16:31 20 Gulan 2018
    Orhan Miroglu

    Orhan Miroglu: Eger Demirtaş ceza bistîne dê namzediya wî betal bibe

    © Sputnik / Cesim İlhan
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 04

    Parlamenterê AKPê Orhan Miroglu ragihand, eger Demirtaş ji dozên ku ji wan tê darizandin di dema hilbijartina serokomariyê de ceza bistîne, dê namzediya wî betal bibe. Em nikarin bibêjin ku Demirtaş sûcdar e yan jî ne sûcdar e, dadgeh vê biryarê dide. Herwiha Miroglu da zanîn ku tifaqa AKP û MHPê dê bandorê li hilbijêrên kurd neke.

    Li Tirkiyeyê di 24ê Hezîranê de hilbijartina serokomariyê ya pêşwext dê were lidarxistin. Herwiha beriya hilbijartinê jî partiyan di navbera xwe de tifaq girêdabûn. Partiyên AKP û MHPê li ser Tifaqa Cumhurê, partiyên CHP, Saadet, IYI û Demokratê jî di navbera xwe de Tifaqa Milet girêdabûn. Herwiha partiyên Kurdistanî û HDPê jî bi hev re tifaq pêk anîbûn. Parlamenterê AKPê yê bajarê Mêrdînê Orhan Miroglu li ser namzedbûna Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ku ev nêzîk du salan e, di girtîgehê de ye, helwesta hilbêjêrin kurd li hemberî tifaqa AKPê û MHPê çawa be ji Sputnikê re axivî û ragihand ku sedema girtina Demirtaş stratejiya PKKê bû û dê tifaqa cumhurê bandorê li hilbijêrên kurd neke.

    ‘HILBIJÊRÊN KURD JI SÎSTEMA SEROKOMARIYÊ RE GOTIN ERÊ, NIHA ÇIMA LI HEMBERÎ SÎSTEMÊ DERKEVIN'

    Miroglu diyar kir ku Mijara tifaqa di navbera Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) hertim tînin rojevê. Lê li herêmê (bajarên kurdan) ez ne bawer im ku bandorê li encama hilbijartinê bike û got: "Ez ne bawer im ku bandorê li hilbijartinan bike. Ev propagandaya hin aliyan e ku dixwazin vê mijarê di rojevê di bimîne. Em dikarin vê yekê jî bibêjin di referandûmê (Referandûma 16ê Nîsana 2016an) de dîsa AKPê bi MHPê re tifaq pêk anîbû. Ev tifaq ne bandor li hilbijerên kurd ne jî li hilbijêrin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Lewre di 16ê Nîsanê de hikûmeta me got, 'em dixwazin sîstema kevn ango sîtema parlamenteriyê biguherînin û hilbijêrên kurd jî piştgirî dan sîstema serokomariyê ku hat pirsîn û niha jî em dibêjin em diçin hilbijartineke nû û sîstema serokomariyê ku we jî got erê niha reforman dikin. Hilbijêrên ku ji vê sîstemê re gotin erê çima niha li dijî vê yekê derkevin. Ez vê propagandayê wek çîrok dibînim û bi vê yekê dixwazin bandorê li dengê AKPê bikin."

    ‘STRATEJIYA PKKê BÛ SEDEMA GIRTINA ÎNSANAN'

    Beriya niha we bi daxuyaniyekê gotibû ku Hevserok HDPê yê berê Selahattin Demirtaş hikûmetê neda girtin, PKKê wî da girtin hûn dikarin naverokê zelal bikin?

    "Ne tenê birêz Selahattin Demirtaş, hevşeredarên Partiya Herêmên Demokratîk, parlamenterên din ên HDPê hene. PKK stretejiyek pêk anî ku bû sedama girtina van însanan. Stratejiya xendeqan bû sedema girtina wan kesan. PKKê rewşekê wisa amade kir ku ev kes hatin girtin. Ez wiha difikirim ku li ti devera cîhanê tineye ku partiyeke legal piştgiriya stratejiyeke tund û terorê bike. Eger piştgiriyê bike jî dê berdêla wê ji aliyê hiqûqî ve jî bide. Meseleya din jî ew e ku wijdana rayagiştî ku di encama banga Demirtaş ya bûyerên 6-7ê Cotmehê de nêzî 50 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, dê hertim zindî bimîne. Erê em dikarin van tiştan ji bîr bikin û şîroveyan bikin, lê rayagiştî û mexdur vê yekê ji bîr nakin. Kesek tevlî tundî û terorê bibe, dewlet jî dê hesaba wê bipirse."

    ‘EGER DEMIRTAŞ CEZA BISTÎNE NAMZEDIYA WÎ BETAL DIBE'

    Di rayagiştî de hin şîrove hene tê gotin ku eger Selahattin Demirtaş sûcdar e çima bû namzedê serokomariyê; eger ne sûcdar e çima di girtîgehê de ye. Hûn çawa dinirxînin?

    Niha Demirtaş ji dozên ku tê darizandin, wek ku ez dizanim hêj ceza nestandiye. Dema dadgehek we ceza bike, nayê wê wateyê ku hûn tawanbar in. Di vir de qonaxa temyîzê dest pê dike. Cezayê ku ji aliyê dadgeha temyîzê ve nehatibe erêkirin, mirov nayê tawanbarkirin û mirov dikare mafê xwe yê demokratîk bikar bîne. Bele rast e, hin şîrove hene ku çima Demirtaş di girtigehê de ye, lê eger derbarê wî de jî ceza bihata birîn dê nekariya bibûya namzedê serokomariyê. Ji ber ku hêj tê darizandin dikare bibe namzedê parlamenteriyê û serokomariyê. Em nikarin bibêjin ku sûcdar e, yan ne sûcdar e. Vê biryarê dadgeh dide. Em nikarin vê biryarê bidin. Em nikarin bibêjin ku Demirtaş sûcdar e yan jî ne sûcdar e. Tenê niha Demirtaş bi hin sûcan tên tawanbarkirin û em dikarin li van tiştan binêrin. Herwiha di derbarê Demirtaş de hin îdia hene ku dibêjin di dema xendeqan de Demirtaş çûye ser xendeqan û banga berxwedanê kiriye. Demirtaş ji van îdiayan tê darizandin. Dozger dibêjin ku Demirtaş li ser navê rêxistinê tevgeriyaye. Eger tiştek wiha tine be dê bereat bike û siyaseta xwe bimeşîne. Lê eger Demirtaş ji van dozan di dema hilbijartina serokomariyê de ceza bistîne, dê namzediya wî jî otomatîk betal dibe.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
    Demirtaş: Îro êdî em ê min bikin serok
    Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin
    Ince piştî serdana Demirtaş diçe Colemêrgê
    Temel Karamollaoglu: Divê Demirtaş bê berdan
    Etîketan:
    tifaq, namzed, kurd, hilbijartin, Sputnik, Orhan Miroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de