16:41 20 Gulan 2018
    Demirtaş - komkujiya enqerê

    Parêzerê Demirtaş derbarê îdiaya berdana wî de ji Sputnikê re axivî

    © Foto : HDP Basın Bürosu
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 01

    Parêzerê Selahattin Demirtaş Mahsuni Karaman derbarê îdiayên ku Demirtaş dê di nav çend rojan de were berdan de da zanîn ku ev hêviya wan e û divê Demirtaş ji aliyê hiqûqî, siyasî û exleqî ve were berdan.

    Îro di hin dezgehên çapameniyê de hatibû îdiakirin ku parêzerê Selahattin Demirtaş diyar kiriye ku di nav çend rojan de dê Demirtaş were berdan. Parêzerê Demirtaş Mahsunî Karaman li ser mijara ji Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku me di daxuyaniya çapameniyê de hêviyên xwe anîn ziman, lê tiştek wiha nîn e ku di nav çend rojan de were berdan, lê divê Demirtaş bi lezgînî were berdan.

    Karaman da zanîn ku dema me ji bo berdana Hevserokê berê yê HDPê û namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş serî li Dadgeha Cezayê Giran a 19mîn a Enqereyê da, me daxuyanî da çapemeniyê. Ji me hat pirsîn gelo hêviya we heye bê berdan an ne, me jî got divê were berdan û heta îro girtina Demirtaş şaşiyeke mezin e. Ev yek ji aliyê hiqûqê û exlaqê ve şaşiyeke mezin e. Dawiya dawî dê Demirtaş were berdan û divê lezgîn jî were berdan. Axaftina me ev bû lê bi awayekî şaş di medyayê de cîh girt. Tenê me hêviya xwe anî ziman. Em ji bilî berdanê tiştek hêvî nakin.

    Me piştî serlêdana ji bo berdana Demirtaş, hêviyên xwe anîn ziman û me got ji aliyê hiqûqî, siyasî û exleqî ve divê were berdan û me bal kişand ser vê yekê. Divê Demirtaş were berdan û dê berdin jî. Heta dawiyê jî ev yek nameşe. Dema Demirtaş ku wek serokomar hat hilbijartin, hûn ê çawa bikin, nebêjin nabe. Divê hiqûq xwe ji her aliyê ve amade bike. Ji aliyê teorîk ve ihtîmala hilbijartina Demirtaş bo serokomariyê heye? Çima nebe. Dema hat hilbijartin ti mezbeteyê li girtîgehê bidî Demirtaş. Divê ev pêvajo demildest bi dawî bibe. Ji ber dawaza rayagiştî ev e. Me jî xwest ku em îro dengê xwe bidin bihîstin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
    Gelo îhtîmala tehliyekirina Selahattin Demirtaş heye?
    Alaattin Çakici gef li Demirtaş xwarin
    Demirtaş bo hilbijartinên serkomariyê: Teqez ez ê qezenç bikim
    Demirtaş ji girtîgehê bersiva Bahçelî da
    Etîketan:
    serokomarî, berdan, namzed, Sputnik, Mahsuni Karaman, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de