22:45 22 Gulan 2018
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Di hilbijartina 24ê Hezîranê de gelo kurd dengê xwe bidin AKPê?

    © AFP 2018 /
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 12

    Li Tirkiye di 24ê Hezîranê de hilbijartina pêşxwet dê bi rê ve biçe. Gelo di hilbijartinê de dengdêrên kurd dê dengê xwe bidin kê, helwesta wan dê çi be. Bûyerên xendeqan, tayînkirina qeyûman, operasyonên leşkerî, girtina siyasetmedarên kurd, helwesta Tirkiyeyê li dijî referandûma Kurdistanê û operasyona Efrînê dê bandoreke çawa li kurdan bikin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan biryar dabû ku di 24ê Hezîrana 2018an de hilbijartina pêşxwet bê lidarxistin. Tê gotin ku ji ber rewşa aboriyê ya xirab, li Tirkiyeyê zêdebûna nirxê dolar û xebatên partî û kesayetên muxalîf Erdogan biryara hilbijartina pêşxwet daye. Herwiha beriya biryara hilbijartinê Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li ser Tifaqa Cumhurê pêk anîbûn. Piştî wê biryarê jî partiyên Patiya Komarî ya Gel (CHP), Saadet, IYI û Demokratê jî di navbera xwe de Tifaqa Milet girêdan. Partiyên Kurdistanî; Hareketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi hev re tifaq pêk anîn. Gelo tifaqa AKP û MHPê ya ku kurdan li derve dihêle dê bandoreke çawa li hilbêjêrin kurd bike?

    Dema em li hilbijartina 1ê Mijdara 2015an û referandûma guhertina sîstema serokomariyê ya 16ê Nîsana 2016an binêrin, em dibînin ku AKPê li bajarên kurdan rêjeyeke berbiçav a dengan bi dest xistiye. Lê ji ber Tifaqa Cumhurê ku partiya MHPê siyaseteke li dijî kurdan dimeşîne û li Tirkiyeyê rewşa awarte heye, tayînkirina qeyûman, qedexeya zimanê kurdî, qedexeya çapkirina pirtûkên kurdî, girtina saziyên sivîl ên kurdan, wêrankirina bajarên kurdan di operasyonên xendeqan de, ragihandina herêmên leşkerî, xirabkirina şûnwarên kurdî ku ji parkan, kolanan û deverên din, girtina siyasetmedar û parlamenterên kurdan, helwesta Tirkiyeyê ya li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê, operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê, her çiqas kurd ku ji bo hilbijartina 24 Hezîranê helwesta xwe naynin ziman û ji girtinê ditirsin jî diyar e ku vê carê dengên xwe nedin Tifaqa Cumhurê û piraniya dengê kurdan dê ji tifaqa Kurdistanê û HDPê re biçe.

    Hilbijerên kurd li dijî bûyerên xendaqan, tayînkirina qeyûman, operasyonên leşkerî yên li bajarên kurdan, girtina siyasetmedarên kurd, helwesta Tirkiyeyê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê û herî dawî operasyona li dijî Efrînê nerezîbûna xwe didin nîşandan, lê wisa diyar e ku li bajarên Bedlîs, Mûş, Çêwlik û herêmên serhedê van bûyeran zêde bandor li hilbijêrin ku di 7ê Hezîranê de dengên xwe dan AKPê nekiriye. Lê li bajarên din ên kurdan, hilbêjêrên kurd dibêjin em ji ber kiryarên hikûmetê û AKPê dengê xwe nadin partiyên AKP û MHPê. Bi taybetî jî tayînkirina qeyûman û girtina parlamenterên kurd bandoreke mezin li ser hilbijêran kiriye da ku dibêjin hikûmetê dest daniye ser îradaya me û îrada me nas nekiriye. Hin kes jî dibêjin belê xizmeta qeyûman baş e, lê ew zêr jî bidin me nayê çavên me, çimkî dest danîne ser îradeya me û em ê dengê xwe nedin AKPê.

    Herwiha li bajarên kurdan di hilbijartinên beriya niha de partiyên wek HUDA-PAR û Saadetê her çiqas dengdêrên wan kêm bin jî piştgiriya AKPê dikirin, lê di hilbijartina 24ê Hêzîranê de her du partiyan jî eşkere kir ku dê vê carê piştgiriyê neden AKPê. Partiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku desthilatdar e niha dixwaze kesayetên di nav kurdan xuya û pêşeng in li bajerên kurdan bike namzed û ji bo di parlamentoyê de piraniya kursiyan bi dest bixe û dixwaze Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin bendavê de bihêle, ji ber tê gotin ku HDP bendavê derbas bike, dê AKP li parlamentoyê piraniya kursiyan bi dest nexe û ev jî dibe sedema ku desthilata Erdogan bi hêsanî tevnegere. Lê niha diyar e ku HDP bendavê derbas dike û mayîna di bin bendavê de jî ihtîmaleke biçûk e.

    Bi heman mijarî:

    ‘Divê kurd li dijî dijberên xwe bibin yek'
    ‘Eger kurd yekîtiyê ava bikin dê bibin hêza herî xurt'
    Erdoganî got, 'Kobanî ne bajarê kurdan e', pêşkêşvanê kurd bersiv da, 'niha dora min e...'
    Zarokekî kurd li şampiyoniya Belçîkayê ya taekwondoyê xelata zêrîn bi dest xist
    Hengaw: Li Urmiyê du kurd hatin îdamkirin
    Etîketan:
    hilbêjêr, kurd, Sputnik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de