01:35 26 Gulan 2018
Leşkerên Amerîkayê

‘Amerîka hebûna xwe ya li Sûriyeyê zêde dike'

© AFP 2018 /
Nêrîn
Lînkê kurt
0 10

Amerîka baregeheke leşkerî ya nû li bajarê Dêra Zorê ku dikeve bakurê Sûriyeyê ava dike. Berpirsê çapamenî ya herêma Dêra Zorê yê HSDê Mehdî Kobanî ji Sputnikê re diyar kir ku Amerîka ji bo avakirina baregeheke leşkerî ya nû li Dêra Zorê dest bi xebatan kiriye. Herwiha li Dêra Zorê 2, li bakurê Sûriyeyê jî 20 baregehên leşkerî yên Amerîkayê hene.

Hikmet Durgun

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin wergirtin, Amerîka li herêmên ku bi HSDê re ji rêxistina DAIŞê rizgar kirine, baregehên leşkerî ava dikin. Li gorî agahiyan 22 baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyeyê hene û baregeheke leşkerî ya nû li çoltera bajarê Dêra Zorê ku ji DAIŞê hat rizgarkirin ava dike.

'AMERÎKA JI BER TIRSA DAIŞê ALAYA XWE LI BAREGEHÊ NADALIQÎNE'

Rayedarekî baye bilind ê HSDê ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku Amerîka xebatên avakirina baregeheke leşkerî ya nû li çoltera rojhilatê Dêra Zorê daye destpêkirin û got: "Amerîka beriya niha jî li herêma Hekûl Omerê ku me ji milîanên DAIŞê bi hev re rizgar kir ava kiribû. Niha jî li herêma Behra yê baregeh ava dike. Ev baregeh nêzî gundê Bahoz û bajaroka Kajîne ye. Niha li baregehê wesayîtên leşkerî yên Amerîkayê hene. Ji ber tirsa DAIŞê niha alaya Amerîkayê li baregehê nehatiye daliqandin. Amerîka hebûna xwe ya li herêmê zêdetir dike."

Fermandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê ku girêdayê HSDê ye Ehmed Ebû Hewla jî ku ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde dike.

Berpirsê çapamenî ya herêma Dêra Zorê yê HSDê Mehdî Kobanî ji Sputnikê re axivî û piştrast kir ku Amerîka baregeheke leşkerî ya nû li çoltera Dêra Zorê ku ji DAIŞê rizgar kirine, ava dike.

Herwiha Amerîka baregehen leşkerî li Dêrik, Tebqa, Rimelan, Hol, Şedadî, Kobane, Eyn Îsa, Minbic, Reqa, Heseke û Girê Spî ava kir.

Bi heman mijarî:

Li Sûriyeyê hevsenga hêzê
Amadekariya çûna Sûriyeyê dikirin, li Stenbolê hatin girtin
Lavrov: Plana Amerîka ya şandina leşkerên ereb bo Sûriyeyê ji bo parvekirina desthilatê ye
Misir: Em Hêzan naşînin Sûriyeyê
Almanya: Rûsya ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê pêwîst e
'Sûriyeyê dest ji Filistînê berdabûya, aboriya wê dê ji ya Swîsrayê xurttir bibûya'
Etîketan:
leşkerî, baregeh, Sputnik, Mehdî Kobanî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de