07:51 25 Gulan 2018
    Pirtûk - Kitêb - Kovar - pirtûxane

    Du kovarên 'populer' li kovargeriya kurdî zêde bûn

    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 50

    Van demên dawiyê di kovargeriya kurdî de tevgerdarî û dînamîzmek heye. Di encamdana vê dînamîzmê de du kovarên 'nû' û 'populer' ên bi navê Kund û Popkurd li kovargeriya kurdî/kurmancî zêde bûn.

    Desteya weşanê ya kovara Kundê û edîtorê e-kovara 'populer kulturê' Popkurdê Mistefa Dogan ji Spûtnîk Kurdistanê re axivîn.

    ‘MOTÎVASYONA KUNDÊ EW E KU KOVAREKE KURDÎ BI ZIMANEKÎ SIVIK Û BI GRANIYEK LI SER KITÊBAN HEBE'

    Desteya weşanê ya Kundê ji Burhan Tek, Bajar Mîrzeman, Umran Aran, Vecdi Demir û Xelîl Semed pêk tê.

    Desteya weşanê ya Kundê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand Kund bi cûreyê xwe kovareke populer e, yanî berê wê ne li zimreyeke taybet e, berê wê li temamê xwînerên kurdî ye û herkes dikare ji bo xwe tiştekî tê de bibîne, "Motîvasyona Kundê ew e ku kovareke kurdî bi zimanekî sivik û bi giraniyek li ser kitêban hebe. Di navenda vê kovarê de kitêb hene, lê di nasnava wê de huner û çand jî cih digirin. Huner daxwaza me ye, çand jî ji ber nivîsên hatî me lê zêde kir.

    Kovara Kund bi dosyeya Bextiyar Elî dest bi weşanê kir
    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Kovara Kund bi dosyeya Bextiyar Elî dest bi weşanê kir

    Desteya Weşanê ya Kundê destnîşan dike ku Kund bi sê taybetiyên xwe, bi naverok, rêbaz û dirûvê xwe ji kovarên kurdî yên heta niha derketine hinekî cuda dibe: "Ji hêla naverokê ve cudahiya wê beşên wê yên curbicur û cihêreng in. Di hejmara yekem de beşên "dosye", "nivîsar", "hevpeyvîn", "blogger", "weşanger", "komên xwendinê", "bîranîneke bîrmendekî", "nivîsa yekem", "çîrok", "helbest", "serpêhatiya kitêbekê", "taybet", "kitêba ber serê min" û "nûçeyên edeb û hunerê" hene. Beşên wek "dosye", "nivîsar", "hevpeyvîn", "helbest", "çîrok" hema hema di her kovareke populer de peyde bibin jî beşên din qismen be jî ji bo kovargeriya kurmancî nuh in."

    KUND:  KOVAREKE POPULER, DÎNAMÎK Û ÎNTERAKTÎV E

    "Kund bi rêbaza xwe, bi vî awayî cihêreng e: Dibe ku ev beşên han biguherin, di hejmarekê de beşên nipînû hebin an jî di hejmarekê de beşin tunebin. Lewma Kund dînamîk e. Ne tenê dînamîk e, înteraktîv e jî; rola xwîneran ji kovarên din bêtir e tê de. Mînak kesek dikare nivîsekê binivîse û ji me re bişîne, ev tiştekî asayî ye, lê dikare navê beşa nivîsê jî diyar bike. Em bibêjin kitêbekê dixwîne û ji wê kitêbê paragrafekê ji Kundê re dişîne, dixwaze navê beşê jî "kitêba ber destê min be". An jî bergê deh kitêban û li bin wan ji her yekê ji wan hevokekê dişîne û dixwaze navê beşa nivîsê "kulîn" be. Ne tenê kesek em bibêjin çend kes dibêjin "em dixwazin li ser nifşê Hawarê dosyeyekê amade bikin." Kund ê ji wan re bibêje kerem bikin û wan di "dosyeya mêvan" de biezimîne. Em ê bi kêfxweşî pêşwaziyê li pêşniyazên werê bikin. Ev yek ê hem xwîneran aktîvtir bike hem jî bihêle fikrên afirîner derkevin holê."

    Herwiha berpirsên Kundê bal kişandine ser dirûvê kovarê û gotin, "Ji hêla dirûvê ve jî Kund li Bakur tekane kovara kurmancî ye ku bi vî ebatî û rengîn û biwêne tê çapkirin."

    POPKURD: LAZIM E EM ÇANDA XWE POPULERÎZE BIKIN

    Popkurd jî demek berê hejmara xwe ya ewil belav kir. Popkurd kovareke populer kulturê ye û weke e-kovar weşanê dike. Desteya weşanê ya Popkurdê ji Mistefa Dogan, Omer Bextiyar û Ridwan Xelîl pêk tê.

    E-Kovara Populer Kulturê ya Popkurdê
    © Sputnik / Mevlut Oguz
    E-Kovara Populer Kulturê ya Popkurdê

    Berpirs û yek ji edîtorê Popkurdê Mistefa Dogan ji Spûtnîk Kurdistanê re li ser kovarê axift û got ew dixwazin kurd hevdû nas bikin û populer bibin, "Ya rast ev fikir hema jixweber çêbû. Em dixwazin Kurdan bi hevdû bidin naskirin. Lazim e kurd û xebatên wan populerîze bibin. Însanên me ji peyva "populer"ê parî dûr diseknin lê populerî ne eyb e. Em vêga rexneyên erênî û neyînî dixwînin, li gorî wê dibe ku em hin tiştan lê zêde bikin an kêm bikin.

    Dogan sedema derxistina kovareke populer wiha vedibêje, "Lazim e em çi edebiyat çi huner, xebatên xwe nivîskar û hunermendên xwe populer bikin. Yanî em çanda xwe populer bikin. Em dixwazin Kurd hevdû nas bikin. Mebesta me ev e kêm zêde."

    Li ser pirsa ‘Tê gotin ku çanda populer hewil dide her tiştî bişibîne hev, armanca wê ev e. Piştî kurtedemekê yên li heman kulvarê xwe dişibînine yên serdest, yan jî bêyî ku hay jê hebin dişibin hev; dibin wek hev. Çimkî wisa hest pê dikin ku mêşina ku ji kerî bimînê dê gur bixwe, hespê ku ji garanê veqete ew ê were kuştin; ditirsin ji vêya? Di vê mijarê de tu çi difikirî?'

    Dogan wiha bersiv da: "Di van salên dawî de minaqaşeyeke berbelav e: hin kes dibêjin populer kultur zirarê digihîne edebiyata baş, êdî xwîner ne li edebiyata baş, xwe li edebiyata populer digrin. Lê bi ya min rewşa me Kurdan wekî gelek meseleyan di vê meselê de jî cuda ye."

    ‘POP KURD WÊ HER HEBE, EW Ê BIBE ARŞÎVEKÊ'

    Bi saya facebookê hema bê herkesî herkes nas kir; herkesî dîdara hevdû dît; bi saya twitterê kî çi difikire û bi saya Instagramê kî çi li xwe dike, diçe ku, çi dixwe filan ji dît. Yani dixwazim bibêjim ku ji xwe em têra xwe hevdu nas dikin û ji van kesan hindek kes bi hin taybetmendiyên xwe têra xwe populer in? Popkurd dê çi li vê zêde bike?

    Dogan, "Rast e, lê ew diçin Popkurd wê her hebe, Ew ê bibe arşîvekê. Û hêj formata me tam rûneniştiye. Dibe ku em hin tiştan lê zêde bikin an kêm bikin."

    Bi heman mijarî:

    Bienala Mêrdînê ya 4emîn bi temaya 'Ji peyvê û bi wêdetir' vebû
    Mihrîcana Çandên Stenbolê hat lidarxistin
    Pêşageha hunermendê kurd Mahmut Celayir li benda hunerhezan e
    Ferzan Şêr: Ez nivîsên xwe li gor pergaleke ku jê re dibêm rexnenûsiya afirîner dinivîsim
    Kawa Nemir: Wergera Ulysses mudaxaleyeke mezin e li sentaksa kurdî ya tekçûyî
    Kawa Nemir: Em tenê behsa ezberên xwe dikin
    Ciwanmerd Kulek: Ji bo min her tişt dikare bibe mijara edebiyatê
    Bahoz Baran: Edebiyata modern nikare bê folklorê hebe
    Ji Jamanakê ta Nûbiharê: Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
    Ji Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê bijarteyek
    Etîketan:
    Kovargeriya kurdî, Popokurd, Kund, çanda populer, populer kultru, Kovarên kurdî, Çand û Huner, Kurmancî, Edebiyat, Jiyan, Çand, Kovar, Huner, Kurdî, Kurd, Mevlut Oguz, Spûtnîk Kurdistan, Xelîl Semed, Vecdi Demir, Burhan Tek, Bajar Mîrzeman, Umran Aran, Mistefa Dogan, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de