20:54 20 Gulan 2018
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    'Ji ber nakokiyên kurdan, Kurdistan û Kerkûk di xeterê de ne'

    © REUTERS /
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamevana kurd Rewşen Qasim derbarê hilbijartinên Iraqê de, bandora wan a herêmê bi giştî û ya li ser kurdan bi taybetî axift û diyar kir ku damezirandina hikûmeta dê zehmet be. Qasimê destnîşan kir ku encamên destpêkê yên li Kerkûkê di berjewendiya kurdan de ne lê nakokiyên navbera partiyan, Herêma Kurdistanê û Kerkûkê dixe xeterê".

    Dilyar Amûdî

    12 Gulanê hilbijartinên Parlamantoya lraqê hatin encamdan lê heta niha encamên giştî ji aliyê Komisyona Bilind a Serbexwe ya Hilbijartinan ve nehatine ragihandin. Tenê encamên 10 parêzgehên Iraqê hatine ragihandin.

    Li gor encamên destpêkê yên ne fermî heta niha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pila yekem bi dest xistiye û nêzî 25 kursiyan bi dest xistine û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî 17 kursî û Tevgera Goran 5 kursî û Komela Îslamî 2 û Yekgirtûya Îslamî 2 û Nifşê Nû 5 kursî û Hevpeymana Demokrasî û Dadwerî jî 2 kursî bi dest xistine.

    Belê hîn ne encam û ne jî pêvajoya hilbijartinê ya li Iraqê bi giştî û ya li Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî zelal nebûne.

    "HÎN JÎ ENCAM ZELAL NEBÛNE"

    Rojnamevan Rewşen Qasim a ku demekê li Kerkûkê jiyabû û niha li Silêmaniyê dijî derbarê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axift û diyar kir ku heta niha encamên fermî nehatine eşkerekirin û tenê agahiyên ku medya bi dest dixin û yên bi dizî tên derxistin hene û li ser mijarê wiha axift: Heta niha dihat gotin û li gorî agahiyên ku hatibûn derxistin, lîsteya Nesir a Ebadî bi ser ketiye lê Komisyona Bilind a Hilbijartinan bi daxuyaniya xwe encamên deh parêzgehên Iraqê eşkere kirin ku derket holê, "lîsteya Saîrûn' a Sedirî bi ser ketiye. "

    "DÊ ZEHMETÎ DI DAMEZIRANDINA HIKÛMETÊ DE HEBE"

    Qasimê di axiftina xwe de destnîşan kir ku ne Îran û ne jî Amerîka di hilbijartinan de bi ser neketin û wiha dewam kir: Lîsteya ku Îran dixwest derkeve ku ew jî ya Ebadî anku lîsteya Fetih bû, bi ser neket. Lê ew Sedirê ku têkiliyên wî li gel Erebistana Siûdî re baş in, bi ser ket. Wek tê zanîn li (Merciyeta dînî ya li Quma Îranê Kazim)el Hairî Sedir tekfîr kir ji ber hevpeymaniya wî li gel komunîstan û wî wisa got ku ev tekfîr dê bandorê li ser şîiyan bike ji bo dengê xwe bidin Amirî. Niha piştî encamên ku derketine, Sedirî bi xwe jî got ku ne merc e, serokê hikûmetê ji partiya Dawayê be. Ev jî zehmetiyeke nû li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê bi awayekî nû bike."

    "HIM AJENDEYÊN ÎRANÊ Û HIM ÊN AMERÎKAYÊ TÊK ÇÛN"

    Li ser pirsyara bê bandora van hilbijartinan li bandor û hêza Îran li Iraqê, rojnamevana kurd got ku madem hêza desthilat a li Iraqê her dê şîî bin û dê li merciyeta xwe ya şîî vegerin, hêza Îranê dê her li Iraqê hebe û wiha dewam kir: Niha li Iraqê Heşda Şeibî jî bûye rastiyeke heyî û piştî ku Parlamentoya Iraqê ew ji hêzeke niştimanî kir wek hêzeke fermî, Îran dê her li Iraqê hebe. Lê tiştê çêbû wisa kir ku ne Îran ne jî Amerîka bi ser keve lewra ew nakokî dê her dewam bike. Piştî daxuyaniyên Sedirî yên îro ku ne merc e, serokê hikûmetê ji partiya Dawayê be, li gel ku ji sala 2003an ve her serokê hikûmetê ji wan bû. Ev jî guhertineke gelekî mezin e ku ne ajendeyên Îran û ne jî yên Amerîkayê bi ser ketin. Ji xwe duh (Nûnerê serokê Amerîka yê şerê li dijî DAIŞê Brett) McGurk jî berî encam derkevin, hat Iraqê. Wî çend civîn li dar xistin. Herwiha hat Herêma Kurdistanê jî. Em niha baş nizanin bê nexşeya siyasî ya Iraqê piştî hilbijartinan dê guhertineke bingehîn pêk bîne yan jî beşkî/qismî be."

    "ENCAMÊN KERKÛKÊ DI BERJEWENDIYA KURDAN DE, PDKê EV TEXMÎN NEDIKIR"

    Li gel ku agahiyên fermî nehatine ragihandin jî, li gorî rojnamevanê encamên li Kerkûkê di berjewendiyên kurdan de ne. Qasimê wiha got: "Tiştê li Kerkûk bû; encamek di berjewendiya kurdan de hat. Herwiha PDKê bi xwe jî ev texmîn nedikir.
    "Ji aliyê din ve, Rojnamevan Rewşen Qasimê diyar kir ku îtîraza hinek partiyên Kurdistanê li ser encamên Silêmanî û Kerkûkê xeterê li ser Herêma Kurdistanê û Kerkûkê çêdike û metirsiya bêistiqrariyê heye.

    "XETER LI SER KURDISTANÊ Û KERKÛKÊ HEYE"

    Qasimê wiha got: Li herêma Kurdistanê li gorî agahiyên destpêkê; tê gotin ku PDKê li pêş e, YNK duyem e, hîn jî ne diyar e bê ya sêyem kî ye, gelo Goran e yan jî Nifşê Nû (ya Şaswar Ebdulwahidî) ye. Ketineke gelekî mezin ji bo hevpeymaniyê(ya Berhem Salihî) çêbû. Lê xetereke gelekî mezin li ser Herêma Kurdistan û Kerkûkê heye ku ew jî ne di berjewnediya kurdan de ne. Ew xeter jî ew e ku bêîstiqrariyek li herêma Kurdisatanê çêbibe. Nexasim li Silêmanî û Kerkûkê. Xeter jî ew e ku ev partî li ser fikira xwe bimînin û encamên hilbijartinên qebûl nekin. Li Kerkûkê ereb û tirkmen hîn jî encaman qebûl nakin."

    "DIBE KURDISTAN Û KERKÛK BIBIN QURBANIYÊN NAKOKIYAN"

    Qasimê di berdewamiya axiftina xwe de got: " Ew agahiyên ku hatine derxistin lê nehatine piştrastkirin dibêjin ku YNKê şeş kursî bi dest xistine, ereban sê, tirkmenan du û kursiyeke din jî heye ya hevpeymaniya Nesir heye li gel kotaya mesîhiyan e. Hevsengiyeke wiha li wir heye; wisa dixuyê ku hinek hêz hene dixwazin li Kerkûkê encamên hilbijartinan bi lihevkirinê pêk bînin. PDKê ev xwestibû. Anku bi destan werin jimartin û her yek pişkekê ji dengan bi dest bixe. Lê ev ne di berjewendiya kurdan de ye. Encam jî ne ev bû û ev ne demokrasî ye. Ev rastî bixwe derket. Di hilbijartinên berî niha de kurdan 8 kursiyên xwe hebûn ku du ji wan ên PDKê bûn. PDK bixwe ji alîgirên xwe re got ku dengê xwe nedin kurdan û dengê xwe bidin xirsitiyanan. Ev jî ihtimaleke wiha çêdike ku Kurdistan û Kerkûk bibin qurbaniyên van nakokiyan. Anku ew du kursiyên ku niha bi dest nexistine yên PDKê ne."

    "DENGÊN DIJBERIYÊ PERÇE BÛN"

    Li gorî agahiyên destpêkê, Goranê gelek kursî ji dest dane ku rojnamevan Rewşen Qasim sedema wê wiha vedibêje: "Li ser sedema ku Goranê hinek kursî ji dest dane; çavdêr dibêjin ku Goranê pişta xwe bi dijberiyê ve girêdida, lê ev hêzên nû yên Nifşê Nû û Hevpeymaniyê ji wan stendine. Ji ber Berhem Salihî bi xwe jî heman taktîka Goranê meşand. Ji ber wê jî dengê dijberiyê perçe bû û ev jî bû sedem ku dengê Goranê kêm bibe.

    "NE BAWERIYA SUNIYAN BI ŞÎIYAN TÊ NE JÎ YA KURDAN"

    Derbarê bandora van hilbijartinan li ser rola kurdan di Iraqê de jî, Qasimê diyar kir ku kurd her dê kartek bin li Iraqê, ji ber sîstema nû ya Iraqê li ser lihevkirina pêkhateyan hatiye damezirandin û wiha axift: "Ev Iraq li ser bingehê pekhateyan çêbûye û li ser lihevkirinê hatiye avakirin. Piştî referandûmê hinek doz hebûn ku hikûmeta piraniya siyasî pêk bînin lê wisa diyar e ku ew zehmet bûye. Ji ber ne baweriya suniyan bi şîiyan heye û ne jî baweriya kurdan bi şîiyan tê, nexasim piştî Kerkûkê û binpêkirinên derheqê wan de pêk hatine. "

    "KURD BERÊ WEK HEVPEYMAN DIÇÛN BEXDAYÊ LÊ NIHA LI SER BEXDAYÊ ŞER DIKIN"

    Qasimê di dawiyê de diyar kir ku ji be perçebûna kurdan, ev hilbijartin ji bo kurdan ne  baş bûn û rewş wiha rave kir: "Ev hilbijartin ji bo kurdan ne baş bû. Berê kurd wek hevpeymaniyeke siyasî diçûn lê niha ne wisa ne. Heta berî ku biçin Bexdayê li ser wê şer dikin û ev jî bandoreke mezin li ser berjewendiya neteweyî ya kurdan dikin."

    Bi heman mijarî:

    Rêberê şîî: Em destûrê nadin Pêşmerge vegere Kerkûkê
    Mela Bextiyar: Divê Pêşmerge vegere Kerkûkê û navçeyên din
    'Heşda Şebî, petrola Kerkûkê dişîne Îranê'
    Goran: Rewşa Kerkûkê nayê qebûlkirin
    ‘6 meh in petrola Kerkûkê diherike Îranê û kes nabê çima'
    Li Kerkûkê teqîn rû da: Mirî û birîndar hene
    Çekdar li Kerkûkê bi ser malên kurdan de digrin û wan dişelihînin
    Qubad Talebanî û Lahur Şêx Cengî çûn Kerkûkê
    Etîketan:
    Nifşê Nû, Goran, YNK, PDK, Rewşen Qasim, Silêmanî, Kerkûk, Iraq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de