekin, Mesut Yegen, Berken Bereh û gelek kesên dîtin li vir. Ez aşiqê zimanê kurdî me. Derbarê kurdan de çi derdikeve bala min dikşîne. Dema ku ez nêyem vir xwe di nava tarîtiyekê, di nava valahiyekê de hîs dikim. Ez ji xwe re dibêjim divê ez biçime wir. Her şemî ji xwe dibêjim divê ez biçime Medyayê, yan ez wan kesan bibînim yan jî wê pirtûkê bistînim."

Bi heman mijarî:

Mihrîcana Çandên Stenbolê hat lidarxistin
Du kovarên 'populer' li kovargeriya kurdî zêde bûn
Li Mêrdînê hunermendên ciwan bi navê Counter Bienal, bienaleke alternatîf li dar xistin
Kawa Nemir: Wergera Ulysses mudaxaleyeke mezin e li sentaksa kurdî ya tekçûyî
Bahoz Baran: Edebiyata modern nikare bê folklorê hebe
Kawa Nemir: Em tenê behsa ezberên xwe dikin
Ciwanmerd Kulek: Ji bo min her tişt dikare bibe mijara edebiyatê
Ji Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê bijarteyek
Bi wêne pêşangeha peykerên hesinî ya Saediyan li Stenbolê
Etîketan:
Navendeke Rewşenbîriya kurdî li Stenbolê, Pirtûkfiroşê Kurdî, Pirtûkê kurdî, Çand û Huner, Edebiyat, Çand, Pirtûk, Huner, pirtûkfiroş, Kurmancî, Kurdî, Kurd, Kovar, Kitêb, Pirtûk, Mevlut Oguz, Spûtnîk Kurdistan, Serhat Adar, Selahattin Bulut, Celîlê Celîl, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de