22:56 21 Hezîran 2018
Partiyên Kurdistanî

PAK: Me û HDPê li ser mafê statûya siyasî ji bo Kurdistanê li hev kiribû

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 11

Serokê PAKê Mustafa Ozçelik li ser civînên navbera partiyên Kurdistanî û HDPê yên ji bo tifaqê axift û diyar kir ku li ser rêgezên siyasî û li ser xala ‘Mafê statûya siyasî ji bo Kurdistanê’ bi HDPê re li hev kiribûn, lê HDPê di manîfestoya xwe ya hilbijartinê de cih neda vê xalê, ji ber vê jî hevdîtina ji bo tifaqa bi HDPê re bê encam ma.

Li Tirkiyeyê di 24ê Hezîrana 2018an de hilbijartina pêşxwet bê lidarxistin. Piştî biryardayîna hilbijartina pêşxwext Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li ser Tifaqa Cumhurê pêk anîn. Partiyên Patiya Komarî ya Gel (CHP), Saadet, IYI û Demokratê jî di navbera xwe de Tifaqa Milet girêdan. Herwiha di navbera tifaqa Kurdistanî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî ji bo tifaqê hevdîtin dihat kirin, lê doh partiyên Kurdistanî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hevdîtinên ji bo tifaqê ya di navbera wan û HDPê de bê encam mane. Serokê PAKê Mustafa Ozçelik li ser lihevnekirina tifaqê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku bi HDPê re li ser prensîbên siyasî û xebatên bi hev re li hev kirine, lê HDPê di manîfestoya xwe yê ji bo hilbijartinê de cih nedane wan prensîban, li ser vê yekê jî hevdîtinên ji bo tifaqê bê encam man.

‘ME XWEST LI SER PRENSÎBÊN SIYASÎ TIFAQA KURDISTANÎ FIREHTIR BIKIN'

Ozçelik wiha dewam kir: "Me wek Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê —Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê di 2ê Gulana 2018an de tifaqa Kurdistanî ya ji hilbijartina di 24ê Hezîranê de di navbera xwe de ava kir. Me wê demê hin prensîbên siyasî ji bo tifaqa hilbijartinê eşkere kir. Me wê demê biryar da ku li ser wan prensîban bi partiyên din re jî danûstandina bikin da ku em tifaqa Kurdistanî li ser wan presîbên siyasî firehtir bikin. Bi vê mabestê me bi HUDA-PAR û HDPê re jî dest bi hevdîtinan kir. Me bi hevserok û serokên wan re danûstandin pêk anî. HUDA-PAR ji me re got eger HDP amade be, em jî amade ne li ser tifaqa Kurdistanî hevdîtinan bikin, lê mixabin HDPê diyar kir ku di vê demê de naxwazin bi HUDA-PARê re hevdîtin pêk bînin."

HDPê NEXWEST BI HUDA-PARê RE HEVDÎTIN BIKE'

Li ser pirsa gelo HDPê çima nexwest hevdîtin li gel HUDA-PARê pêk bîne Ozçelik wiha bersivand: "Bi rastî jî sedema vê yekê negotin, tiştî ku ji me re gotin partî niha ji bo hevdîtinê ji ber bûyerên berê ne amade ye. Ji me re ev tişt gotin. Me ev yek ji Serokê HUDA-PARê Zekerya Yapicioglu re got, wî jî ji me re diyar kir ku (di 2ê Gulanê de) ev 10 rojên daxwaza hevdîtinê ji HDPê kirine, lê hêj bersiv nehatiye dayîn. Me di 4ê Gulanê de bi Hevseroka HDPê û şanda pê re li Amedê hevdîtin pêk anî û me nameyeke ku prensîben me yên siyasî tê de hatibû nivîsandin pêşkeşî wan kir. Di civîna me ya hevpar a li gel HDPê de jî wan bi xwe gotin ku ev prensîben siyasî yên partiyên Kurdistanî prensîben me jî ne û di bernameya me de jî hene."

‘ME SÊ XALAN PÊŞKEŞÎ HDPê KIRIN, WAN JÎ EWIL QEBÛL KIRIN'

Serokê PAKê got: "Di 6ê Gulanê de HDPê bi nameyekê bersiva me bi niviskî dan û ji me re diyar kirin ku prensîben we yên siyasî di bernameya me de hene û prensîben me ne jî. Li ser vê yekê hevdîtinên me yên ji bo tifaqa hilbijartinê bi fermî dest pê kirin. Piştî vê yekê me wek tifaqa Kurdistanî 3 gavên asasî pêşkeşî HDPê kirin. Ya ewil me got divê em li ser van prensîbên siyasî li hev bikin. Ya diduyan jî li ser prensîbên bi hev re xebatên hilbijartinê; em hilbijartinê de çawa organîze bibin, çawa bixebitin, mîtîngan, afîşan, pankartan bi hev re diyar bikirina. Ji bo vê jî me nameyeke din pêşkeşî wan kir û me got eger em li ser van xalan li hev bikin, wê demê em ê bên meseleya temsîlê."

‘ME LI SER XALA ‘MAFÊ STATÛYEKE SIYASÎ JI BO KURDISTANÊ LI HEV KIR'

Ozçelik wiha pê de çû: "Me ji nûnerên HDPê re got ku heta em li ser her du xalên ewil li hev nekin, teqez em naxwazin meseleya temsîliyetê biaxivin. Lê wan hertim ji me re digotin ku gelo hûn ê ji bo temsîliyetê çend kesan dixwazin. Me ji roja ewil heta roja ku HDPê danezana xwe ya ji bo hilbijartiê eşkere kir, teqez me behsa ji bo parlamenteriyê nekiriye. Me bi zelalî ji wan re got heta hûn prensîbên siyasî û prensîbên xebata bi hev du re qebûl nekin û em mitabiq nemînin em vê yekê neaxivin. Ji ber vê yekê jî hevdîtinên ji bo her du xalan berdewam bûn. Me di nameya xwe de daxwaz kiribû ku navê tifaqa ku em ava bikin, bila tifaqa hilbijartin a di navbera HDP û tifaqa Kurdistanî, lê HDPê di nameya ku ji me re şand gotin bila navê tifaqê, ‘tifaqa Kurdistanê ya Demokratîk ji bo hilbijartinê' û di bernameya siyasî de ku me gotibû (di xala yekem de) ‘Hebûna gelê kurd û hebûna Kurdistanê û mafê xwe îdarekirina li ser axa xwe; wan jî ji me daxwaz kirin ku mafê xwe îdarekirina li ser axa xwe em bikin ‘mafê statûyekê siyasî ji bo Kurdistanê' û me li ser vê yekê jî li hev kir. Me li ser deklerasyona ku ji 6 xalan pêk dihat bi HDPê re li hev kir."

‘YEK TIŞTÊN KU ME BI HDPê RE LI HEV KIR DI MANÎFESTOYA WAN DE CIH NEGIRT'

Serokê PAKê Ozcelik axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema ku hêj hevdîtinên me dewam dikirin, HDPê di 13ê Gulanê de ji me re got ku di 14ê Gulanê de em ê manîfestoya birêz Selahattin Demirtaş û HDPê li Enqereyê eşkere bikin. Me jî berî de ji wan re gotibû ku ew deklerasyona ku em li ser li hev dikin, dê di manîfestoya Demirtaş û HDPê de jî cih bigere, ji aliyê din ve jî wek deklerasyon were eşkerekirin. Me ji wan re diyar kir ku me hêj li ser vê yekê li hev nekiriye dê wan çawa vê yekê eşkere bikin. Me jî got divê ew deklerasyon di manîfestoyê de cih bigere. Lê di manîfestoya Selahattin Demirtaş û HDPê ya di 14ê Gulanê de ku li Enqereyê paytexta Tirkiyeyê hat eşkerekirin de yek tiştekî ku me bi HDPê re li hev kir, cih negirt. Yanî me tine hesibandin. Hemû tiştên em axivîn, ew gotinên Hevseroka HDPê Pervin Buldan û ew xalên ku me li ser li hev kir vala derketin. Piştî vê yekê me jî bi nameyeke ji HDPê re diyar kir ku tifaq di navbera me de çênabe û tiştek ji me re êdî ne girîng e û demek hûn naxwazin di navbera me de tifaq çêbibe û piştre jî me têkiliya xwe birî."

‘ME TEQEZ BI HDPê RE MESELEYA PARLAMENTERIYÊ NEAXIVÎ'

Herwiha Ozçelik li ser meseleya parlamenteriyê jî teqez bivê yekê kir ku ti bazariyeke di navbera wan û HDPê de çênebûye û çênabe jî û got: "Me ji wan re got ihtiyaca gelê kurd bi tifaqa kurdî ya berfireh heye. Du blok li Tirkiyeyê hat avakirin, ku wab her du blokan jî kurdan li derveyê blokê hêştin, me jî xwest ku em tifaqa kurdan ava bikin, lê mixabin HDPê vê yekê di manîfestoya xwe de cih neda. Ji me re mihûm ew bû ku em wek gelê kurd li ser daxwazên xwe yên esasî û demokratîk dest bidin hev."

Bi heman mijarî:

Demirtaş mal û milkên xwe eşkere kir: Dîploma û bi sedan pirtûkên min hene
Parlamenterê AKPê yê Stenbolê: Divê Demirtaş serbest were berdan
Başak Demirtaş: Êvarî mîtînga Demirtaş heye!
Orhan Miroglu: Eger Demirtaş ceza bistîne dê namzediya wî betal bibe
Akşener: Ez dixwazim ku Demirtaş jî bi me re di heman şertan de xebatin xwe bike
Etîketan:
tifaq, hilbijartin, Sputnik, Mustafa Ozçelik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de