01:33 26 Gulan 2018
Mohr, Numan Erdinç, Counter Bienal

Li Mêrdînê hunermendên ciwan bi navê Counter Bienal, bienaleke alternatîf li dar xistin

© Foto : Devrim Ceylan
Nêrîn
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
0 70

Tevgera hunermendên ciwan û xwecihî li Mêrdînê, bi Bienala Mêrdînê re di heman demê de bi navê Counter Bienal, bienaleke ‘alternatîf’ û ‘dijraber’ lidarxistin. Endamên Counter Bienalê dibêjin ku “li hember hunermendên ciwan û xwecihî bi hezaran astengî hene. Ji bo şikandina mantelîteya astengiyan me bienalek wiha li dar xist.”

Yek ji amadekar û hunermendê ciwan ê Counter Bienalê li Mêrdînê Numan Erdinç ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Erdinç bienalên heyî û mantelîteya lidarxistina bienalan rexne dike û amajê pê dike ku her tişt ji berê de tê diyarkirin û xebatên wan têne pêşandan. Bi ya Erdinç ev yek rê li ber hunermendên ciwan venakê berovajî wê rê li ber hunermendê ciwan û xwecihî digire.

‘FAMBARIYA SERDEST A HUNERÎ LI BIENALAN BÛYE TEKEL'

Hunermend Erdinç sedema lidarxistina Counter Bienalê (Bienala Dijraber) wiha vedibêje: "bienal, li bajarên ku tên lidarxistin, ji berê de têne sêwirandin û û wiha rasterast derdikeve pêşberî me û bi vî hawî berdewamiya xwe dabîn dikin. Hunermendên ku tev li bienalan dibin ji berê de têne bijartin.

Kî van hunermendan hildibijêrê, li gorî çi hildibijêrê ne diyar e. Bi tenê, ji bo diyarkirina mekanên bienalê 4-5 rojan li qadê lêkolîn tên kirin û li devê deriyê bajêr fotograf tên kişandin; gerdûnîbûn wiha nabe. Ji bo ku bienal fikra xwe ya gerdûnî ava bike, pêwist e mantelîteya çemberê bê şkandin. Ev jî nê pêkan e çimkî fambariya serdest a hunerî li bienalan bûye tekel. Ji ber vê yekê fikra lidarxistina Counter Bienalê derket holê."

‘LI HEMBER HUNERMENDÊN CIWAN Û XWECIHÎ BI HEZARAN ASTENGÎ HENE. JI BO ŞIKANDINA MANTELÎTEYA ASTENGIYAN COUNTER BIENAL HAT LIDARXISTIN'

Erdinç, "Ev tiştên ez dibêjim ne dirûvê giştî yê Counter Bienalê ye, ev faktorên sereke yên damezirandina Conuter Bienalê ne. Li hember hunermendên ciwan bi hezaran astengî hene. Ji bo şikandina mantelîteya çemberê (astengiyan) Counter Bienal hat lidarxistin û bi tenê dê weke navendê berdewam bike.

Bo nimûnê; Matruşka — di her lêkdanê de navend mezin dibe. Lê çember tune. Tevahiya hunermendên Counter Bienalê navendî ne. Lewra tu hunermendê Counter Bienalê derbarê Cunter Bienalê de nikare bigihîje qinyatên teqez. Çimkî Counter Bienal ji sekna cuda ya hunermendan pêk tê."

  • Sindoqa Bûkaniyê ya Dêya min, Zekiye Tulga, Counter Bienal
    Sindoqa Bûkaniyê ya Dêya min, Zekiye Tulga, Counter Bienal
    © Foto : Devrim Ceylan
  • Counter Bienal (Bienala Alternatîf)
    Counter Bienal (Bienala Alternatîf)
    © Foto : Devrim Ceylan
  • Anakron, Mehmet Şirin Kurt, Counter Bienal
    Anakron, Mehmet Şirin Kurt, Counter Bienal
    © Foto : Devrim Ceylan
1 / 3
© Foto : Devrim Ceylan
Sindoqa Bûkaniyê ya Dêya min, Zekiye Tulga, Counter Bienal

‘DI NAVA VÊ ALOZIYÊ DE, ME BI TENÊ BI DERFETÊN XWE YÊN CEMAWERÎ BIENALEK LI DAR XIST'

Erdinç dide xuyakirin ku li Counter Bienalê li Mêrdînê kuratorekî taybet tune ye û her hunermend kuratorê xebatên xwe ye, "di Counter Bienalê de kuratorekî taybet tune ye û her hunermend kuratorê xebatên xwe ye û ev hesteke xweş a azadiya hunerî ye. Dabînkirina zemîneke xweîfadekirina hunerî ya azad, sekneke cuda ya rexnegir, îro roj dorhêleke gerdûnî ya ku di hunerê de bi awayekî linear bi pêş ve naçe nîşanî me dike. Ji bo sponsoran lêgerîneke mê çê nebû lewra me ne dizanî serî li ku derê tê dan. Lewra dê kê piştgiriya vê pêngavê/tevgerê bike jî ne zelal bû. Di nava vê aloziyê de, me bi tenê bi derfetên xwe yên cemawerî bienalek li dar xist."

"Di Counter Bienalê mijar an jî temayeke sereke tune ye. Çimkî armanca Counter Bienalê bêyî mijareke diyarkirî, dabînkirina zemîneke beşdariya çalakiyeke hunerî ye. 3 mekanên me yên pêşangehê hene û hemû mekan ji tevahiya xelkê re vekirî ne. "

‘COUNTER BIENAL, JI HUNERMENDÊ XWECIHÎ Û CIWAN PÊK TÊ'

Erdinç "Di Conuter Bienalê de hikmên gelemperî û teqez cih nayê dayîn. Di Counter Bienalê de seknek mewzûbehs e. Çimkî bienal ji hunermendê xwecihî û ciwan pêk tê. Her hunermendê bienalê teksta counter bienala xwe dinivîse û helwesta xwe nîşan dide. Ev helwestên ligel hev sekn û helwesta Counter Bienalê pêk tîne. Di Counter Bienala ewil a de 7 jê hunermendên xwecihî hene û 7 jî ji derveyî bajêr hatine."

Bi heman mijarî:

Ji Jamanakê ta Nûbiharê: Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
Ji Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê bijarteyek
Bi wêne pêşangeha peykerên hesinî ya Saediyan li Stenbolê
Li Kurdistana Îranê festivala neteweyî
Li Hewlêrê kêf û coşa ‘Festîvala Rengan’ û dîmenên rengîn
Di festîvala li Soçiyê de beşdarvanên bi mayo xwe ji çiyê berdan xwarê
Li Hewlêrê Festîvala Rengan birêve çû
Etîketan:
Hunermendên Ciwan, Hunermend, Counter Bienal, Bienala Mêrdînê, Bienal, Çand û Huner, Çand, Huner, Huner, Mevlut Oguz, Spûtnîk Kurdista, Numan Erdinç, mêrdîn, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de