16:37 20 Gulan 2018
    Dema kişandina filmê Xof ê Devliken Kelogirî

    'Mîzaha ku bikeve nava qaliban ji mîzahê dûr dikeve, dibe qeşmerî'

    © Foto : Cesim İlhan
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vejdi Uluç
    0 01

    Ji bo miletê kurd wateya mîzahê, zehmetiyên di navbera mîzaha devkî û nivîskî de Devliken Kelogirî di roportaja ji bo Sputnik Kurdistanê de vegot. Devliken: "Mîzaha me ya bi devkî bi xêra şevbuhêrkên gundan li ser nigan ma."

    Di serî de ji bo xwendevanên kurd, devliken kî ye, tê ser çi wate yê?

    Çîroka Wenda
    © Sputnik / Vejdi Uluç
    Devliken, lawê dê û bavekî kurd e û ji Mêrdînê ye. Koka bav û kalên min digihêje Erban. Erban gundekî qedîm-kevn e û berê bi ser navçeya Dêrikê ve bû. Lê ez bi xwe li Qosera Mêrdînê ji dawa dêya xwe ketime. Loma jî hem qoserî me, hem dêrikî. Gotineke me mêrdîniyan heye:
    "Şeytên li Dêrikê gon xwariye, li Qoserê avis bûye, li Xursê jî ber avêtiye."
    De îja bifikirin, meriv hem qoserî, hem dêrikî be û bi ser de jî bayê kur pêjna xursiyan bi ser meriv de kaş bike…

    'EZ LI PÊY XELATA CANNESÊ ME'

    Devliken xeyal û armancek xwe jî eşkere kir û wiha domand: "Yanî ev kesayeta min ya delodîn ne sûcê min e. Berpirs, ax bi xwe ye. Bi ya min hewce nake ez qala perwerdehiyê bikim, ji ber ku ji dibistana seretayî bigire heta zanîngehê, wek herkesî min jî di bin dagirkeriya tirkan de û bi zimanê tirkî xwend. Ji xeynî nivîskariyê bi sînemayê re jî mijûl im û xeyala min jî di Cannesê de xelatstendine. Û ez ê bistînim jî, ji ber ku heta niha min çi xeyal kiriye, min pêk jî aniye. Loma jî ew ciwanik û ciwamêrên li ber "quretî"yên min bi cizba hesûdiyê dikevin û di bin simbêlan de kenekî qûnek dikin, belasebep nekin, hûn ê poşman bibin. Di warê zimanî û edebî û çandî de ez serhişk û têra xwe bi eks im. Va ye min got, hûn jî li dereke xwe binivîsin da rojekê em di bîra hevdu de bînin.
    Devliken, bi wateya xwe: Dev-li-ken e anku devê tim li ken; dikene û dikenîne. 

    Dîroka mîzaha kurdî çawa dinirxînin pêşengên wê kî ne, kengî bi kê dest pê kiriye?

    "Hîn nuh mijar xweş û germ bû. Ka îja ez bi felsefeya Devliken ji were qala sosyolojiya ken bikim. Bi salan e hesreta me kurdan ew e ku, wek xelk û alemê em jî bibin xwedî dewletek, lê mixabin, ji xwelîseriya me û ji hovîtî û zilma dagirkerên me em her stuxwar in li ber deriyên wan û xwe. Û wexta dewleteke meriv tune be, tiştekî meriv ne yê meriv e, mixabin.

    'MÎZAHA KURDÎ BI SAYA ŞEVBUHÊRKAN LI SER LINGAN MA'

    Devliken li ser mîzaha kurdî hin tespîtên girîng kirin û anî ziman ku çawa Med hilweşiya û Pers li ser nirx-kultura medan ji xwe re şaristaniyek ava kirin û hemû nirxên medan bû mal û milkê farisan, îro jî, her çar dewletên dagirker li ser axa me rûniştine û hemû nirxên me veguherandine-vediguherînin ji bo kultura xwe. Devliken wiha domand: "Ez werim ser meseleya me. Erê, ji ber ku dewleteke me nebû, edebiyateke me ya nivîskî û bi wê re jî mîzaheke me ya nivîskî pêş neket. Mîzaha me bi devkî bi xêra şevbuhêrkên gundan li ser nigan ma. Bi sedan sal in, kurd di nav xwe de bi kurdî difikirin-dipeyivin-dikenin-digirîn-dijîn. Di her gundekî de çîrokbêjek hebû û ew çîrokbêj bi ya min stand upa duh bûn. Yan jî meriv dikare wiha bibêje, stand upa îro, çîrokbêjiya doh e. Ewil amerîkiyan, dû re ewrûpîyan û herî dawî jî tirkan ji me dizîne."

    Devliken Kelogirî axaftina xwe bi hin mînakan berdewam kir û got: "Xoce Nîzamettîn Ubêydullahê Zakanî ku em wî wek Ubêydê Zakanî nas dikin, helbestvan û nivîskarê nivîsên mîzahî û tenzê bûye. Di sala 1280ê de li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û wek Baba Tahirê Uryan ew jî hemedanî ye. Lê mixabin ji ber bêdewletiyê wî jî bi farisî nivîsiye. Herçend kurdbûna wî tam ne kifş be jî, hembajariyê Baba Tahir e û ev jî îhtimala ku kurd be xurt dike. Naskirina min a vî xweşmêrî bi saya serê dostê min Edo Makûyî çêbû. Ji nivîsên wî kurtenimûneyek:
    Çavê yekî li pitikekê ket ku pir digiriya û bi tu awayî aş nedibû. Mêrik ji pitikê re got:
    — Bêdeng be ku têxim dêya te!

    Pêşangeha Amedê  - Yildiz Çakar, Mehmet Dicle, Hogir Berbir
    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Dêya pitikê got:
    — Zaroka min heta tiştekî bi çavê serê xwe nebîne, tu carî wê bawer nake!
    Wekî din mesela Şêx Riza Talabanî hebû ku helbestên wî him edebî ne, him rexneyî ne, him jî mîzahî ne.
    Bi kin û kurmancî, mîzaha kurdî heger bi kurdî be, okyanûs e, ne behr.
    Bi ya min, şoreşger û pêşengên mîzaha kurdî, çîrokbêjên şevbuhêrkan bi xwe bûn."

    Zahmetiyên mîzaha niviskî û ya devkî çi ne? Li gor nifşên nû û yên mezinên me nêrîna kurdan ya li mîzahê di çi rewşê de?

    Devliken Kelogirî: "Di eslê xwe de, em civakeke rehet in. Dema meriv dizîvire li yên berê dinhêre, meriv wê rehetiya di nav kurdan de xweş dibîne. Bav û kalên me, dê û pîrikên me tu carî xwe ji peyvan nexeyidandine-netirsandine anku ti carî xwe sansur nekirine. Çi hatiye ser zimanê wan, çi ji dilê wan hatiye gotine. Herweha vê rehetiyê tesîr li stran û kilamên me jî kiriye. Bala xwe bidin kilamên dengbêjî, di her kilamekê de, destanek, bûyerek, eşqek, serpêhatiyek sosyolojîk heye. Û ev kilam pirê caran bi zimanekî erotîk û mîzahî hatine gotin. Di devkî de problema kurdan hîç çênebûye, doh jî îro jî, lê dema bi nivîskî tê kirin, mejî xwe bloke dike. Û bi wê blokekirinê binhiş bi zimên re dixeyide, nahêle ziman bi rehetî û azad bibihîs e. Ev jî dihêle mîzaheke beloq bizê."

    'DEMA PEYV Û GOTIN NE JI DIL BIN TESÎREKE DILOVAN LI KEN NAKE'

    Li gor tespîtên Devliken, kurd ji rastiya xwe dûr dikevin, herwiha heke çi mîzah bê kirin jî divê meriv li gor sosyolojiya wî miletî û zimanê wî mîzahê bike, ji bo ku jê bê fahmkirin û mîzah bighêje armanca xwe.

    Devliken Kelogirî: "Bi salan e kurd bi tesîra îdeolojî û olan û herweha bi hovîtî û zilma sîstemên dagirker ji "xwe" bi dûr ketin. Ji xwe, ji rastiya xwe tirsiyan. Û dest bi peyv û gotinên xav kirin, xwe bi xavî anîn ziman û vê xaviyê mîzaheke çêkirî û çeqoberî çêkir. Yanî dema peyv û gotin ne ji dil bin, tesîreke dilovan li ken nake. Û kenekî xav jî xwediyê xwe dixapîne. Meriv çi mîzah kir, pêwist e meriv li gor sosyolojiya wî miletî û zimanê wê axê mîzahê bike. Ji mîzahê re sînor ne mimkun e. Ji mîzahê re qalib ne mimkun e. Dema em hewl bidin mîzahê têxin nav sînor û qaliban, ew mîzah ji mîzahê dûr dikeve, nabe mîzah, dibe qeşmerî. Û kurd ji qeşmeran û ji qeşmeriyan aciz in êdî. Bin kin û kurmancî, îdeolojî û olan, kurd şevoquzî kirin. Kurd berê ne girtî-muhafazakar bûn, dû re wer bûn û muhafazakarî li civaka kurdan nayê. Fîstanekî azad li bejna kurdan tê. Û dema kurd azad bin, xweşik in…"

    Devliken Kelogirî xwe di nava mîzaha kurdî de çawa di çi astê de dibîne?

    "Devliken Kelogirî, mîzaha xwe di nav mîzaha îro ya "kurd"an de nabîne. Ji ber ku Devliken Kelogirî, bi sekin û helwesta xwe, bi hiş û binhişiya xwe, bi aqil û mentiqa xwe ji sedî sed bi kurdî difikire, bi kurdî dipeyive, bi kurdî dinivîse, bi kurdî radibe-rûdine, bi kurdî digirî-dikene, bi kin û kurmancî bi kurdî dijî. Û seba ku ez qîmet didim kurdî, kurdî jî qîmet dide min û ev hevaltiya me ya dilsoz dihêle ku ez li ser hespê xwe yê boz siwar bim û bi çargavî ber bi deşta edebiyat-mîzah-hunerê ve bibezim."

    'MIZAHA DEVLIKEN Û YA KURDAN NE DI ASTA HEV DE NE'

    Devliken eşkere kir ku tirk mîzaha kurdan didizin û werdigerînin zimanê xwe: "Yanî ez û kurdî bi hevdu re ne xayîn in, em bi hevdu re rast in, durist in. Ev duristî jî dihêle em qure bin. Û ez jî, kurdî jî têra xwe qure ne. Asta Devliken a mîzahê û asta kurdan a mîzahê piçekî him dûrî hevdu ne, him jî ji hevdu cuda ne. Ez bi mentiqeke kurdî û bi dilekî azad û têra xwe serbixwe û herweha bê sînor-bê qalib mîzahê dikim, lê kurd (em karin çend ciwanik û ciwamêran nexin nav vê  kategoriyê) bi mentiqa zimanê biyanî mîzaha dagirkerên xwe teqlîd dikin. Tirk ji kultura me didizin, mîzaha me diqulipînin tirkî, kurdên me yên post-modern jî wê mîzaha diziyê ku wek pîneyê xuya dike ji nû ve wek pîne diqulipînin kurdî û dixin çavên me. Ez hur im-ez resen im û kêfa min ji pîne mîneyan re nayê."

    Etîketan:
    ken, mîzaha erotîk, mîzah, Devliken Kelogirî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de