05:32 22 Gulan 2018
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Dr. Barzanî: Kesî nedî Serok Barzanî di hilbijartinê de deng da

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 0 0

    Rojnamevan, pisporê serkirdayetî û rêvebiriyê Dr. Saqî Barzanî îdîaya di hilbijartinê de dengnedayîna Mesûd Barzanî û tifaqa partiyên kurd ji bo hikûmeta nû ya Bexdayê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Pisporê serkirdayetî û rêvebiriyê Dr. Saqî Barzanî di axaftina xwe de ji bo îdîaya ku Mesûd Barzanî di hilbijartinê de deng neda got: "Ne min û ne jî tu kesî nediye ku Serok Barzanî deng daye an na. Wêne û dîmênên dengdanê jî nehatin belavkirin. Kî di cihê Serok Barzanî de be deng nade, çimkî Barzanî xwediyê projeya referandûma serxwebûna Kurdistanê ku ji sedî 93 xelkê kurd dengê erê da ye. Kesekî ku xwediyê projeyeke wiha mezin be mafê wî heye di hilbijartina giştî ya Iraqê de denh nede. Çimkî Barzanî bi salane dibêje Iraq ber bi rêyeke xirab ve diçe, Destûra Bingehîn bi cih nayînin û her diçe rewş aloztir dibe.

    ‘EV GENDELIYEKE ORGANÎZEKIRÎ BÛ'

    Rojnamevan Dr. Saqî Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de mijara partiyên kurd li Silêmaniyê nirxand û ji bo îdîayên gendeliyê got: "Ev tiştekî eşkere ye. Her kes ê Kurdistanê dizane ev gendelî li Silêmaniyê bû. YNK piştî xayîntiya 16ê Cotmehê ya Kerkûkê ketibû rewşeke pir xirab û dengê wê pir kêm bibûn. Îhtîmala ku ji nêvî zêdetir kursiyên xwe ji dest bide hebû û lewma ev gendelî kirin. Dengê partiyên din ên Kurdistanê hatine asteke nemanê. Partî (PDK) ji ber rewşa siyasî hilbijartin boykot kir û li Kerkûkê beşdarî nebû, li Silêmaniyê kete dengdanê û hêvî dihat kirin ku rêyeke baş bi dest bixe. Yanî Partiyê jî kursiyekî xwe kêm kir û jixwe dengê partiyên din ketin halekî nemanê. Ev gendeliyeke organîzekirî bû. Ev gendeliyeke organîzekirî ku hikûmeta Bexdayê û welatên cîran jî tevlî bibûn e. Li gor îdîayan ev gendeliya hilbijartin a Silêmaniyê xelata Kerkûkê bû ji bo YNKê."

    ‘DIVÊ PÊŞÎ LI KURDISTANÊ HEVPEYMANIYEKE NIŞTÎMANÎ AVA BIBE'

    Dr. Saqî Barzanî di dirêjiya axaftina xwe de naveroka hevdîtina Barzanî bi Muqteda Sedr re nirxand û got: "Axaftina Serok Barzanî û Muqteda Sedr zêdetir ji bo pîrozbahiyên serkeftina hilbijartinê bû û ev tiştekî ji rêzê bû. Barzanî berî cihgirtina partiyên kurd di nava hikûmeta Bexdayê de dixwaze pêşî di nava kurdan de yekrêzî û tifaqekê ava bike. Divê pêşî li Kurdistanê hevpeymaniyeke niştîmanî di nava kurdan de were sazkirin. Yanî eger yekrêziyê ava bikin wê destê wan li Bexdayê xurt be. Gelek partiyên kurd heta niha zêdetir li berjewendiyên xwe yên siyasî fikirîne, tu stratejiyek ji bo Kurdistanê çênekirine û hisabê mafê kurdî û neteweyî nekiriye.

    ‘YEKÎTIYA NAV PARTIYÊN KURD ZAHMET E'

    Barzanî di dawiya axaftina xwe de got: "Li gor qenaeta min gelek zahmete di navbera partiyên kurdan de hevpeymaniyeke niştîmanî pêk were. Piştî wê çekirina hikûmetekê bi layanên wek Muqteda Sedr pirsgirêk e ji bo ku ew jî wê xalên nakok cîbicî nekin. Noqteya herî girîng ev e ku Serok Barzanî û PDK wek partiya herî mezin a Kurdistanê Destûra Bingehîn a Kerkûkê cîbicî bikin. Her destûr heye û xelkê biryar daye lazime bi cih were."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî sibe beşdarî Konferansa Asayişê ya li Almanyayê dibe
    Şêwirmendê Barzanî: Fransayê dorpêçên dîplomasî yên ser Herêma Kurdistanê şikandin
    Barzanî û Ebadî hevdîtinek pêk anîn
    Barzanî û Joe Biden li hev civiyan
    Barzanî: Divê mijara Efrînê tavilê were çareserkirin
    Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya
    Etîketan:
    YNK, PDK, Saqî Barzanî, Muqteda Sedr, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de