05:33 22 Gulan 2018
    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen

    Baroya Amedê bal kişand ser Rewşa Awarte û ewlehiya Hilbijartinê

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen têkildarî hilbijartinên 24ê Heziranê got “Ji bo hilbijartineke adil û wekhev, divê rewşa awarte were rakirin û Selahattin Demirtaş were berdan.”

    Baroya Amedê derbarê mafê hilbijartinê û ewlehiya hilbijartinê de li avahiya xwe daxuyaniyek da. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku Tirkiye bi nîqaşên ewlehiya hilbijartinê, mafê hilbijartinê, mafê propagandayê yên wekhev û şertên rewşa awarte diçe hilbijartineke girîng. Ozmen got "Hilbijartineke adil û wekhev rêgezek demokrasiyê ye. Em weke civakê dibînin ku bi ragihandina rewşa awarte, durketinek mezin ji demokrasiyê heye. Ji ber wê divê rewşa awarte were rakirin."

    ‘DIVÊ DEMİRTAŞ WERE SERBEST BERDAN'

    Ozmen bal kişand ser rewşa Selahattin Demirtaş û wiha berdewam kir "Di serî de ji bo mafê propagandayeke azad yê Selahattin Demirtaş, divê aligirên siyasî berpirsiyariyê bigirin û vê neheqiyê ji holê rakin. Ev yek li dijî bang û pêşniyariyên Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGIT) ye. Ji ber wê divê Selahattin Demirtaş were berdan."

    ‘EM Ê HILBIJARTINAN HETA DAWİÎBIŞOPÎNIN'

    Ozmen wiha berdewam kir "Di bin şertên rewşa awarte de rewşeke demokratik tune ye û hewldana medyayê ya ji bo yek kesî jî li dijî demokrasiyê ye. Em dibînin ku medya tenê li ser tifaqekê û kesekî nûçeyan çêdike û ev ne rast e. Divê medya wekhev nêzî aliyan bibe û derfetê bide hemû kes û tifaqan. Em weke Baroya Amedê ewlehiya hilbijartinê weke rêgezek demokrasiyê dibînin. Divê YSK(Desteya Bilind a Hilbijatinan a Tirkiyeyê) di vê mijarê de berbirsiyariyên xwe bi cih werîne. Weke Baroya Amedê roja hilbijartinê ji bo hilbijartineke adil û zelal, em ê bi hevalên xwe re bixebitin û heta dawî bişopînin."

    ‘REDKIRINA SERÎLÊDANA ROBOSKIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    Ozmen biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya redkirina serîlêdana komkujiya Roboskiyê de jî ev tişt gotin "DMMEyê ji ber ku belge du rojan dereng hatine şandin, serîlêdana komkujiya Roboskiyê ya ku tê de 34 welatî hatin qetilkirin red kir. Ev biryar nayê qebûlkirin. Bûyer li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. DMME di demen dawî de di van mijara de biryarên wiha digire. Em dixwazin DMME vegere rihê xwe yê hiqûqê û ji bo mafê mirovan tevbigere."

     

    Bi heman mijarî:

    HDP bi ‘Demirtaşê temsîlî' filmek çêkir
    ‘Divê gelê Amedê xwedî li Demirtaş derkeve'
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    Partiyek din di hilbijartinê de bo Demirtaş piştgiriya xwe ragihand
    HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide
    Demirtaş: Hemû heskerên HDPê dikarin bibin parlementer
    Demirtaş: Serkeftinê dixwazim
    Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Partiyeke din piştgiriya xwe bo Demirtaş ragihand
    Bilgen: Dema Demirtaş bibe namzet, gelo wê TRT biçe Edîrneyê yan dê wî bînine TRTê?
    Etîketan:
    Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Baroya Amedê, elahattin Demirtaş, Ahmet Ozmen, Tirkiye, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de