17:07 24 Gulan 2018
    Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

    Êrîş, birîndarkirin û fişar di dengdana herêmên nakok de: Du namzetên kurd birîndar in

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    1 0 0

    Îro dengdana taybet li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo hêzên Pêşmerge, asayîş, polîs, Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê dest pê kir. Li bajarê Xaneqînê hêzên Heşda Şeibî êrîşî du namzetên kurd kir û ew birîndar kirin.

    Berpirsê Lijneya Ewlehiyê ya li Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ji Sputnik Kurdistanê re axift û diyar kir ku "tirs ji gefên DAIŞê li ser pêvajoya dengdanê hebû lê pêvajoya îro dengdana taybet ya li Kerkûkê îro bi awayekî aram û bê pirsgirêk bi rê ve çû û heta niha ti bûyereke metirsîdar û serpêçî di pêvajoya dengdanê de pêk nehatiye."

    Herwiha Cebarî diyar kir ku Hêzên pêşmerge û Asayîşa Kurdistanê yên bi ser Kerkûkê ve, li qezaya Çemçemalê dengê xwe daye û Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî jî li Kerkûkê dengê xwe daye.

    "LI XURMATÛYÊ HÊZEKE TIRKMENAN ÊRÎŞ KIR"

    Bajarê Kerkûkê
    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Ji aliyê din ve jî Berpirsyarê Bajarvaniya Xurmatûyê yê Tevgera Goranê Mela Cebar ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku "îro li Xurmatûyê di destpêka pêvajoya dengdana taybet de şer çêbû ji ber hêzeke Heşda Şeibî ya tirkmenan êrîşî kir û hewl da ku wan pereyên Wezareta Koçberî û Koçberan a Iraqê ji bo awareyên Xurmatûyê şandibûn ji xwe re bibe û wan got, "divê pişka tirkmenan jî tÊ de be û di encama şerî de teqe çêbû."

    Mela Cebar got, "ti zirareke canî çênebûye û hêzên bersivdana bilez ên Artêşa Iraqê zû gihiştin cihê bûyerê, bûyer xist bin kontrolê û paşê jî pêvajoya dengdana taybet bi awayekî asayî û bê ti pirsgirêk berdewam kir."

    "HEŞDA ŞEIBÎ, DU NAMZETÊN KURD BIRÎNDAR KIRIN"

    Herwiha li bajarê Xaneqînê jî pêvajoya dengdana taybet bi rê ve çû lê du namzetên kurd bi destê hêzên Heşda Şeibî hatin birîndar kirin.

    Aktîvîstê sivîl û çavdêrê pêvajoya dengdanê li Xaneqînê Heval Xaneqînî ji Sptunik Kurdistanê re ragihand ku "şevê din, gava namzeta Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi navê Evîn Mihemed Zehawî dihat Xaneqînê, ket ber êrîşekek çekdarên Heşda Şeibî û di encamê de birîndar bû, niha li nexweşxaneyê tê dermankirin."

    Xaneqînî destnîşan kir ku Namzeta Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) Arfan Dawud li devera Xaneqînê jî rastî êrîşeke hinek çekdarên Heşda Şeibî hatiye û birîndar bûye. Aktivîstê sivîl got, "Wisa diyar e ku çekdarên Heşda Şeibî fişareke tund dikin da ku dengên kurdan li Xaneqînê kêm bibin ji ber ku hewl daye, hêzên polîsên Iraqê ji deverên din bînin ku li Xaneqînê deng bidin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Kerkûk çawa hate kirîn?
    Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Rêbwar Talabanî: Kerkûk tê Şiîkirin
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    Etîketan:
    Hilbijartina Iraqê, dengdana taybet, Azad Cebar, Heval Xaneqînî, Mela Cebar, Çemçemal, Xaneqîn, Xurmatû, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de