16:48 20 Gulan 2018
    PKK-Qendil

    Berpirsê Çapemeniyê yê PKKê derbarê şerê Biradostê de ji Sputnikê re axift

    © AP Photo /
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Berpirsê Çapemeniyê û Hêzên Parastina Gel(HPG) Demhat Tolhildan îro ji Spuntik Kurdistanê re ragihand ku endamên wan êrîşeke tund biriye ser Artêşa Tirkiyeyê ya li herêma Biradostiyê ya Herêma Kurdistanê û di encamê de 9 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê kuştine.

    Li gorî agahiyên ku Tolhildan dane peyamnêrê Sputnik Kurdistanê, endamên PKKê li devera Sîdekanê li nêzîkî gundê Lêlkanê êrîşî Artêşa Tirkiyeyê kiriye û di encamê de neh leşkerên tirk kuştine.

    Herwiha Toldanî diyar kir ku 5 bingehên Artêşa Tirkiyeyê bi tevahî wêran kirine û ji nav birine.

    Berpirsê PKKê destnîşan kir ku Artêşa Tirkiyeyê nêzîkî 25 kîlometreyan ketine nav axa Kurdistanê û hêdî hêdî hewl didin ku bi pêş ve biçin û wiha dewam kir: "Lê ew her roj hewl didin êrîşî wan bikin û rê li ber wan bigirin. Lewra Artêşa Tirkiyeyê nikare bi tevahî bi pêş ve biçe û herêmê bi tevahî kontrol bike."

    Têkilîdarî metirsdariya li ser jiyana xelkê sivîl ên wan herêman jî, Tolhildanî diyar kir ku "heta astekê metirsî li jiyana wan tine, ji ber gerîlayên wan hewl didin ti ziyanê negihînin gundiyên herêmê. Tenê armanca wan ew e ku di nav axa Kurdistanê de li artêşa Tirkiyeyê xin".

     

    Bi heman mijarî:

    Canikli: Her dera ku PKK, PYD, YPG lê yê armanca me ye
    PKK: Tirkiye pêşniyar bike, em ji diyalogê re amade ne
    Akşener dengên kurdan xwest: Alternatîva PKK û AKPê IYI Partî ye
    Erdogan: Ne PKK, ne YPG nikare tiştekî bi me bike
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Serbazekî tirk mir
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, HPG, PKK, Demhat Tolhildan, Sîdekan, Kurdistan, Biradost, Lêlekan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de