07:16 26 Gulan 2018
Alaya Kurdistanê  û ya Iraqê

Şirovekarê siyasî Basil: Hikûmeta Iraqê dê gelekî zehmet were damezirandin

© AFP 2018 / Safin Hamed
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Şirovekarê siyasî yê iraqî yê şîî Seyid Basil li Bexdayê derbarê encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê û damezirandina hikûmeta nû de ji Sputnik Kurdistanê re axift û diyar kir ku damezirandina hikûmeta nû dê gelekî zehmet be

Basilî got, "bi rastî jî gîrokirina ragihandina encamên hilbijartina li Iraqê bêtir gumanan çêdike, ji ber komisyonê digot, dê di çend saetan de encaman ragihînin. Lê ev bû çar roj û hîn jî encamên destpêkê bi temamî nehatine ragihandin. Xuyadike ku hîn jî, em gelekî ji demokrasiyê dûr in. Em bixwazin jî û nexwazin jî, hinek kesayetên kontrola pêvajoya siyasî ya li Iraqê kiriye, li berjewendiyên xelkê nafikirin û tenê berjewendiyên wan ji bo wan giring in."

Bi dîtina we, hikûmeta bê ya Iraqê dê çawa be?

Ez bawer im ku di dîroka Iraqê de û piştî ruxandina rejîm, ev dê aloztirîn hikûmet be û avakirina wê jî dê gelekî zehmet be. Di rastiyê de proseseke siyasî ya demokrasiyê li Iraqê tine û heta rê bi welatiyên Iraqê nehat dan ku bikarin bi azadî nerînên xwe derbibin. Di bangeşeya hilbijartinê de rewşeke dijminkarî hebû. Partiyên siyasî di bangeşeya xwe de neyariya hev dikir. Ez bawer im ku piştî ragihandina encamên fermî, hinek partî dê gelek tawîzan bidin, ji bo ku rê li ber partiyên din bigirin û bikarin li gorî encamên hilbijartinê mafên xwe di hikûmetê de werbigirin. Ji aliyê xelkê Iraqê ve jî bêhêvîtî heye, ji ber baş dizane ku tenê hikûmet çêdibe lê ti karê baş nake."

"BIRYARA SIYASÎ YA IRAQÊ, NE YA IRAQIYAN E"

Şeş partiyên siyasî li herêma Kurdistanê dibêjin bi destên hinekan encamên hilbijartinê hatiye guhertin. Hûn çi dibêjin?

Bi rastî, ez bawer im, ti pêvajoya hilbijartinan li Iraqê bêyî destwerdana welatên biyanî nehatiye encamdan, wek nimûne, çi karê balyozê Amerîkayê li cem endamên komisyona hilbijartinan hebû, eger tenê ne ji bo destwerdanê be. Bêguman ne her siyasetvanên Iraqê rê nedaye wan kesayetan da ku destwerdanê di pêvajoya dengdanê de bikin. Jixwe me dît, çawa partiya filanî ku filan partî piştgiriya wê dikir partiya din a ku welateke din piştgiriya wê dikir tometbar dikir û wê jî ya din. Bernameya derve heye û di rastiyê de hemûyan jî bernameyên derekê hene ku dixwazin cî bi cî bikin. Herwiha ji bo destnîşankirina post, wezîr û pêkhateya hikûmeta nû jî dê destên derveyî hebin û ez careke din teqez dikim ku biryara siyasî ya li Iraqê, ne biryareke iraqî ye.

Çima rêjeya beşdarbûna li başûr û naverasta Iraqê ewqasî kêm bû?

Welatiyên Iraqê bûne şirovekar û baş di rewşa siyasî de digihêjin. Ew dizanin ku partî û desthilatdar dê tenê hinek kesan biguherînin. Her ew partî dê bi ser kevin û hîç tiştekî pêşkêşî welatî nakin, ji ber hindê, xelkê beşdariyeke baş nekir û kêm çûn ser sindoqan.

Bi heman mijarî:

Haşdî Şabî gef li Amerîkayê xwar: Eger hûn ji Iraqê derneyên emê bi we re şer bikin
Iraqê Bexdadî xiste lîsteya 'kesên ku herî zêde girtina wan tê xwestin'
Barzanî: Iraqê pereyên Herêma Kurdistanê neşandiye
Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li dijî DAIŞê operasyoneke mezin birêve dibin
Kurdistanê petrol radestî Iraqê kir, lê pereyê petrolê dîsa nayê dayîn
Hikûmeta Iraqê: Bexdadî li Sûriyê di nexeşxaneyekê de tedawiyê dibîne
Etîketan:
Seyid Basil, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de