01:35 26 Gulan 2018
saziya mafê mirovan

Nuçegihanên jin: Sîxuriyê li ser me ferz dikin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

2 Nuçegihanên JINNEWSê bi îdiaya hinek kesên ku xwe weke xebatkarên Wezareta Navxweyi didin naskirin sîxurîyê li ser wan ferz dikin serî li İHDê ya Amedê û dozgeriyê dan. Nuçegîhanên jin xwestin ku kiryar werin dîtin û bên darizandin.

Nuçegîhanên jin yên JINNEWSê îdia kirin ku "hin kesên xwe weke xebatkarên Wezareta Navxweyi didin naskirin sîxuriyê li ser wan ferz dikin û bi telefonê wan tacîz dikin.

Nuçegîhanên JINNEWSê Nurcan Yalçin û Durket Suren têkildarî mijarê serî li IHDê û dozgeriyê dan. Serokê Şaxa İHDê yê Amedê Raci Bilici têkildarî serlêdana rojnamegeran axîvî û got "Di demên dawî de gelek serdanên girîng li saziya me tên kirin. Yek ji wan jî mijara sepandina sîxûriyê ye. Zêdetir xwendekar û rojnamevan di vê mijarê de serî li saziya me didin. Herî dawî 2 rojnamevanên jin yên JINNEWSê serî li me da. Encama kiryarên wiha gelek xeter e. Ji ber ewlehiya canê van kesan di talukê de ye, piştî serdana wan em serî li dozgeriyê didin. Divê berpirsîyar werin dîtin û bên darizandin."

‘BI TELEFONÊ LI MIN DIGERIN'

Camî-mizgeft
© AFP 2018 / Bart Maat
Nuçegîhana JINNEWSê Durket Suren jî têkildarî mijarê de ev tişt gotin "Di 1ê Adarê de ez li Licê hatibûm desteserkirin. Dema desteserkirinê 2 kesên ku xwe weke ji aliyê Wezareta Karê Navxeweyî ve hatine peywirdarkirin nîşan dan xwestin bi mi re bi axivin. Gotin ‘em dixwazin rewşa gel ji xebatkarên çapemeniyê hîn bibin.' Xwestin bi min re li derve çayê vexin û bi axivin lê mi qebûl nekir. Piştî ez hatim berdan heman kesan bi telefonê li min geriyan û xwestin li derve bi mi re hevdîtnê pêk bînin, mi carek din qebûlnekir. Çend carê di jî bi heman armancê geriyan û gotin ‘ger tu bi me re alîkar bibî em ê jî bi te re alîkar bibin.

Herî dawî duh geriyan û min mijar bi hevala xwe ya rojnamevan re parve kir. Dema mi parvekir ez hînbûm ku ew jî bi heman armancê tê taciz kirin."

‘4 NUÇEGIHANÊ ME RASTÎ HEMAN TIŞTÎ HATINE'

Nuçegîhana JINNEWSê Nurcan Yalçin jî wiha axivî "Di 4ê Gulanê de ji Miduriyeta Ewlehiyê li mi geriyan û gotin ‘îfadeya te heye, divê tu sibe serê sibehê werî TEMê.' Serê sibehê ez bi parêzera xwe re çûm û min îfade da. Pişt re ez rawestandim. Gotin li bende biryara dozgerin. Dema parêzerê min çû ez birim odeyekê ku 2 kes li hindir rûniştine. Xwestin bi min re bi axivîn û gotin ‘em li derve çayê vexin û bi axivin. Ger tu bi me re bibî alîkar em ê jî bi te re bibin alîkar.' Mi qebûl nekir. Ez hînbûm ku 4 nûçegîhanên me bi heman armancê hatine tacîzkirin."

‘ME SERÎ LI DOZGERIYÊ DA'

Parêzera nuçegîhana Pirozhan Karali got "Her tişt li ber çav e. Di demên dawî de gelek buyerên bi vî rengî diqewime. Ev rewşek bêhiquqî ye û nayê qebûlkirin. Têkildarî mijarê de me serî li dozgeriyê da."

 

Bi heman mijarî:

Li Yemenê di 4 salan de 26 rojnamevan hatin kuştin
Serokwezîr ji ber kuştina rojnamevan îstîfa kir
Li Tirkiyeyê 2 rojnamevan hatin azadkirin
Li Enqerê gelek rojnamevan û rêveberên HDPê hatin binçavkirin
Etîketan:
sîxurî, rojnamevan, polîs, amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de