17:05 24 Gulan 2018
    Xwepêşandan

    Li Amedê di meşa bo piştgirîya Filîstînê de maketa Trump dan ber lingan

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Dema ku balyozxaneya Amerîkayê ji bo Qudsê hat veguhastin, filistîniyan bertek dabûn vê biryarê û xwepêşandan li dar xistibûn û di navbera wan û hêzên Îsraîlê de pevçûnên dijwar qewimîbû û gelek filistînî hatibûn kuştin. Li Amedê saziyên sivîl ên îslamî kiryarên Îsraîlê ya dijî filistîniyan bi meşekê şermezar kirin û maketa Trump dan ber lingan.

    Li Amedê saziyên sivîl ên îslamî kiryarên Îsraîlê ya di pevçûnên doh de ku di encamê de herî kêm 59 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar bûn bi meşekê şermezar kirin. Bi hezaran kes li Qada İstesyonê kom bun û ber bi Sûrê ve meşîyan. Di meşê de maketa Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ku li ser "Terorsitên herî mezin Amerîka û İsraîl e" dinivîsî bilind kirin. Di meşê de bê navber tekbîr hat gotin û diruşmeyên li dijî Amerîka û İsraîlê hat berz kirin. Serok û rêvebirên AKPê û HUDA-PARê jî tevlî meşê bûn.

    Xwepêşandana li Amedê ku ji bo Filistînê hat lidarxistin
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Xwepêşandana li Amedê ku ji bo Filistînê hat lidarxistin

    JI BO ÊRIŞAN REXNE LI TIRKIYÊ Û DEWLETÊ MISLIMAN HAT KIRIN

    Meş li ber Sûrê bi dawî bu û li ser navê saziyên sivîl Yunus Memiş axivî. Memiş helwesta Tirkiye û welatên misliman rexne kir û got: "7 meh berê dema Trump biryara li Qudsê balyozxaneyê veke wergirt, Tirkiye di serî de eger dewletên misliman bertekek rast nîşan bida Amerîka û İsraîlê nediwêribu tiştek wiha bikin. Eger li ber kamerayan ji bo bertekên gel rawestînin bi axivin û li paş derîya jî hevkarî bikin dê ew jî ji vê cesaret bigirin."

    Dema daxuyaniyê de komekê maketa Trump dan ber lingan û xwestin bişewîtînin, lê rayedaran ji nava destê wan derxist.

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: Niyeta Trump tune ku ji biryarên xwe yên peymana nukleerî vegere
    Fransa: Rewş li Rojhilata Navîn li ber teqînê ye
    Zerîf: Civîna me ya li gel Mogheriniyê baş û avaker bû
    Erebistana Siûdî: Em li dijî biryara DYAyê ya Qudsê ne
    Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir
    Etîketan:
    xwepêşandan, Sputnik, Donald Trump, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de