22:45 22 Gulan 2018
    Şervanê kurd

    Berdevkê PKKê encamên şerên 5 rojên dawî ji Sputnikê re eşkere kirin

    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 02

    Berdevkê PKKê Demhat Tolhildan îro encamên êrîşên xwe yên ji 11ê vê mehê û heta niha yên li Herêma Kurdistanê û li herêmên kurdî yên li Tirkiyeyê ragihandin û got, “40 leşkerên tirk bi destên şervanên PKKê hatine kuştin.”

    Tolhildan daxuyaniyek ji bo Sputnik Kurdistanê re ragihand ku êrîşên şervanên wan her rojê li ser Artêşa Tirkiyeyê berdewam dikin û "heta niha Artêşa Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê û bakurê Kurdistanê derbeyên kujek xwarine."

    Herwiha berdevkê PKKê got, encamên êrîşan wiha bûne:

    11ê Gulanê li devera Sêrtê, leşkerek, li Gabarê leşkerek û li nêzî gundê Lêlkanê yê devera Biradostiyan jî 12 leşker bi destên şervanên PKKê hatine kuştin.

    12ê Gulanê jî li Gabar û Şirnexê 4 leşker, li Amedê jî 3 leşker hatine kuştin.
    13ê Gulanê jî, li devera Lêlkanê 3 leşker hatine kuştin. Herwiha di heman rojê de li Girê Beyreqê yê devera Barzanê jî 10 leşker hatine kuştin.

    14ê Gulanê jî li devera Barzanê leşkerek û li nêzî gundê Lêlkanê jî 5 leşker hatine kuştin.

    "HEVALÊN PKKÊ NAHÊLIN ARTÊŞA TIRKIYEYÊ YEK CADEYÊ JÎ AVA BIKE"

    Berdevkê PKKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku "Artêşa Tirkiyeyê li devera Biradostiyanê bi her awayî hewl dide ku têkeve nav xaka Herêma Kurdistanê û heta niha li hinek deveran nêzîkî 25 km ketiye nava xaka Herêma Kurdistanê û wiha dewam kir: "Lê gerîlayên PKKê her roj rê li himberî bipêşdehatina Artêşa Trkiyeyê digirin û êrîşan li dijî wan pêk tînin. Herwiha li devera Kanî Masê, Şêladizê, Zabê, Zagrosê jî Artêşa Tirkiyeyê hewl dide têkeve nav axa Herêma Kurdistanê û ji xwe re cade û rêya çêke da ku bikare çekên giran veguheze û bingehên leşkerî li wan deveran ava bike. Lê hevalên PKKê nahêlin û heta niha jî rê nedane ku ti cadeyekê di nav axa Kurdistanê de ava bikin."

    Bi heman mijarî:

    Keşeyê ku Trump ew ji Tirkiyeyê xwest bi hevkariya PKKê hat sûcdarkirin
    Iraqê daxwaza Tirkiyeyê ya operasyona li dijî PKKê red kir
    Di navbera endamên PKKê û leşkerên tirk de şer derket
    Waliyê Mûsilê: Herêma ku PKKê valakiriye di bin xetereyê de ye
    Endamê PDKê: Ger li şûna PKKê Heşda Şeibî bicih bibe, rewş wê aloztir bibe
    Di navbera leşkerên tirk û PKKê de şer qewimî
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Demhat Tolhildan, Lêlkanê, Biradost, Gabar, Artêşa Tirkiyeyê, Sêrt, Şirnex, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de