04:24 25 Gulan 2018
    Bienala Mêrdînê ya 4emîn

    Bienala Mêrdînê ya 4emîn bi temaya 'Ji peyvê û bi wêdetir' vebû

    © Foto : Devrim Ceylan
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 30

    Bienala Mêrdînê ku cara ewil di Hezîrana 2010an de bi pêşengî û keda kurator Done Otyam hatibû lidarxistin, îsal bo cara çaremîn vebû. Di çarçoveya bienalê de zêdetirî 50 hunermendên xwecihî û navnetewî bi xebat û performansên xwe yên taybet tev li bienalê dibin. Herwiha panel û atolyeyên cur bi cur jî dê werin lidarxistin.

    Bienala Mêrdînê bi temaya "ji peyvê û bi wêdetir" 4ê Gulanê dest pê kir û heta 4ê Hezîranê dê vekirî be. Di çarçoveya çalakiya hunerê bienalê de 18 jê biyanî, bi tevahî 50 hunermend di serî de li Dêra Mor Efram, Dêra Dayika Meryem, Qehwexaneya Necaran, Hemama Stêrkê û Mûzexaneya Mêrdînê û Biryargeha Almanî jî di nav de li deverên cuda yên Mêrdînê bo mehekê performansê hunerî dê werin lidarxistin.

    Yek ji Kuratora bienalê Derya Yucel ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Yucel da zanîn ku cara yekem di sala 2010an de li Mêrdînê çalakiyeke hunera hevçerx hatiye lidarxistin û îsal bo cara çaremîn tê lidarxistin. Yucel wiha axivî, "Avakarê bienalê Done Otyam e. Li Mêrdînê sala 2010an cara pêşî weke pêşenageheke hunera hevçerx hatibû lidarxistin û paşê jî veguherîbû bienaleke navdewletî. Şêwirmendên Bienalê Ayşegul Sonmez û Ferhat Ozgur in. Kuratorên binealê yên îsal Firat Arapoglu, Nazli Gurlek û Derya Yucel in."

    Mursel Argunaga, Bênav, 2015 - Bienala Mêrdînê ya 4emîn, Biryargeha Almanî
    Devrim Ceylan
    Mursel Argunaga, "Bênav", 2015 - Bienala Mêrdînê ya 4emîn, Biryargeha Almanî

    TEMAYA BIENALÊ YA ÎSAL 'JI PEYVÊ BI WÊDETIR' E

    Mekanên sereke yên bienalê Dêra Mor Efrem û Biryargeha Almanî ne: "Me sernavê bienalê wek ‘ji peyvê bi wêdetir e' diyar kir. Paşê her kuratorekî li gorî nêrîna xwe ya hunerî, bîrodozî, jiyanî û estetîk tesnîfek kirin. Firat Arapoglu di bin banê ‘Nêrîna Bêdawî' de 15 hunermend anîne ba hev. Nazli Gurlek di bin navê ‘Zimanê Bedenî' xebatên 17 hunermendan anîne ba hev û min jî weke Derya Yucel bi temaya ‘Sînor û Şêmug' kar û barên hunerî yên 16 hunermendan anîne ba hev. Lê belê me, mekan û mijar bi temamî ji hev veneqetandine; xebatên her sê sernavan jî bi hev ve re di i temasê de ne, bi hev re hev peywendîdar in. û ji xwe xebat jî bi vî hawî li mekanan hatin bicihkirin û wisa têne pêşandan. Yek jî aliyê herî xurt ê bienalê jî ev peywendî ye."

    MEKANÊN SEREKE YÊN BIENALÊ EV IN

    Kurator Derya Yucel, "Mêrdîn ji aliyê mekan û hefizayê ve bajarekî gelek xurt e û ji bo pêşangehên hunerî mekanên nûwaze gelek in. Di çarçoveya bienalê de 8 mekanên sereke hene: Dêra Mor Efram, Dêra Dayika Meryem, Qehwexaneya Necaran, Hemama Stêrkê û Mûzexaneya Mêrdîn û Qonaxa Almanî. Herwiha Sûka Rewaqan û Kolektîfa Hunerê ya 13 Metrekare."

    ‘JI BILÎ ŞÊNIYÊN BAJÊR JI STENBOL Û ENQERÊ JÎ HUNERHEZAN ELAQEYEKÊ MEZIN NÎŞANÎ BIENALÊ DIDIN'

    Merkezkaç “Biranînên Xayisbûnê”, Biryargeha Almanî, Binela Mêrdînê
    © Foto : Devrim Ceylan
    Merkezkaç “Biranînên Xayisbûnê”, Biryargeha Almanî, Binela Mêrdînê

    Kurator Yucel herwiha diyar kir ku ji ber ku ev çalakî bo cara çaremîn tê lidarxistin gel aşînayî çalakiyê ye: "Zêdetir mirovên ku bi hunerê re, bi hunera hevçerx re temas kirine an jî heta astekê bala wan kişandiye elaqe nîşanî çalakiyê didin. Bi qasî ku min dît, rojên ewil ji bilî şêniyên bajêr ji Stenbol û Enqerê jî hunerhezan elaqeyeke mezin nîşan da. Ji bilî wan xelkê bajêr mazûvaniyeke ji dil  nîşan dan û wan jî elaqe nîşanî çalakiyê û berheman dan."

    HUNERMENDÊN KURD JÎ BI XEBATÊN XWE TEV LI BIENALÊ DIBIN

    Ligel hunermendên ji welatên weke Brîtanya, Almanya, Gurcistan, Iraq û Îranê hejmarek hunermendên kurd ên weke Cengiz Tekin, Fırat Bingol, Ihsan Oturmak, Hasan Pehlevan, Mursel Argunaga û Mahmut Celayir jî bi xebatên xwe yên hunerî tev li bienalê dibin.

    BIENAL ÇI YE?

    Çalakiyên hunerî yên berfireh ku ji du salan carekê têne li dar xistin. Bi gelemperî bo organîzasyonên hunerî tê gotin. Bienalên herî kevin û girîng yên cîhanî bienalên Venedîk û Berlînê ne. Li Tirkiyê jî ji 1987an û bi bir ve meha Îlonê bienalek bi rê ve diçe. Bienala Mêrdînê jî ev 4 sal e ku tê lidarxistin. Temaya bienala îsal "ji peyvê û bi wêdetir" e û dê heta 4ê Hezîranê li benda serdêran be.

    • Bienala Mêrdînê ya 4emîn bi temaya 'Ji peyvê û bi wêdetir' vebû, Kolaneke ku karûbarên hunerî yên bienalê tên nîşandan.
      Bienala Mêrdînê ya 4emîn bi temaya 'Ji peyvê û bi wêdetir' vebû, Kolaneke ku karûbarên hunerî yên bienalê tên nîşandan.
      © Foto : Devrim Ceylan
    • Ihsan Oturmak, Zordariya Kolanê Bienala Mêrdînê
      Ihsan Oturmak, "Zordariya Kolanê" Bienala Mêrdînê
      © Foto : Devrim Ceylan
    • Ihsan Oturmak, Zordariya Kolanê Bienala Mêrdînê
      Ihsan Oturmak, "Zordariya Kolanê" Bienala Mêrdînê
      © Foto : Devrim Ceylan
    1 / 3
    © Foto : Devrim Ceylan
    Bienala Mêrdînê ya 4emîn bi temaya 'Ji peyvê û bi wêdetir' vebû, Kolaneke ku karûbarên hunerî yên bienalê tên nîşandan.

     

    Bi heman mijarî:

    Bi wêne pêşangeha peykerên hesinî ya Saediyan li Stenbolê
    Ji Jamanakê ta Nûbiharê: Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
    Ji Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê bijarteyek
    Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê vebû
    Mezintirîn pirtûkxane li Mêrdînê vebû
    Ji bajarê şaristaniyê Mêrdînê dîmenên rengîn
    Suryaniyên Mêrdînê cejna Paskalyayê pîroz kirin
    Etîketan:
    Çalakiya Hunerî, Mardin Bienali, Bienala Mêrdînê, Bienal, Çand û Huner, Pêşangeh, Çand, Çalakî, Huner, Mevlut Oguz, Spûtnîk Kurdistan, Nazli Gurlek, Firat Arapoglu, Done Otyam, Derya Yucel, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de