17:41 23 Gulan 2018
    li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin

    Li Hewlêrê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hat lidarxistin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro piştî civînekê 6 partiyên siyasî ku bi encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlemantoya lraqê qayil nîn in, daxwaz ji cemawer û dengdêrên xwe kirin ku li hember avahiya NYyê xwepêşandanekê li dar bixin.

    Li gorî dema Hewlêrê li demjimêr 4ê êvarê xwepêşandeke cemawerî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin û tê de nûnerên her 6 partiyan û hin partiyên din beşdar bûn û piştî lidarxistina civînekê li gel nûnerên NY li herêma Kurdistanê daxuyaniyek bo rojnamevanan da û ragihand, "me nerazîbûna her 6 partiyan bi encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlemantoya lraqê li herêma Kurdistanê bi NYyê ragihand û jê xwest ku helwestek hember binpêkirina binemayên demokrasiyê û mafê azadî radebiriyên hebe.

    "NY ê biryar wergirtiye li roja pêncşemê bi beşdariya Komîsyona Bilind a Serbexweya Hilbijartinan civînekê li gel her 6 partiyan li dar bêxe."

    Di daxuyaniya xwe de nûnerên 6 partiyan daxwaza dûbare encamdana hilbijartina li Herêma Kurdistanê û Kerkûkê kirin û dane xuyakirin ku hemû rêyên demokrasî wê bikar bînin ji bo ku dengên xelkê û cemawerê wan bi heder neçen.

    Herwesa gotin: "Emê tev belgeyên pêwîst bi aliyên nêvdewletî û NYyê biden û bo hemû keseke selmînîn ku sextekarî di encamên helbijartinan de hatiye kirin."

    • li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin
      li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin
      © Sputnik / Osman Başqalî
    • li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin
      li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin
      © Sputnik / Osman Başqalî
    • li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin
      li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin
      © Sputnik / Osman Başqalî
    • li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin
      li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin
      © Sputnik / Osman Başqalî
    1 / 4
    © Sputnik / Osman Başqalî
    li Hewlêrê li djî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hatin li dar xistin

     

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir
    Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
    Ji hilbijartina parlementoya Iraqê dîmenên kurda yên dengdanê
    Serokê Şiiyên Iraqê Sadr ji alîgirên xwe re got: Ji serkeftinê re amade bin
    Etîketan:
    Xwepe^şandan, Hilbijartinên Iraqê, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de