17:05 26 Gulan 2018
Lezgîn Botan

Botan: Gefan li malbata leşkerê kurd dixwin lê em ê dest ji mijarê bernedin

© Sputnik / Cesim İlhan
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 0 0

Berî demekê nûçeyek derketibû ku leşkerekî kurd ji ber ku bi kurdî strabû, fermandarên wî lê xistibû. Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgin Botan derbarê vê mijarê û mijarên wek de pirsnameyek da Parlamentoya Tirkiyeyê lê Wezareta Parastina bersiv neda. Botan diyar kir ku ev bûyer gelekî çêdibin û herwiha got ku gef li malbata leşkerî hatiye xwarin.

Parlamenterên HDPê yên Wanê Lezgîn Botan li ser hesabê xwe yê Twitterê pirsnameyek weşand ku berî du hefteyan dabû Parlamentoya Tirkiyeyê. Di wê pirsnameyê de pirsa wan leşkeran tê kirin ên ku ji ber kurdî axivîne, rastî êrîş û desteserkirinê hatine.

Fermandarên di Artêşa Tirkiyeyê de li leşkerekî kurd bi navê Fikret Aydemir ji Wanê xistibû û ew lînç kiribû ji ber ku straneke kurdî gotibû. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hîn jî di nexweşxaneyê de ye.

Li gorî agahiyên ku Botanî li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kirine, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê "bêdeng maye" û wî jî teqez kiriye dê doza leşkerê kurd Aydemir bişopînin.

"NIFŞÊ VÊ DAWIYÊ LI LEŞKERIYÊ JÎ QEBÛL NAKE DEST JI KURDÎ BERDE"

Botan derbarê vê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axift û got, " Ji bo vê mijarê pirsnameyek da Wezareta Parastinê û Serokwezîriyê jî. Ev mijar ne tiştekî nû ye. Yanî di leşkeriya Tirkiyeyê de berê jî hebû lê ev du sal in, leşkerên kurd dimirin û hin kuştinên biguman jî hene. Mesela dibêjin, wan bi xwe, xwe kuştiye. Jixwe gellek mijarên leşkeran hene. Her roj leşkerên kurd, ji nifşên dawiyê yên ku diçin leşkeriyê, hin tiştan li leşkeriyê qebûl nakin, bi malbatên xwe re diaxivin, stranan dibêjin, di telefonên wan de wêneyên siyasetmedarin kurd hene."

"BÊTIR LEŞKERÊN JI CIZÎR, ŞIRNEX, COLEMÊRG Û GEVERÊ RASTÎ ÊRÎŞAN TÊN"

Parlamenterê HDPê diyar kir ku ev û bûyer axiftina van leşkerên kurd a bi kurdî dibe sedem ku lêxistinê bixwin û wiha dewam kir: "Ji ber ku kurd in rastî êrîşan tên. Bi piranî leşkerên ji Cizîr, Şirnex, Colemerg, Gever. Bi taybetî serîlêdanên wisa hatin kirin. Herî dawî leşkerekî kurd ji xelk Bazîda Agiriyê li ser sînor dema ku bi malbata xwe re diaxivî, gef lê hatibû xwarin û wan jê re gotibû, 'bi kurdî neaxive. Lê wî jî helwesta xwe neguherand û bi kurdî bi malbata xwe re diavie. Îca  15-20 leşker, efserên nobedar li derdorê wî berhev dibin û jixwe rewşa wî hûn dibînin. Wêneyê wî di çapemeniyê de derket."

"GEF LI MALBATA LEŞKERÎ XWARIN"

Derbarê rewşa leşkerî de jî, Botan wiha dibêje: "Pêşî wan ew derb kiribû, lînç kiribû û paşê wan ew anîbû nexweşxaneya Îdirê û li wir hiştibû û ew çûbûn. Piştî bijîşkan lê nerî ku rewşa wî giran e. Bijîşkan ew emeliyat kiribû. Îca gava wêneyê wî di çapemeniyê de belav dibin, diçin û gefan li malbata wî dixwin. Pêşî wan got, "ji dîwarî ketiye, paşê wan got, du hevalên wî lê xistiye. Piştî ku em hinekî ketin pey, parlamenterê me yê Îdirê, Mehmet Emîn Adiyaman çû serdana wî li nexweşxaneyê. "

"FERMANDARÊ PAYEBILIND Û PARLAMNTERÊ HDPÊ LI SER MIJARÊ NÎQAŞ KIRIN"

Li gorî Botan, dema serdana Parlamenterê HDPê yê Îdirê, Mehmet Emîn Adiyamanî, fermandarekî payebilind jî tê û li qir hinek nîqaş çêdibin. Jê re dibêje, ev çawa çêbûye, em qebûl nakin û mijar dikeve çapemeniyê."

"MALBATÊ JI BER TEHDÎDAN XWESTIYE KU TWEET BÊ RAKIRIN"

Botan diyar kir ku ji ber malbata hatiye tehdîd kirin û rewşa kurê wan a giran ku fermandarî xwestiye li gel wê jî wî ji nexweşxaneyê derxînin, lewra jî malbayê jê xwestiye ku tweeta xwe rake lê wî ev tişt red kiriye û gotiye: "Min got, em qebûl nakin. Me got, ev mesele we tenê elaqedar nake. Emeliyateke giran li mejiyê leşkerî hatiye kirine lê dîsa jî serheng hatiye û gotiye, 'demildest wî ji nexweşxaneyê derxînin'. Piştî ku me mudaxele kir, helîkopter tê û wî dibin Wanê. Niha li nexweşxaneya Wanê ya zanîngehê ye."

Bi heman mijarî:

HDPê ji bo Erdogan got: Siyaseta mirinê dimeşîne
Hevseroka HDPê Buldan: Çîroka min li vê meydanê dest pê kir
Derbarê 7 parlamenterê HDPê de fezleke hatin amadekirin
Ji bo parlamentera HDPê 25 sal ceze tê xwestin
Etîketan:
axitina bi kurdî li Tirkiyeyê, hdp, Artêşa Tirkiyeyê, Lezgin Botan, Colemerg, Agirî, Şirnex, Wan, Bazîd, Cizîr, Gever
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de